• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Helepce êşa gelê kurd e

Şirnex / AW

16 ADAR 2025 - 12:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nûner û rêveberên DBP, DEM Partî û TJA, di salvegera 37emîn komkujiya Helebceyê de meşeke girseyî li dar xist. Nûneran komkujî şermezar kirin û xwestin hesab ji kujeran bê pirsîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yilmaz Sanri anî ziman ku Helepçe êşa gelê kurd e.

Di 37emîn salvegara komkujiya Helebceyê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî meşeke girseyî pêk anîn. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi tevlîbûna sazî û rêxistinên sivîl ên Şirnexê û parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez li ber avahiya DEM Partiya ya Cizîrê kom bûn û heta Qada Dortyolê ya Cizîrê meşiyan. Girseyê pankarta li ser, “Em komkujiya Helepceyê şermezar dikin” dinivîsî vekirin û heta Qada Dortyolê dirûşmeyên, “Bijî berxwedana gelê Kurd” berzkirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê DEM Partî yê Cizîrê Yilmaz Sanri axivî û got: “Rejîma Baas ji bo daxwaza azadiya Kurdan têk bibe bi çekên kîmyewî jin û zarok jî di nav de bi hezaran kes kuştin. Helebce ne tenê navê bajarekî ye di heman deme de êşa gelê Kurd e. Em tu car ve komkujiyê ji bîr nakin.”

‘Li dijî komkujiyan em tifaqa xwe ava bikin’

Piştre jî parlamenterê DEM Partî Mehmet Zeki Îrmez axivî. Mehmet Zekî Îrmez destnîşan kir ku ew komkujiya Helepcê tu car ji bîr nakin û got: “Gelê Kurd gelek caran di komkujiyên wisa re derbasbûne. Li her çar aliyen Kurdistanê komkujiyên bi vî rengî pêk hatine. Rejîma Baas ji bo ku serhildana gelê Kurd têk bibe komkujiyeke mezin pêk anî. Em dewletên ku bêdeng mane ji jî bir nakin. Li hemberî van komkujiyan gelê Kurd her tim li ber xwe da ye. Ji bo pêşi li van komkujiyan bê girtin divê em yekitî û tifaqa xwe pêk bînin. Yên ku ew komkujî pêk anîn taliya talî hatin darvekirin. Ji bo komkujiya Helebcê di qada navneteweyî de weke komkujî bê qebulkirin em ê tebikoşin.”

Etîket: CizîrDBPDEM PartîHelepçeMehmet Zekî ÎrmezŞirnexTJAYilmaz Sanri
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne