• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hat xwestin ku girtiyê nexweş Azad Încî were berdan

Enqere / AW

28 ADAR 2026 - 14:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş di daxuyaniya vê heftî de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ozgur Azad Încî û diyar kirin ku şert û mercên girtîgehê nexweşiya şîzofreniyê ya Ozgur Azad Încî girantir dike û daxwaza berdana wî kir.

Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş di hefteyê 603an de ji bo balê bikşînê ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan li girtîgehan li Cadeya Sakarya ya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Tedawî maf e, nayê astengkirin û girtiyên nexweş bila bên berdan” dinivisî hat hilgirtin. Endam û nûnerên însiyatîfe jî di daxuyaniyê de cih girtin û dirûşma “Tecrîd îşkence ye bila bi dawî bibe” hat berzkirin. Însiyatîfê di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ozgur Azad Încî yê ku di Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê de tê ragirtin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Rêveberê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Bariş Barişik ve hat xwendin. Bariş Barişik diyar kir ku li gor daneyên ÎHDê di girtîgehan de 335 jê girtiyên rewşa wan giran e û hezar 412 girtiyên nexweş hene û 230 girtiyên nexweş jî bi tenê serê xwe nikarin bimînin û tedawiya xwe bikin. Bariş Barişik anî ziman ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û ev yek dibe sedema binpêkirina mafê jiyanî.

‘Şert û mercên girtîgehê rewşa Ozgur Azad Încî girantir dike’

Bariş Barişik bi lêv kir ku Ozgur Azad Încî 26 sal in girtî ye û gelek caran sirgûnî girtîgehên cuda hatiye kirin. Bariş Barişik destnîşan kir ku tevî nexweşiyan jî Ozgur Azad Încî nayê berdan û wiha got: “Di sala 2007an de ji bo Azad Încî nexweşiya şîzofrenî hatiye tespîtkirin û ji wê rojê ve dermanên derûniyê bikar tîne. Lê tecrîd û şert û mercên girtîgehê nexweşiya wî girantir kiriye. Tevî vê yekê jî Azad Încî dema sewqî nexweşxaneya Lêkolînê ya Dewletê ya Kirşehîrê hatiyê kirin rapora ‘Dikare di girtîgehê de bimînê’ hatiye dayin. Ew yek jî nişan dide ku nexweşiya wî paşguh kirin e. Her wiha Ozgur Azad Încî sewqî Saziya Tipa Edlî jî hatiyê kirin û li wir jî nexweşiya wî paşguh kirin e. Sedema giranbûna nexweşiya Azad Încî yek jî şert û mercên girtîgehê ne. Azad Încî ji bilî 2 kesên pê re ragirtî ne nikare kesî bibînê û dernakeve cihê hewastendinê. Her wiha ava paqij a girtiyan nîn e û ev jî dibe sedem ku nekarin paqijiya xwe bi rêk û pêk bikin. Divê Ozgur Azad Încî li nexweşxaneyê were tedawîkirin. Her wiha divê nexweşiya Ozgur Azad Încî li ber çavan bê girtin bê berdan. Heke tiştek neyînî bibe berpirs rêyedarên ku rewşa Ozgur Azad Încî paşguh dikin e.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: girtiyê nexweş Ozgur Azad ÎncîÎnîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Tevî raporê girtiyê nexweş ê giran Necdet Koç bernadin’

‘Tevî raporê girtiyê nexweş ê giran Necdet Koç bernadin’

15 TEBAX 2026
Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak demildest bê berdan

Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak demildest bê berdan

1 TEBAX 2026
Tevî ku extiyar û nexweşe jî nayê berdan!

Tevî ku extiyar û nexweşe jî nayê berdan!

18 TÎRMEH 2026
Hate xwestin ku girtiyê nexweş Mehmet Alî Tosun ê 72 salî bê berdan‎

Hate xwestin ku girtiyê nexweş Mehmet Alî Tosun ê 72 salî bê berdan‎

11 TÎRMEH 2026
‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

13 HEZÎRAN 2026
Înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çagrici

Înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çagrici

23 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne