• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gel li Rojava li dijî êrîşan derketin qadê

AW

2 KANÛN 2024 - 19:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên xwe dispêre wê daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman.

Şêniyên Qamişlo, Dêrik û Amûdê li hember êrîşên çeteyên dewleta Tirk meşên girseyî li dar xistin.

Qamişlo

Şêniyên Qamişloyê bi meşeke girseyî planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyeyê şermezar kirin û berxwedna gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê silav kir. Şêniyan bi dirûşma “Bi rihê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin” ji Çerxerêya Sonî heya Çerxerêya Şehîd Rûbar meşiyan. Di meşê de pankartên “HSD vîn û rûmeta me ye”, “HSD mertalê ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye”, “Berxwedan jiyan e”, “HSD gel e, gel li vir e” û “Axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê ji Erdogan re bibe goristan” vekirin.

Girse li Çerxerêya Şehîd Rûbar sekinî. Piştî deqeya rêzgirtinê endamê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Yûsif Kûtê axivî.

Yûsif Kûtî, diyar kir ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyey êrîşên dijwar ên qirêjî tên kirin û got: “Ev êrîş bi rêya çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê ango Cebhet El Nusra tê kirin. Berê pozên van çeteyan li Serêkaniyê, Til Birak û Til Hemîsê hatibûn şikandin. Ev çete bi desteka dewleta Tirk a faşîst a Erdoganî berê pusuleya xwe dana bakurê Sûriyeyê an ku Heleb, Idlib û Hemayê.”

Yûsif Kûtî, bal kişand ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî û wiha domand: “Gelê me yê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye dorpêçkirin. Gelê me yê li Şehba û Til Rifetê jî li gel êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di demeke zor û zehmet de ne.”

Yûsif Kûtî, bal kişand ser helwesta Rûsyayê jî û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Rûsyayê rê li ber Tirkiyeyê vekiriye da ku Mîsaqî Millî bi cih bîne û devera ji Heleb heya Mûsilê dagir bike.”

Yûsif Kûtî, bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li dora QSD’ê be û got: “Ji bilî îradeya me tu hevalbendên me nîn in.”

Dêrik

Şêniyên li Dêrikê jî bi heman armancê meşeke girseyî li dar xist. Şêniyan ji Qada Azadî dest bi meşê kir. Meş li navenda bajar veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen axivî û ev peyam da: “Em serî ji planên navneteweyî yên qirêjî re natewînin. Divê em berxwedana xwe ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mezin bikin.”

Amûdê

Li Amûdê jî bi sedan kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê meşek li dar xist. Meşê ji Çerxerêya Jina Azad heta Çerxerêya Şehîd Cîhad dewam kir. Endama Însiyatîfa Gel a bajarê Amûdê Murad Zoro li wir axivî û got ew amade ne her tiştî pêşkêşî koçberên Efrîn û Şehbayê bikin. Murad Zoro bang li şêniyan kir ku li dijî panên dagirkeriyê li qadan bin.

Etîket: AmûdêBakurDêrikQamişloRojhilatTebqaYûsif Kûtî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Li Dêrikê zarokekî 11 salî winda bû

Li Dêrikê zarokekî 11 salî winda bû

20 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

31 TEBAX 2026
Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne