Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak û xwest demildest bê berdan.
Înisiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş di çalakiya 621an de li caddeya Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser ‘Dermankirin maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin’ dinivisî hate rakirin. Endam û nûnerên saziyên demokratik tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê heftî de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak ku li Girtîgeha Bakirkoyê ragirtiye.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Sevîl Yildirim ve hat xwendin.
Sevîlay Yildirim bi lêv kir ku nexweşiyên Fatma Tokmak ên weke dil, tansiyon, astim, varis û mîdeyê hene û wiha axivî: “Rewşa Fatma Tokmak di sala 2025an de girantir bû. Tevî ku di meha Nîsanê de piştî muayaneyê bijîşkan diyar kir ku divê kapakcixa dil bê guherandin hê jî dîroka ameliyata wê nehatiye diyarkirin. Dema rewşa Fatma Tokmak ber bi çav digirin divê bi awayekî rêk û pêk tedawiya wê bê kirin. Di van şert û mercan de mayina wê ya di girtîgehê de binpêkirina mafan e. Tevî rapora Weqa Mafê Mirovan a ‘Nikare di girtîgehê de bimînê’ jî Saziya Tipa Edlî ji bo berdana Fatma Tokmak lêkolîneke nekir. Tevî piştî rewşa nexweşiya wê giran bû serî li Saziya Tipa Edlî hatiye dayîn ku infaza wê taloq bike jî tu bersivek nehatiye dayîn. Divê Fatma Tokmak demildest bê berdan û tedawiya wê li derve bê kirin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.













