Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, ji bo girtiyê nexweş Mehmet Alî Tosun ku endamê ÎHDê ye bang kir û xwest ew demildest bê berdan.
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, di hefteya 618emîn de çalakiya xwe li hundirê avahiya Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê berdewam kir û daxuyanî da. Endamên înîsiyatîfê û rêveberên ÎHDa Enqereyê û parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Dermankirin maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin” hate vekirin. Daxuyanî ji aliyê rêveberê ÎHDa Enqereyê Tanju Gunduzalp ve hate xwendin. Di daxuyaniya vî hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Alî Tosun (72) ku endamê ÎHDê ye. Daxuyanî bi rêzgirtina ji bo helbestvan Ahmet Tellî ku duh jiyana xwe dest dabû, dest pê kir.
Bi alîkariya hevalên xwe dijî
Tanju Gunduzalp diyar kir ku Mehmet Ali Tosun xwedî rapora seqetiyê ya ji sedî 53 e û wiha got: “Ew bi nexweşiyên dil û tansiyona zêde, têkçûna damarên mêjî, felcê ku berê derbas kiriye, pirsgirêkên prostatê, kêmbûna giran a dîtin û bihîstinê û pirsgirêkên diranan re têdikoşe. Ji ber ku kêm dibihîze ji her du guhên xwe gelek caran emeliyat bûye û niha jiyana xwe bi alîkariya cîhaza bihîstinê didomîne. Di sala 2018an de piştî ku xesar gihîşt mêjiyê wî, felc bû. Piştî vê bûyerê pirsgirêkên hevsengiyê dest pê kirin, tevgera wî ya meşê kêm bû û dest bi bikaranîna gopal kir. Ji bo pêkanîna hewcedariyên rojane hewceyê alîkariya hevalên xwe ye.”
‘Kêm dibihîze’
Tanju Gunduzalp destnîşan kir ku berî Mehmet Alî Tosun were girtin ji bo nexweşiyên xwe tedawiyeke birêkûpêk didît û wiha axîvi:” Piştî ku di 3yê Sibata 2026an de hate girtin û şandin girtigehê, ev tedawiya birêkûpêk hate qutkirin. Di destpêka girtinê de jî dermanên ku diviyabû bi awayekî domdar bikar bîne di wextê xwe de nehatin dayîn. Tevî derbasbûna demê, wî neşandin nexweşxaneyê û kontrolên pêwîst ên pisporan di warên dil, tansiyon, nerolojî, bihîstin û prostatê de nehatine kirin. Kêmbûna giran a bihîstinê şert û mercên girtigehê ji bo Mehmet Ali Tosun dijwartir kiriye. Yek ji amûrên bihîstinê yên wî xerab bûye û pîla ya din jî bi tevahî qediya ye. Di serdana dawî ya bi malbatê re ji ber ku pîl qediya bû, nikarîbû dengê xizmên xwe bibihîze û pêwendiyekî saxlem çênebû.”
‘Divê were berdan’
Tanju Gunduzalp bang kir ku Mehmet Ali Tosun û hemû girtiyên nexweş werin berdan û di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Divê cezayê wî bê taloqkirin û were berdan. Şert bê amadekirin ku tedawiya wî li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Gaziyê ya ku berê lê didomiy bi awayekî birêkûpêk bidome. Heta ku pêvajoya berdanê bi dawî bibe, divê dermanên wî bêkêmasî bên dayîn, cîhaza bihîstinê û pîla wê di cih de bên peydakirin, tedawiya wî ya li nexweşxaneyê neyê derengxistin û ji bo ku bikaribe jiyana xwe bidomîne, piştgiriya lênêrînê ya guncav ji wî re bê dayîn.”


















