• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe’

Fexredîn Kiliç - Omer Demîr / AW

21 KANÛN 2025 - 09:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endamê Konseya Navendî ya TTBê Mehmet Şerîf Demîr ku tev li komxebatê bû diyar kir ku pêvajoya heyî çiqas zû encam bigire dê ji bo tenduristiya gel jî ewqas baş be û got: “Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe.”

Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi dirûşma “Civaka Demokratîk û Tendurist” duh (20 Kanûnê) li Çand Amedê komxebatek li dar xist. Tenduristvanên ku ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê beşdarî komxebatê bûn mijarên “Civaka Demokratîk û Pêkhateyên Tenduristiyê”, “Dewlet û komun çi ne?” û “Entegrasyona demokratîk çi ye?” , “Di pêvajoya entegrasyona demokratîk de rol, erk û berpirsyariyên me” nîqaş kirin. . Komxebat dê îro jî berdewam bike. Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîjkan a Tirk (TTB) Mehmet Şerîf Demîr û rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Enqereyê Nûrûllah Sîvlîm têkildarî komxebatê û pêvajoya heyî ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Tenduristî ne tenê nexweşxane ne’

Şerîf Demîr diyar kir ji bo aştî û tenduristiyeke baş saziyên tenduristiyê her tiştî dikin û got: “Em weke qada tenduristiyê her dem difikirin ku em ji bo aştiyê dikarin çi bikin. Em dizanin di nava civakekê de aştî tune be tenduristî jî tune ye. Ev yek girêdayî hev e. Tenduristî ne tenê nexweşxane ne. Divê qada tenduristiyê li her qadê be. Ji bona wê em dibêjin bi tenê bedena mirovan baş be ji bo tenduristiyê ne bes e. Divê ji her aliyî ve mirov baş be. Kedkarên tenduristiyê di saziyên xwe de li ser vê mijarê gelek disekinin. Ji bo ku zilm xilas bibe, di dema nû de em ê çibikin ji bona wê em vê komxebatê li dar dixin. TTB di kongereya xwe de biryar girti bû ku ji bo aştiyê dest bi xebetan bike. Ji bo vê me ‘komên xebatê yên aştî û demokrasiyê’ ava kirin. Dawiyê hefteya borî jî li ser vê me komxebatek li dar xist. Em dizanin di rojekî de ev tevahî tişt pêk nayên ji bona wê xebatên me didomin.”

‘Em civakê çiqas tev li pêvajoyê bikin ewqas baş e’

Mehmet Şerîf Demîr destnîşan kir ew jî wekî TTB ji bo aştiyê xebatan dikin û wiha domand: “Ji bo ev pirsgirêk ji holê rabe pêvajoyek heye. Aliyê dewletê çi bike ew li ser milê wan e. Le divê em wekî tenduristvanan ji bo ev pêvajo ji civak û herkesî re baştir bibe divê li ser bisekinin. Em civakê çiqas tev li pêvajoyê bikin ewqas baş e. Wekî TTB û SES çi ji destê me were em ê bikin.”

‘Pêvajo encam bigire dê ji bo tenduristiyê jî baş bibe’

Mehmet Şerîf Demîr anî ziman ku ji bo tenduristiya civakê aştî pêwîst e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesek azad nebe, nikare gotine xwe bi awayekî azad bibêje, tenduristiya wî kesî jî nebaş e. Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî dê pêk neyê. Ev pêvajoya nû çiqas bigihije encamê dê ji bo tenduristiyê jî ewqas baş be. Em ê bikarin aştiyê çiqas mezin bikin divê em li ser vê bisekinin.”

‘Ji bo pêşketina diyalogê em xebatên xwe dimeşînin’

Rêveberê Şaxa SESa Enqereyê Nurullah Sîvlîm jî diyar kir ku ji bo bi dawî bûna tundiyê ew li her platformê dixebitin û wiha got: “Ji bo pêşketina diyalogê em xebatên xwe dimeşînin. Bi entegrasyona demokratîk civakeke aştîperwer dê ava bibe. Di dîrokê de dema şer de xizmetên tenduristiyê hatine qutkirin. Ji bo wekî berê xizmetên tenduristiyê qut nebin em li vir in û xebatên me dê bimeşin. Di pêvajoya entegrasyonê de ji bo di xizmetên tenduristiyê de wekhevî û parastina zimanê zikmakî em ê xebatan bimeşînin.”

Etîket: KomxebatMehmet Şerîf DemîrNurullah SîvlîmSESTTB
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarî ji bo Kurdî termên hevpar amade dike

Şaredarî ji bo Kurdî termên hevpar amade dike

8 TÎRMEH 2026
Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

12 HEZÎRAN 2026
Jin li dijî tundiyê hatin gel hev

Jin li dijî tundiyê hatin gel hev

11 HEZÎRAN 2026
Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

9 HEZÎRAN 2026
SESê li Amed û Wanê bertek nîşanî bertîl û kedxwariyê da

SESê li Amed û Wanê bertek nîşanî bertîl û kedxwariyê da

4 HEZÎRAN 2026
GABB komxebata ‘Aborî, komun û kooperatîfan’ li dar dixe

GABB komxebata ‘Aborî, komun û kooperatîfan’ li dar dixe

20 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne