• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Amed / AW

21 ADAR 2026 - 12:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ku ji Newroza Amedê re peyam şand destnîşan kir ku ji bo pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li her derê bi ser bikeve divê pêngava siyasî bi qanûn bibe, hemû derfet bikevin xizmetê û wiha got: “Bi qasî ku li bakurê Kurdistanê ev pêvajo pêş dikeve li parçeyên Kurdistanê yên din jî pêşeroja Kurdan ewqas dibe garantî.”

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, ji Newroza Amedê re peyamek şand. Îlham Ehmed Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got: “Ji Qamişlo heya Amedê, heya Hewlerê, heya Mahabadê Newroza tevahiya gelê Kurd pîroz be. Me li Rojavayê Kurdistanê, salên şoreşê pir giran derbas kir. Gelek destkeftiyên mezin bi tekoşîna gelê Kurd li çar parçeyê Kurdistanê çêbûn. Me encamên gelek girîng derxistin holê. Em bi hevî bûn ku di astên bilind de van serkeftinê ku me bi dest xistinê em tacîdar bikin. Bi yasa, bi qanûn, bi fermîkirin. Lê mixabin rewşên girantir bi ser me de hatin. Car din di van rewşên giran de me dît ku em ne bi tena serê xwe ne. Me ji her parçe Kurdistanê gelê xwe, li pişta xwe, li keleka xwe dîtin. Ji bo vê piştgiriyê em we car din silav dikin. Di sala 2026an de bi destpêkeke nû, bi Newrozeke nû çawa ku di dîroka Kurdan de Newroz bû Newroza xilasiyê, bu roja nû ji bo tevahiyê gelên Mezopotamyayê îro car din di vê salê de em dibêjin Newroza 2026an wê ji bo tevahiyê gelê Kurd bibe Newrozeke nû.”

Îlham Ehmed bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha domand: “Em di wê baweriyê de ne ku pêvajoya aştî, çareseriya siyasî û demokratîk ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye pêvajoyeke çareserkirina siyasî ya mafê gelê Kurd e. Li Rojhilatê Kurdistan careke din pevajoyekê nû heye. Êdî dema rejîma ku bi salan e Kurdan bi darve dike bi dawî dibe. Serdemeke nû dest pê dike. Ev serdem serdema tifaq û yekîtiya gelê Kurd e. Li Başûrê Kurdistanê parastina destkeftiyan, parastina şoreşa ku li wê derê hatibû lidarxistin careke din erka tevahiya gelê Kurd e. Parçeyê herî mezin di Kurdistanê de Bakur e. Hejmar û potansiyela herî mezin li Tirkiyeyê ye, li Kurdistanê ye. Di vê çarçove de bi qasî ku Kurd piştgiriya hevdû bikin, ji hevdû re bi hêz bin wê dîrok careke din werê nivîsandin wê careke din hemberî hemû sîstemên ku bi sala ye Kurd bêmaf hiştinê mafên Kurdan çewisandine, bê îrade kirine derveyî pergalê hiştine êdî li hemberî wê dê bibin xwedî hêz û îrade. Baweriya me heye ku tevî hemû zor û zehmetî û dijberiya ku li hemberî Kurdan çêdibe, Kurd dê careke din wê hişmendî û îradeyê nîşan bidin. Nîşan didin jî. Pratîka wê heye. Rojane diyar dibe. Gav bi gav zanîsta Kurd îradebûn û hêzbûna wî derdikeve holê.”

Îlham Ehmed peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em li Rojavayê Kurdistanê di merheleya avakirinê de ne. Li Bakurê Kurdistanê jî merheleya avakirinê ye. Beşên Kurdistanê yên din jî li aliyekê şoreş heye li aliyê din avakirin heye. Di merheleyên avakirinê de jin bi temamî xwedî roleke girîng in. Ev hem di dîrokê de jî xwe diyarkiriye hem îro jî zêdetir rola jinan û ciwanan derdikeve holê. Ji bona vê biqasî ku jin û ciwan xwedî ked û fedakarî ne bi temamî di dîroka şoreşê de di avakirinê de jî dê careke din jin û ciwan bibin xwedî rol. Li ser vê esasê em dibêjin ku bi qasî ku li bakurê Kurdistanê ev pêvajoya çareseriya siyasî pêş dikeve li parçeyên Kurdistanê yên din jî pêşeroja Kurdan ewqas dibe garantî. Hêza Kurd li Bakur hêzeke mezin e. Gava ku bikeve liv û tevgerê weke lehiyê diherike. Ji bona vê bi hemû derfetên xwe tevlibûna vê pêvgava aştî û civaka demokratîk wê bigihe serkeftinê. Li ser vê esasê fedakarî û keda heta niha Rêber Apo daye û dide em bi germahî ji dil silav dikin. Ji bo ku ev pêvajo li her derê bi ser bikeve divê pêngava siyasî bi qanûn bibe divê hemû derfet bikevin xizmetê. Li ser vê esasê em careke din we silav dikin û Newroza we pîroz dikin. Em bawer in ji sedî sed salên pêşerojê salên hebûna gelê Kurd e û misogerkirina maf û serweriya Kurd e. Di vê çarçoveyê de ji bo aramî û xweşiyê û ji bo hemû girtiyên siyasî bên berdan têkoşîna herî bilind tê meşandin. Em cejna wan jî cejna hemû dayîk, jinan û ciwanan pîroz dikin û wan silav dikin.”

Etîket: Îlham EhmedKurdKurdistanpeyamRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne