• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Agiriyê bi dilsozî Newroz pîroz kir: Kurd azadiya rêber û zimanê xwe dixwazin  

Agirî / AW

24 ADAR 2026 - 15:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Siyasetmedarên Kurd di pîrozbahiya Newroza Agiriyê de axivîn û gotin: “Gelê Kurd bi rûhê Newrozê yê têkoşer û berxwedêr wê li Serokê xwe li şehîdên xwe û li pêvajoya aştî û civaka demokratîk xwedî derbikeve.”

Li Bazara Kevn a Kayê ya li navenda Agiriyê pîrozbahiya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hate lidarxistin. Bi hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Beriya pîrozbahî dest pê bike welatiyan li ber stranan govend gerand. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dayika yek ji cangoriya Newrozê Sema Yuce, Zennure Yuce, Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmud Dîndar û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan tev li pîrozbahiyê bûn.

Ciwanan li qada Newrozê û li ser dikê posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Salih Muslim hildan. Her wiha wêneyên Rahşan Demîrel, Sema Yuce û Kemal Kurkut jî hatine hildan. Stranbêj Devrîm Çelîk û Aylîn Demîrkaya derketin ser dikê û strîn û gel li ber stranan wan govend gerand.

‘Ruhê berxwedêr me anî qadên Newrozê’

Parlamenter Necla Demîr pêşî axivî û wiha got: “Bi hezaran milet hatine çûyînê û bi hezaran Dehak jî hatine û çûne. Lê gelê Kurd li dijî hemû Dehakan jî li ser axa xwe jiyan kiriye û jiyan dikin. Ev jî bi xêre zanebûn, têkoşîn û berxwedanê bûye. Axa Kurdistanê axeke dewlemend e lewma hemû dewlet her tim êrişî axa Kurdistanê dikin. Gelê Kurd bi ruhê xwe yê berxwedêr û bi rêbertiya xwe hatiye roja îro ku li qadên azad Newrozê pîroz dike.”

Piştî axaftina Demîr, Zennure Yûce û siyasetmedaran agirê Newrozê pêxistin. Dûre ciwanan li dora agir govend gerand.

‘Newroz cangoriyan tîne bîra me’

Parlamenter Mahmut Dîndar jî axivî û bi bîr xist ku ev bi rojane gelê Kurd li qadan e û got: “Gel dibêje divê pêşiyê Serokê me azad bibe encax wisa ev pêvajo bi aramî pêş bikeve û serbikeve. Em jî li warê Ehmedê Xanî bang dikin ku em jî li pey paradîgmaya Abdullah Ocalan in û divê Rêberê me azad bibe ku axa me bibe baxçeyê gul û gulistanan. Ev sed sal e bi hezaran ciwanên me şehîd ketine. Heke îro li vê qadê em bikaribin biaxivin ev bi xêra şehîdên me ne. Em di şexsê Salih Muslim da hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Dema em dibêjin Newroz; Rahşan Demîrel, Mazlum Dogan, Zekiye Alkan… tên bîra me. Bi agirê ku wan bi bedena xwe xistî, agirê Newrozê bilind û geş dibe. Her wiha dema em dibêjin Newroz; Kemal Kurkut tê bîra me ku ew bi awayekî bêehlaqî hate qetilkirin. Em ê li ser xeta şehîdên Newrozê bimeşin û em ê xeta wan bi ser bixînin.”

‘Kurd azadiya rêberê xwe û nasnameya xwe dixwazin’

Paşê jî Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan axivî û ev yek anî ziman: “Em Newroza tevahî hevrêyên xwe yên di girtîgehan de, yên ku li Rojava têkoşînê didin û Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin. Ev Newroz newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekîtiya gelê Kurd e. Gelê Kurd û dostên Kurdan li dijî eriş û polîtîkayên şerên taybet xwedî li Abdullah Ocalan û pêvajoya aştî û civaka demokratîk xwedî derketin. Heke di van sir û seqeman jî gelê Kurd li qadên Newrozê be, wateyeke vê yekê heye. Wateyê wê ew e ku gelê Kurd azadiya Rêberê xwe, azadiya siyasetmedarên xwe, azadiya nasnameya xwe dixwaze.”

Pîrozbahî li ber stranan û gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: Abdullah ZeydanAgiriNewrozNewroza AgiriyêNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bîranînên Serhedê bi dawî bûn: Ew dê hertim rêya me ronî bikin

11 ÎLON 2026
Serhed şehîdên xwe bi bîr tîne: Bi xêra şehîdan ev mase hat danîn

Serhed şehîdên xwe bi bîr tîne: Bi xêra şehîdan ev mase hat danîn

9 ÎLON 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

16 TEBAX 2026
Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

12 TÎRMEH 2026
Nafî Ergun ê ku 22 salî bû hate girtin, di 52 saliya xwe de hate berdan

Nafî Ergun ê ku 22 salî bû hate girtin, di 52 saliya xwe de hate berdan

10 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne