• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

Daristan Pala / AW

16 TEBAX 2026 - 08:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan derbarê qanûna çarçoveyî û polîtîkayên qeyim de axivî û diyar kir ku girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyiman jî ji holê rabin û wiha got: “Dewletê di mijarên înkar, îmha û bişaftinê de paşve gav avêt û ev yek bi têkoşîna birêz Ocalan, ciwanan, jinan, miletê Kurd hate vê astê.”

Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bi derxistina “qanûna çarçoveyî” derbasî qonaxeke nû bû. Di 5ê Tebaxê de qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku ji 12 maddeyan pêk tê bi îmzeya 367 parlamenteran pêşkeşî Meclisê hat kirin. Qanûna ku di 8ê Tebaxê de ji Komîsyona Edaletê derbas bû, di 10ê Tebaxê de di Desteya Giştî ya Meclisê de hate qebûlkirin. Niha jî çavê gel li ketina meriyetê ya qanûnan e. Yek jî mijara ku tê meraqkirin, polîtîkaya qeyiman e ku ev dibe serdema sêyemîn berdewam dike.

Têkildarî qanûnê û mijara qeyiman Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku qeyim tayînî şûna wî hatiye kirin, ji bo ajansa me axivî.

Abdullah Zeydan diyar kir ku ev qanûnên derketî pêngaveke dîrokî ye, lê kêmasiyên wê jî hene. Abdullah Zeydan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek kes derveyî vê qanûnê hatine hiştin û wiha got: “Divê hebûna gelê Kurd, çand, ziman, perwerde û hwd. bi qanûnan bên pesendkirin. Lê em dizanin ku ev qanûna destpêkê ye. Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan dibêje ‘Min têkoşîna Kurdan ji sêdaran aniye ser maseyê’. Gelek bedelên giran hatin dayîn, lê me hebûna xwe ji dinyayê re da qebûlkirin. Dewletê di mijarên înkar, îmha û bişaftinê de paşve gav avêt û ev yek bi têkoşîna birêz Ocalan, ciwanan, jinan, miletê Kurd hate vê astê. Ji ber vê yekê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ev pêngav, ev qanûn êdî destpêka qebûlkirina hebûna Kurdan e. Pêngaveke keda 50 salan bû, lê bedela 500 pêngavan bû. Ji bo pêşketina pêvajoyê dîsa têkoşîn, tifaqbûn û ked lazim e. Di vê mijarê de jî Rêberê Gelê Kurd hişyariyê dide me, dibêje ku divê komîn bên avakirin, xwe bi rêxistin bikin.”

‘Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkaya qeyim ji holê rabe’

Bi domdarî Abdullah Zeydan bal kişand ser polîtîkayên qeyim û da zanîn ku qeyim ne tenê destserkirina avahiyekê ye, qeyim ne tenê talan û dizî ye ku çavkaniyên gel ji bo derdorê xwe pêşkêş dike û wiha pêde çû: “Kengî dewlet ji bo qebûlkirina Kurdan hem ji aliyê hişmendiyê ve hem jî ji aliyê qanûnî ve pêngaveke dîrokî avêt, ev ê bandorê li ser polîtîkayên qeyim jî bike. Ji ber ku qeyim înkarkirina Kurdan, netahamulkirina Kurdan e. Girêdayî pêvajoyê û gavan dê ev dosyayên li ber me dê bên xerakirin û hincetên qeyim ji holê rabin. Ji aliyê destkeftî û qebûlkirina nasnameya me de pêngaveke mezin hat avêtin, lê ev ne dawî ye. Hêviya me ew e ku qeyiman paşve bikşînin. Em li pratîka qeyiman jî dinêrin, bajêr perîşan kirine, tiştek nehêlane. Em dê careke din bi hev re, bi gelê xwe re, bi hişmendiyeke kolektîf û dînamîkên bajêr ve bajarên xwe bi rê ve bibin û van texrîbatan jî kêm bikin. Ji bo bidawîkirina van polîtîkayan divê em bi xîrettir tevbigerin û bixebitin.”

‘Bi komînan em dikarin civaka xwe ji şerê taybet biparêzin’

Di axaftina xwe de Abdullah Zeydan destnîşan kir ku aştî bi tena serê xwe têrê nake, divê komar jî demokratîk bibe û bi lêv kir ku heke em aştiyeke mayînde bixwazin, divê lingê wê yê demokrasiyê jî hebe û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “Her wiha divê lingê wê yê azadiyê jî hebe, ji bo her kesekî, ji bo Kurdan, ji bo nasnameyên cuda, ji bo baweriyan, ji bo parastina xwezayê, ji bo azadiya jinan. Niha civak têk çûye, malbatên me şerê hevdû dikin, ciwan kêran dikşînin hevdû, madeyên hişbir û fihûş di asta herî bilind de ye. Heke em jiyaneke komînal ava bikin, em ê bikaribin gel û ciwanên xwe li hemberî şerê taybet biparêzin û ji aliyê parastina xweza û civakê ve perwerdehiyê bidin. Heta rêveberiyên xwecihî azad nebin, îmkan û derfetên demokrasiyê asta herî bilind de nebin, ne komareke demokratîk tê ava kirin, ne jî ew dewlet dibe dewleteke hiqûqî û demokratîk.”

‘Divê gel şaredariyan kontrol bike’

Abdullah Zeydan banga tevlibûna xwebatan li welatiyan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji aliyê xizmetê ve gelek kêmasiyên me hene, lê heke em bixwazin ev pirsgirêk ji holê rabin, divê werin di nav avakirina komînan, meclîsan de cih bigirin. Biryarên şaredariyê didin tenê bila hevşaredar û koordînasyona şaredariyê nedin, gel jî bila nav van biryaran de be. Sazî jî bila nav van biryaran de bin. Heke kêmasî çêbû, wek hevşaredarek, rêveberek ketin kêmasiyan, hingî bila ev gel hesabê jî ji wan bipirse. Gelê me heqê wan heye çawa me hilbijêre, heqê wan heye bi heman awayî me paşve bikşîne. Wî çaxî dê kêmasiyên şaredaran jî kêm bibin, yên rêxistinê jî. Ji ber wê yeke hêviya me mezin e û morala me bilind e.”

Etîket: Abdullah Zeydanpolîtîkaya qeyûmanqeyim
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Qeyim wî ji kar avêt, niha jî penceşer lê peyda bûye: Alîkariyê dixwazim

Qeyim wî ji kar avêt, niha jî penceşer lê peyda bûye: Alîkariyê dixwazim

5 TÎRMEH 2026
Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

9 HEZÎRAN 2026
Dema qeyimê Mêrdînê 2 mehên din jî hate dirêjkirin

Dema qeyimê Mêrdînê 2 mehên din jî hate dirêjkirin

2 GULAN 2026
Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

1 GULAN 2026
Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

28 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne