• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heta deriyê Îmraliyê venebe baweriya kurdan bi kesekî nayê’

Fexredîn Kiliç / AW

28 MIJDAR 2024 - 08:14
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Raîfe Ozbey têkildarî geşedanên di rojevê de axivî û wiha got: “Me got belkî pêvajo ber bi başiyê ve biçe tecrîd rabe deriyê Îmraliyê vebe. Lê tecrîdê giran dikin. Heta deriyê Îmraliyê venebe û fikrên wî neyên girtin, baweriya kurdan bi kesekî nayê.”

Înisiyatîfa Dayikên Aştiyê, di sala 1999an de dest bi têkoşîna xwe kir. Înîsiyatîfê di encama 2’yemîn konferansa xwe ya ku di navbera 5-6ê Cotmeha 2013an de li Amedê li dar xist de biryar girt ku Meclisa Dayikên Aştiyê ava bikin. Meclisa Dayikên Aştiyê ji roja ku ava bûye ve ji bo ku şerê heyî bê bidawîkirin û aştiyeke bi rûmet pêk were li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê têdikoşe. Dayikên Aştiyê gelek caran ji bo ku şer bi dawî bibe û êdî kes neyê kuştin bûn mertalên zindî, carnan zivistan û havînan kon vedan û bi rojan li ber xwe dan. Carnan têkiliyên dîplomatîk bi rê ve birin. Lê dewletê gelek caran êrişî dayikan kir, ew darizandin û ceza kirin. Dayikên Aştiyê tevî van hemûyan têkoşîna xwe ya aştiyê domandin.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Raîfe Ozbey têkildarî têkoşîna xwe û geşedanên di rojevê de ji ajansa me re axivî.

Raîfe Ozbey qala xebatên xwe yên Meclisê kir û wiha got: “Niha jî tişta ji destê me tê em dikin. Me got belku pêvajo ber bi başiyê ve biçe lê başî û qencî tune ye. Me got belku tecrîd rabe deriyê Îmraliyê vebe. Bi Serokatî re hevdîtin çêbibin ka ew çi dibêje. Lê tecrîdê giran dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev ne tişteke hiqûqî ye. Ya rastî heq û hiqûq û edalet li vî welatî nemaye. Ji bo me kurdan qet tune ye. Her yek tiştekê dibêje lê baweriya me bi wan tune ye. Heta ku em encamekê negirin, heta ku hevdîtin çênebe baweriya me bi kesekî tune ye. Heta deriyê Îmraliyê venebe û fikrên wî neyên girtin, baweriya kurdan bi kesekî nayê. Bila pêşiyê vê yekê pêk bînin. Sed salan e neheqî li me tê kirin. Bila êdî dev ji vê tiştê berdin. Vê zilmê li ser me rakin. Me heq nekiriye em qebûl nakin. Ev pêvajo 40 sal in berdewam dike û her ku diçe xetere dibe. Her roj gerîla şehîd dikevin, leşker û polîs dikevin. Hêsirên çavên dayikan dirijin, kezeba dayikan dişewite, ev ne tişteke rast e.”

‘Qeyûm bêhiqûqî, bêedaletî û zilm e’

Raîfe Ozbey, bal kişand ser tayînkirina qeyûman a li şaredariyên ku DEM Partiyê bi dest xistibûn û wiha berdewam kir: “Qeyûm bêhiqûqî ye, bêedaletî ye, zilm e, weke ku maleke te hebe yek were te ji mala te derxîne, ev tişteke rast nîne. Em bi tundî şermezar dikin. Bila dest ji vê tiştê berdin. Di dinyayê de ev tişt nayê qebûlkirin. Em jî tu caran qebûl nakin. Ji ber ku Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer kurd bû qeyûm tayînî şuna wî kirin û pişt re dest avêtin şaredariyên me. Bi sûcdariyên derew vê yekê dikin. Evqas derew, neheqî û bêhiqûqî nabe, nayê qebûlkirinê.”

‘Wê heta kengî şer berdewam bike’

Raîfe Ozbey, qala nîqaşên li ser pirsgirêka kurd tên meşandin û tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wexta gotin diçin bi Serokatî re hevdîtinê dikin em gelek keyfxweş bûn. Me got belku vê carê bi xêr çareseriyek çêbibe lê mixabin hêviya me tune ye. Em ê bisekinin, bibînin ka dê çawa çêbibe. Di serî de bila deriyê Îmraliyê bê vekirin, bila siyasetmedarên me yên kurd bên berdan. Bila rêveberên me bi rêveberên tirkan re rûnin û çareseriyekê pêk bînin. Wê heta kengî şer berdewam bike. Wê heta kengî kuştin, girtin çêbin. Her roj balafirên şer radibin. Mesrefa van balafiran çiye? Ji me tê birîn. Kîloyeke xiyar bûye 70-80 lîre. Kîloyeke goşt vaye diçe hezar lîre. Mirov êdî nikarin xwarin bibin mala xwe. Mirov nikarin kirêya xwe bidin. Ev hemû ji ber vî şerê qirêj e. Hemû budçe ji vî şerî re diçe.”

‘Heqaret li herkesê tê kirin’

Raîfe Ozbeyê di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Heqaret li herkesê tê kirin lê tirk vê fehmê nakin. Yek dernakeve nabêje ev şerê qirêj ji bo çi berdewam dike. Madî manewî bi her awayî em tên pelçiqandin. Yekî tirk narabe vê nabêje. Nabêjin bila zarokên tirk û kurd neyên kuştin. Bila hêsirên çavên dayikan neyên rijandin. Me li her cihî got bila dayikên leşker û polîsan bên em destê hev bigirin, em li dijî vî şerî derkevin. Bila zarokên me neyên kuştinê neyên girtinê. Lê me tu bersiv ji wan negirt. Ew jî vê pergalê ji rêveberên xwe re napirsin nabêjin ev dê heta kengî berdewam bike. Bi me tenê jî nabe divê em dayik destê hev bigirin. Êşa dile me, hêsirên çavên me yek in. Hewceye em destê hev bigirin, pêşiyê li vî şerî bigirin. Êdî bes e ji vî şerî re. Heke wan jî gotibûya dibe ku şer sekinîbûya.”

‘Tiştek bi şer çareser nabe’

Raîfe Ozbey, bang li rêveberên dewletê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev welat di destê wan de ye bila vî welatî ji niha şunde hinek din jî bi paş ve nebin, bila bi pêş ve bibin. Bila rojekê xwe têxin şûna me, bêjin zarokê me yan li çiyê ye yan li qereqolan li operasyonê ye, rewşa wî çiye, ew ê sibê çi xeber jê were. Di serî de wekîlên kurd ên di nava AKPê MHPê de ne, di nav partiyên pergalê de ne, destên xwe deynin ser wijdana xwe. Daxwaza me ew e ku ev şer bisekine, xwîn nerije, dayik negirîn. Bi taybetî li welatê me, li Filistînê li her aliyê cîhanê yê şer heye bila êdî şer bisekine. Tiştek bi şer çareser nabe.”

Etîket: Dayikên AştiyêQeyûmRaîfe Ozbey
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Li ser sendelyeyê bi teker hate serdana şîna cangoriyan

Li ser sendelyeyê bi teker hate serdana şîna cangoriyan

23 TEBAX 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

19 TEBAX 2026
Jiyana bi êş û têkoşînê hatiye honandin: Rewşan Doner

Jiyana bi êş û têkoşînê hatiye honandin: Rewşan Doner

13 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne