• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Helbestvan Mem Xelikan jiyana xwe ji dest da

22 TÎRMEH 2025 - 20:32
Kategorî: ROJANE
A A
Yek ji damezrîner û nivîskarên kovara Bîrnebûnê Dr. Mem Xelikan ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Dr. Mem Xelikan (Mehmet Ozsoy) sala 1956an li gundê Xelîkan a Konyayê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navendî û lîse jî li Enqereyê xwend. Sala 1975an li Zanîngeha Egeyê dest bi xwendina Fakulteya Tibê kir û sala 1980yî qedand.Piştî mezûniyetê, bi salan li Kulu û Enqereyê wekî bijîşk kar kir.

Helbestvan Mem Xelîkan yek ji damezirêner û nivîskarên Kovara Bîrnebûnê bû ku bi taybetî ji bo Kurdên Anatoliya Navîn dihate weşandin. Ji bilî helbestan, wî nivîsên çandî û folklorî jî dinivîsand. Di van salên dawî de bi taybetî bala xwe dabû ser kilamên Kurdên Anatoliya Navîn.

Pirtûka wî ya yekem a helbestan “Şevbider im” sala 2009an hat weşandin.

Pirtûka wî ya duyem jî bi navê “Serenad” e. Ev jî 2023an de hat weşandin.

Cenazeyê Mem Xelîkan ku li Enqereyê wefat kiribû, li gundê wî hat defnkirin.

Yek ji helbestên Mem Xelikan wiha ye:

Ne bes e

Evîna te ya min

Bi sewdaya xwe meyandî

Birîna te ya min

Bi germiya agirê Newrozê kewandî

Dîroka te ya min

Bi xwîna keç û xortan xemilandî

Qelendê te yê

Ne bes e

Bav û kalên min

Li ser axa te kon vekirin

Ji bo parastin û azadî ya te

Keç û xortan

Bi bisk û guliyên te yên zer de

Xwe dardakirin

Ne bes e

Ev çend sedsal in

Ji bo te di în û çiyan de

Li hember dijmin

Dest bi çekan sîng vekirin

Ji bo rizgariya te

Çend caran ava Dîcle û Feratê

Bi xwîna xwe sor kirin

Ne bes e

De bêje Dayîka Delal

Kîngê dest bidî me

Kîngê pêsîrên xwe yên spî

Dirêjkî lêvên me

Bes e înat neke

Hetanî azad nebûyî

Min bin ax neke

Bes e

Bîrnebûn hejmar 50, havîn 2011

Etîket: .XelikanEnqereJiyanMe
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Li Enqereyê bîranîna şehîdan di roja 2emîn de didome

9 ÎLON 2026
Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

25 TEBAX 2026
Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

24 TEBAX 2026
ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

22 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne