• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Kurd li her derê xwedî li Rojava derdikeve

Bedlîs-Mûş / AW

29 ÇILE 2026 - 17:48
Kategorî: MANŞET
A A
Li Bedlîs û Mûşê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk û  Komeleya Alimên Îslamî ya Mezopotamyayê ya Mûşê êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Gel diyar kir ku dê her tim li gel gelê Rojava bin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê ji bo şermezarkirina êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê yên li ser Rojava, li navçeya Xelatê ya Bedlîsê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya ku li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Xelatê pêkhat de, pankarta bi nivîsa “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nabe” hate vekirin. Her wiha dovîzên bi nivîsa “Em nebin bira, em ê bibin şîva gura” û “Rojavaya Azad” hatin hilgirtin.

Girse li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeyê kom bû û heta cihê daxuyaniyê meşeke kurt li darxist. Di daxuyaniyê de Hevserokê DEM Partiyê ya Xelatê Fesih Bîtîm axivî û got: “Em êrişên li ser gelê Kurd yê Rojava qebûl nakin. Em van êrişan şermezar dikin.”

Piştre parlamentera DEM Partiya ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp axivî. Gokalp bal kişan ser êrişên li ser Rojava û got: “Rojava ji bo me ne tenê parçeyak ax e, remza jiyaneke azad e.” Gokalp bi bîr xist ku çete keziyên jinan jêdikin û wiha pê de çû: “Porê me dê her tim ji bo we bibe xewnreşk.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan jî da zanîn ku gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê bi yek dengî li dijî van êrişên hovane bertekên xwe tîne ziman û got: “Bila her kes bizanibe, gelê Kurd dê ruxmê hemû êrişan jî li gelê Rojava xwedî derkeve.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Rojava rûmeta me ye” bi dawî bû.

Mûş

Li Mûşê jî bi pêşengiya Komeleya Alimên Îslamî ya Mezopotamyayê ya Mûşê, li Parka Zarokan a li navenda bajêr ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rojava, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Gelek welatî û endamên Platforma Saziyên Demokratîk ên Mûşê beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseya ku li ber parkê kom bû, pêşî ji bo kesên ku li Rojava hatine kuştin ayetên Quranê xwendin. Piştî vê yekê, Yilmaz Çaglayan, serokê Komeleya Alimên Îslamî ya Mezopotamya ya Mûşê, diyar kir ku ew wekî alimên Îslamî êrişên li ser Rojava qebûl nakin. Pişt re, endamê komeleyê Yafes Dînar got, “Em qebûl nakin ku jinên li Rojava wekî xenîmetên şer werin dîtin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

 

Etîket: BêdlisÇalakîMüsaitRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

25 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026

Bîranînên Serhedê bi dawî bûn: Ew dê hertim rêya me ronî bikin

11 ÎLON 2026
Serhed şehîdên xwe bi bîr tîne: Bi xêra şehîdan ev mase hat danîn

Serhed şehîdên xwe bi bîr tîne: Bi xêra şehîdan ev mase hat danîn

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne