• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li şûna helwesta ‘bisekine û bibîne’ divê em hîn çalaktir bin’

Xarpêt / AW

2 TEBAX 2026 - 17:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel destnîşan kir ku ji bo vê pêvajoyê, li şûna helwesta paşverû ya ‘bisekine û bibîne’ divê di nav xebatên rêxistinkirinê de helwesteke çalak û beşdarî bê nîşandan û divê qanûna ku dê pêşkêşî Meclisê bibe, di rêya aşitiyê de bibe gava yekem.

Li navçeya Depê ya Xarpêtê, di çarçoveya Festîvala Xweza û Çandê ya Depê ya 2026an de ku ji aliyê Şaredariya Depê ve tê organîzekirin, di salona konferansê ya şaredariyê de panelek hat lidarxistin. Moderatoriya panelê ji aliyê Zohre Eroglu ve hate kirin û panela ku bi sernavê ‘Jin û Aşitî’ hat li dar xistin de aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel û akademîsyen Yildiz Onen wek axaftvan tev li bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Akademîsyen Yildiz Onen di axaftina xwe de bal kişand ser hişmendiya zayendperestî û wiha got: “Li zanîngeha ku ez perwerdeyê didim, dema me mijara wekheviya jin û mêran nîqaş dikir, xwendekarên mêr ên muhafezekar dipirsîn ‘Asta wekheviya jin û mêr çawa dibe?’ Dema me daxwaza destûra xwedîkirina zarokan anî ziman jî li dijî vê derketin. Di sala 2026an de rewşa vê hişmendiyê di vê astê de ye. Zanîngeha ku ez dixebitim, cihek e ku xwendekarên xwedî meyla AKPê lê zêde ne. Ez ji zanîngeheke xwedî hişmendiyeke bîrdozî ya bi vê rengî hatim vir û min avahiyek nas kir ku jin tê de pêşengiyê dikin. Jin di her warê jiyanê de cih digirin û rola pêşengiyê digirin ser milê xwe.”

‘Jin rasterast dibin qurbaniyên şer’

Yildiz Onen diyar kir ku di Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de divê dewlet gavên şênber biavêje û wiha berdewam kir: “Ew ji bo me têgeha ‘terorê’ bikar tînin, lê em israrê li ser têgeha ‘aşitiyê’ dikin. Pêdivî bi derbaskirina vê zimanê serdest heye. Birêz Abdullah Ocalan bangên pêvajoya aşitiyê li ser bingeha demokrasî û komunê ava dike. Avakirina vê modelê xwedî girîngiyeke stratêjîk e. Berdana çekan bi tenê nabe sedema pêkhatina aşitiyê, her çend xwedî pozîsyoneke krîtîk be jî, divê dewlet gavan biavêje. Jin rasterast dibin qurbaniyên şer. Ji ber vê yekê, jin hem di dema şer de hem jî di pêvajoya aşitiyê de xwedî roleke çalak in. Pêvajoyên aşitiyê yên ku jin bi rengekî çalak tê de cih digirin, gihîştine encamên serkeftî. Li Liberyayê di şerê ku bi salan ajot de bi dehan hezar mirov jiyana xwe ji dest dan, lê belê jinan bi yekîtiya xwe aşitî mîsoger kirin. Di qada navneteweyî de beşdariya çalak a jinan di avakirina aşitiyê de prensîbeke pejirandî ye. Tevlîbûna jinan di vê pêvajoyê de gelekî girîng e û Birêz Ocalan jî girîngiyeke mezin dide vê yekê. Li Kolombiyayê veguherîna şerê bi salan ber bi aşitiyê ve, bi pêşengiya têkoşîna jinan pêk hat. Di pêvajoyên aşitiyê yên Îrlandaya Bakur de jî koalîsyonên jinan di muzakereyan de roleke çalak lîstin. Wekî din mînakên cîhanê de tê dîtin, rola pêşengiya jinê di avakirina aşitiyê de diyarker e.”

‘Erka me ew e ku em ziman, nasname û çanda xwe biparêzin û bijîn’

Sebahat Tuncel jî bal kişand ser girîngiya beşdariya ciwanan a di pêvajoya aşitiyê de û wiha got: “Erka me ew e ku em ziman, nasname û çanda xwe biparêzin û bijîn. Di heman demê de divê em hişmendiya xwe berfireh bikin. Em di asteke wiha de ne ku gihiştina me ya ji bo ciwanan kêm dimîne. Divê her kes berpirsiyariya sedemên vê bigire ser xwe, ji bo gihiştina ciwanan xebat bike û veguherîne pênasekirî pêk bîne. Divê em ji kodên pergala mêrserdest a ku di xwe de israr dike dûr bisekinin.”

‘Li dijî vê siyaseta mirin, talan û hilweşînê, divê em aşitiyê ava bikin’

Sebahat Tuncel derbarê encamên şer de nirxandin kir û wiha pê de çû: “Şer dikuje, ne tenê mirovan, di heman demê de xweza, nirxên mirovî û jiyanê tune dike. Pêdiviya sermayedariyê (kapîtalîzmê) bi şer heye û xwe bi rêya şer hebûn dike. Şer di eslê xwe de siyaseta wêranî û hilweşînê ye ku herî zêde bandorê li jinan dike. Xweza hate talankirin, zarokan jiyana xwe ji dest dan û civak mecbûrî koçberiyê bûn. Li dijî vê siyaseta mirin, talan û hilweşînê, divê em aşitiyê ava bikin. Bi bêdengbûna çekan aşitî nayê, aşitî tenê bi guherîna hişmendiya pergala kapîtalîst a mêrserdest pêk tê. Heta ku pergala ku jinê înkar dike ji holê nerabe, pêkanîna aşitiyê zehmet e.”

‘Divê em li ser çêkirina paşeroja xwe bisekinin’

Sebahat Tuncel di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan a resen û wiha got: “Nêrîna ku jinan tenê wekî ‘qurbaniya şer’ dibîne şaş e. Jinan di pêvajoyên şer de berxwedaneke mezin nîşan dane. Li dijî siyaseta şer, rastiya jinên berxwedêr heye. Jin ne tenê qurbanî ne, di heman demê de di pozîsyona berxwedan û têkoşîna azadiyê de ne. Li dijî pergala mêrserdest a ku li dijî jinan şer ragihandiye, divê helwesteke zelal bê nîşandan. Divê em malbata demokratîk ava bikin, di şûna avahiya malbatê ya ku jinan înkar dike de, ava kirina malbateke wekhev û demokratîk pêdivî ye. Divê em li ser çêkirina paşeroja xwe bisekinin. Pêdivî ye ku em hem li rojava hem jî li Kurdistanê behsa aşitiyê bikin û wê fêm bikin. Birêz Ocalan behsa aşitiyeke ku gel dê bi hev re muzakere bikin dike. Divê civak ji hişmendiya ‘Dewlet û PKK şer dikin, ew min eleqedar nake’ xelas bibe. Aşitî û şer bandorê li hemû gelan û cîhanê dike. Bûdceya ku ji bo şer tê veqetandin, xizanî û hejariyê bi xwe re tîne. Di civakîbûna aşitiyê de qanûn xwedî rola bingehîn in. Pirsgirêka Kurd ji ber ku dewletê maf û azadiyên gelê Kurd desteser kirin û înkar kir derket holê. Ji avabûna Komarê û vir ve polîtîkayên înkar û tunesazkirinê tên meşandin. Divê ev hişmendî bête derbaskirin. Hişmendiya ku bi salan e gelê Kurd înkar kiriye û digot ‘Kurd tune ne’, hîn jî berdewam e. Guherîna vê hişmendiyê xwedî girîngiyeke krîtîk e.”

‘Manifestoya Birêz Ocalan qonaxa nû ya têkoşînê diyar dike’

Sebahat Tuncel têkîldarî pêvajoya heyî de wiha nirxandin kirin: “Yek ji bangên herî girîng ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a banga 27ê Sibatê, mîsogerkirina mafên gelê Kurd di bin ewlehiya qanûnî de ye. Pêdivî ye ku mijara hemwelatiya wekhev, perwerdehiya bi zimanê dayikê û naskirina nasnameyê di çarçoveya qanûnî de cih bigirin. Jinên Kurd hem ji ber Kurdbûna xwe hem jî ji ber jinbûna xwe tê nedîtin; ev rewş ji bo civaka Elewî jî derbasdar e. Qanûna ku dê derkeve, gav bi gav bimeşe û di rêya aşitiyê de dê bibe qanûna gava yekem. Têkoşîna li pêşiya me qonaxeke nû ye. Ev qonax dê wekî pêvajoya ku têkoşîn tê de hîn mezintir bibe derkeve pêşiya me. Manifestoya Birêz Ocalan qonaxa nû ya têkoşînê diyar dike û rê nîşan dide. Kurd divê ji bo mîsogerkirina azadiya xwe nizam û sazûmaniya hewce ava bikin. Ya ku destkeftiyên Kurdan diyar dike dê têkoşîna me bi xwe be. Ji aliyê pêvajoyê ve, di şûna helwesta ‘bisekine û bibîne’ de, divê em di nav rêxistinkirinê de bin û xwedî helwesteke çalak û xwedîbeşdarî bin.”

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Sebahat TuncelXarpêt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sebahat Tuncel: Aştiya esasî bi mîsogerkirina azadiya gelê Kurd gengaz e

Sebahat Tuncel: Aştiya esasî bi mîsogerkirina azadiya gelê Kurd gengaz e

12 TÎRMEH 2026
Pîyê di şehîdan Fevzî Akbulut, dewa Karakoçanî de ame oxirkedene

Bavê du şehîdan Feyzî Akbulut hat definkirin

7 TÎRMEH 2026
Çawişê pispor jinek kuşt

Çawişê pispor jinek kuşt

31 GULAN 2026
Sabahat Tuncel hate berdan

Sabahat Tuncel hate berdan

5 NÎSAN 2026
Agirê Newrozê li warê Kawayê Hemdemî hat geşkirin

Agirê Newrozê li warê Kawayê Hemdemî hat geşkirin

11 ADAR 2026
Sebahat Tuncel: Jin pêşengê paradîgmaya nû ne

Sebahat Tuncel: Jin pêşengê paradîgmaya nû ne

4 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne