• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gelê Kurd qadan bernade: Bijî berxwedana Rojava

Navenda Nûçeyan/AW

30 ÇILE 2026 - 08:37
Kategorî: ROJANE
A A
Li Londra, Norweç û Qanadayê gelek Kurdistanî û dostên wan ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û piştgiriya xwe anîn ziman.

Piştgiriya gelê Kurd û dostên wan li seranserî cîhanê berdewam dike. Li Ingilîstan, Qadana û Swîsreyê bi armanca piştgiriya Rojava û şermezarkirina çeteyên HTŞ û DAIŞê yên girêdayî Tirkiyê meş li darxistin û daxuyanî dan. Li Londrayê li dijî êrîşên li ser Rojava, Kurdistanî li herêma bakur a Ponders Endê kom bûn. Di çalakiya ku bi hezaran Kurdistanî beşdar bûbûn de êrişên çeteyan hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de sloganên, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava” û “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin. Ligel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan al û rengên Kurdistanî hatin vekirin. Li ser navê girseya li pişt pankarta, “Defend Rojava-Rojava biparêze” kombû, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku gelê Kurd êdî li hember çeteyên cîhadî û hevkarên wan bêdeng namîne.

Berxwedana Rojava berxwedana mirovahiyê ye

Berxwedana Rojava wekî berxwedana mirovahiyê hate destnîşankirin û ev peyam hatin dayîn: “Rojava berxwe dide, mirovahî berxwe dide, azadî berxwe dide. Îro pişta xwe li Rojava zivirîn, wê were wateya xiyanetê li nirxên azadî, demokrasî û wekheviya mirovahiyê. Çeteyên terorîst ên cîhadî êrîşî dilê Kurdistanê dikin. Û careke din Rojava ji bo mirovahiyê berxwe dide. Em jî ji bo Rojava ber xwe bidin û em ê Rojava û Kurdistanê azad bikin.” Piştî axaftinan, gel bi dirûşmeyan re ber bi herêma Waltham Cross ve meşiya. Di dema meşê de stran hatin gotin û gel bi diruşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava” kolanan dagirtin. Dema ku gel ji herêma Enfield a ku Kurdistanî pir lê dijîn derbas dibû, piştgiriya gel bi çepiklêdan û tilîliyên xurt bala herkesî kişand. Çalakî li Albany Park’ê bi dawî bû û gel bi çepiklêdan, dirûşme û tilîliyan re belav bû.

Helwesta çapemeniya kûrevî hate şermezarkirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî berdewam dikin. Li gorî bangewaziya saziyên Kurdan ên hevpar, di vê çalakiyê de bêdengiya medyaya Qanadayê ya li hember êrîşên li Rojava bi tundî hate protestokirin.
Girseya li ber avahiya navendî ya saziya weşanê ya Qanadayê CBCê kom bûn û saziyên medyayê yên ku qirkirina li Rojava nabînin şermezar kirin. Çalakvanan bi diruşmeyên, “Bêdengiya çapemeniyê hevpariya sûc e” û “Li Rojava qirkirin heye, bêdeng nemîne” bang li raya giştî ya Qanadayê kirin. Gelek kes bi tîşortên ku li ser wan, “Rojava rizgar bike” nivîsî bû, beşdarî çalakiyê bûn û peyamên piştgiriyê dan.

Dosya radestî çapemeniyê hat kirin

Piştî çalakiyê komek çalakvan ketin hundirê avahiya CBC’yê û dosyeyên ku li ser êrîşên li Rojava amade kiribûn radestî berpirsiyarên saziyê kirin. Çalakvanan gotin ku CBC divê rastiyên li Rojava bigihîne raya giştî û bêdengiya medyayê êrîşên dewleta Tirk teşwîq dike. Di dosyeyê de agahiyên li ser bombebarana sivîlan li Rojava, hedefgirtina binesaziyê û rewşa mirovî ya herêmê hebûn. Çalakvanan ji berpirsiyarên CBC re ev peyam şandin: “Ev bêdengî, hevpariya qirkirina li Rojava ye. Berxwedana Kurdan bibînin û li hemberî wê bêdeng nemînin.”

Li Osloyê gel bênavber têdikoşe

Li paytexta Norwêcê Osloyê çalakiyên piştgiriya Rojava berdewam kirin. Çalekven şev roj nabêje di çalekiyê dene. Roja 29ê Çileya 2026an derengê şevê li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Osloyê Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan. Di çalekiya şeve de êrîşên HTŞ, DAIŞ û piştgiriya dewleta Tirk a ji bo van komên çete ya li dijî Rojavayê Kurdistanê protesto kirin. Di çalakiyê de helwesta berxwedana gelê Kurd li hemû Kurdistanê hate silavkirin û diruşmeyên “Bîjî berxwedana Rojava”, “Bîjî berxwedana Kobanê”, “Gelê Kurd yek e”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bîjî berxwedana gelê Kurd” berz kirin.

Etîket: DAIŞHTSISISKurdistanLondraRojavaToronto
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

20 TÎRMEH 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Endamên DAIŞ’ê ji ber jenosîda li Êzidiyan hatin cezakirin

Endamên DAIŞ’ê ji ber jenosîda li Êzidiyan hatin cezakirin

13 TÎRMEH 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

20 HEZÎRAN 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne