Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Necdet Koç û diyar kir ku tevî rapora ‘nikarê di girtîgehê de bimînê’ jî nayê berdan û got: “Di şert û mercên girtîgehê de jiyana wî di xeteriyê de ye.”
Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, 623emîn çalakiya xwe ya heftane li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên înîsiyatîfê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dermankirin maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin” dinivisî hat vekirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Necdet Koç ê di Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin.
Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî xwend.

Sevîl Turgut bi lêv kir ku li gor daneyên ÎHDê, herî kêm hezar û 412ê girtiyên nexweş hene û da zanîn ku ji van girtiyan 335ê wan rewşa wan giran e, 230 jî nikarin bi tenê serê xwe nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. 105 girtî her tim pêdiviya xwe ya kesan heye û 188ê wan divê her tim, bi rêk û pêk werin dermankirin. Sevîl Turgut bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Necdet Koç û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Necdet Koç 52 salî ye û di sala 2022an û vir ve di girtîgehê de ye. Necdet Koç beriya bikevê girtîgehê 120 kilo bû û ji ber nexweşiyan zede kilo daye û niha daketiyê 50-60 kîloyan. Necdet Koç nikare xwarinê bixwe û bi tenê serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike. Necdet Koç bi alîkariya hevalên pê re dimîne, dikare pêdiviyên xwe dabîn dike.”
Tevî raporê jî nayê berdan
Di dawiya axaftina xwe de Sevîl Turgut destnîşan kir ku tevî nexweşiyên giran jî Necdet Koç nayê berdan û wiha derbirî: “Nexweşiya wî ya weke êşa lebat heye. Ji ber êşa lebat krîzan derbas dike. Vê nexweşiyê bandor li ser tevger û axaftinên wî jî kiriyê. Hin caran weke ku felcê derbas dike krîzên mezin re rû bi rû dimîne. Ji ber vê nexweşiyê ne pêkan e jiyana xwe bi tenê serê xwe bidomînê. Her wiha di beze tîmus a Necdet Koç de tumor heye û ji ber nexweşî bi gurçika wî ya çepe jî girtiyê. Dermanên giran bi kar tînê. Ji ber van nexweşiyan jiyana wî di xeteriyê de ye. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê derbarê Necdet Koç de di rapor amade kiribû de diyar kiribû ku divê di 6 mehan carekê bi rêk û pêk divê were dermankirin, û infaza wî bê taloqkirin. Lê tevî vê yekê jî Necdet Koç nehat berdan. Şert û mercên girtîgehê ji bo jiyana wî xeteriyan dihewîne û divê demildest bê berdan. Divê Necdet Koç li dervê bi awayekî rêk û pêk be dermankirin.”













