• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Gel bi Abdullah Ocalan bawer e’

Veysel Avci /AW

26 TÎRMEH 2025 - 08:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endama MYKê ya DBPê Elîf Tîrenç Îpek anî ziman ku tevlibûna gel a civînan pir germ e û destnîşan kir ku gel bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer e.

Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di çarçoveya mercên demokratîk û aştiyane de gelek gav hatin avêtin. Piştî bangê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azas (TJA), Buroya Asrin Hiqûq, rêxistinên ked û pîşeyî ve nêzî 150 navendî “Civînên Gel ên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” hatin lidarxistin. Di civînan de bi hezaran welatî beşdar bûn û bang, pêvajo hate nirxandin. DEM Partiyê û saziyên din di 1ê Hezîranê de li Kurdistan û li Tirkiyeyê biryara civîna li 2 hezar navendî da. Heta niha zêdeyî hezar û 500 navendî civînên gel pêk hat. Civînên gel dê hata 31ê Tîrmehê bidomin. Civînên gel li Amed, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Sêrt, Agirî, Qers, Erzirom, Îdir, Wan û gelek bajarên din berdewam dike. Endama MYKê ya DBPê Elif Tirenç Îpek Ûlaş, têkildarî civînên gel û helwesta gel a li hemberî pêvajoyê ji Ajansa Welat re axivî.

Endama MYKê ya DBPê Prz. Elif Tirenç Îpek Ûlaş ku ji bo aştî, demoqrasî, wekhevî û bi taybet ji bo azadiya jinê bi destûra jin – Jiyan – Azadî têdikoşe çavdêriyên xwe yên li ser civînên gel parve kir. Elîf Tîrenç îpek anî ziman ku Rojhilata Navîn û Kurdistan di pêvajoyeke girîng re derbas dibe û wiha got: “100 sal di ser metingeriya Kurdistan û herême re derbas bû. Kurdan ji bo hebûn û azadiya xwe tekoşînek bêhempa da. Roj û salên ku em tê re derbas dibin divê encamê vê tekoşînê derxe holê. Ji bo gel zêdetir tevlî vê pêvajoyê bibe û rêxistina gel qewîntir bê kirin em van civînan pêk tînin.”
Emîf Tîrenç Îpek da zanîn ku ev civîn, di pêşengtiya TJA, DBP, DEM Parütiyê de tên amadekirin û rêvebirin û wiha axivî: “Hemû hêzên demokratîk û rêxistinên sivîl ên ku dixwazin beşdarî pêvajoya aştiyê bibin jî di nav plansaziyê de cih digirin. Ji bo hevdîtinê bi gel re, li tax û gundên bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê civîn têne lidarxistin. Em hewl didin ku nirxandin, fikar, pirs û hêviyên wan ên di derbarê pêvajoyê de guhdarî bikin û fêm bikin.”

Tevlibûna gel pir germ e

Li ser tevlêbûna civînan Elîf Tîrenç îpek destnîşan kir ku nêzîkî du mehan in, bi hezaran kes beşdarî civînan bûn û wiha pêde çû: “Ez bi xwe jî li Amedê beşdarî van civînan dibim. Nêzikbûn û tevlîbûna gel zêde zêde germ e. Bi hestiyarîyek kelecan e.”

Sînevîzyonê didin temaşekirin

Têkildarî naveroka civînan jî Elîf Tîrenç Îpek bilev kir ku di civînande perspektîfê partiyê tê xwendin û wiha lê zêde kir: “Li ser perspektifan nirxandin û şîrovekirin gelek zindî derbas dibin. Sînevizyona birêz Ocalan tê temaşe kirin. Li ser viya jî gel dîtin û ramanên xwe tînê ziman. Piratîkên şaredarîyên me û pêdivîyen gel tên nikaşkirin. Li ser pêvajoyê gel fikar û gumanên xwe tîne ziman.”

Elîf Tîrenç Îpek bibîr xist ku meraq, fikar û gumanên gel zêde ne û wiha got: “Gel ji dewletê ne bawer e. Hestên bêbaweriya dewletê zêde ne. Ji xapandinê û durûtiya dewletê ditirse. Nediyarbûna destxistinê gel û civakê gel zêde ditirsîne. Hin tiştan gel hem fêm nake hem qebûl nake. Bi taybetî, nebûna kiryarên berbiçav ji aliyê dewletê ve heta niha astengiyeke cidî li pêşiya têgihîştin û qebûlkirina pêvajoyê ji aliyê raya giştî ve diafirîne. Bo nimûne; pir caran pirsên ‘Ka ger gavên berbiçav neyên avêtin, entegrasyon dê çawa pêk bê?’ dipirsin.”

Li ser daxwaz û bendewariyê gel jî Elîf Tîrenç çavdêriyên xwe wiha parve kir: “Gel dixwaze destkeftiyê civakê bên parastin. Gel dixwaze muxatab zimanê xwe rast bikin û girtiyên siyasî serbest berdin. Dixwaze dewlet teqez mafên Kurdan û gelan ên civakî û siyasî qebûl bike û bi zagonan mîsoger bike.”

Kêmasiyên şaredariyan rexne dikin

Elîf Tîrenç da zanîn ku gel nediyariyên pêvajoyê rexne dike û got: “Zimanê dewletê pêvajoyê pêş naxe. Yek alî ye. Gel dîsa şaredariyên me şîrove dikin. Sistî û kêmasîyan wan rexne dikin û qebûl nakin. Kêmasiyan bi tundî rexne dikin.”

Gel rêveberan rexne dike

Têkildarî tevlêbûna jinan jî Elîf Tîrenç wiha axivî: “Tevlîbûna jinan ji hêla girseyî ve baş e. Bes ji ber ku demsal a xebatê ye, tevlîbûn hinek kêmtir e. Sedemek din jî ji bilî dema hilbijartinan neçûyina cem gel a partî û şaredariyan e. Gel pergala ku ji hilbijartinekê heta hilbijartina din, diçin serdanê red û rexne dike. Li hin deveran, çalakiya civînê bi xwe, ne tenê nîqaşkirina pêvajoyê, moral, coş û bextewariyek girîng diafirîne. Bi gelemperî jin û ciwan herî zêde meraq dikin ka pêvajo çi ye. Lê, piştî nîqaşên me yên hevkariyê, em dubare dibînin ku jin û ciwan ew kes in ku herî zêde pêvajoyê dipejirînin.”
Elîf Tîrenç bersîva pirsa “Çima jin zêdetir berê xwe didin aştî û demoqrasiyê?” bersivand û got: “Ji ber ku di şer û pevçûn û aloziyande jin du car, sê car … zêde tên pelçiqandin. Civaka di bin zilmê de jî li jinê zilmê dike. Her çend ev faktora sereke be jî, jinan di nîv-sedsala şer de bedela herî giran dane. Lê dîsa jî wan qet dev ji banga aştiyê bernedane. Îro, bêçekkirina çekan di bin pêşengiya jinan de pêşve diçe û dê berdewam bike.”

Gel bi Rêberê xwe bawer e

Endama MYKê ya DBPê Elîf Tîrenç Îpek nêzîkatiya gel a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxand û got: “Helwesta gel li ber daxûyanîya birêz Ocalan gelek germ û hestiyar e. Gel bi rêberê xwe ewleye. Berpirsiyarî û nûnertiya wî qebûl dike û biwîrebûna xwe tund tîne ziman. Gel ji ber nêzîkatiyên dewletê bi fikar nêzî pêvajoyê dibe. Ji ber vê yekê zêdetir çavdêriyê dike. Ji ber vê yekê xebata esasî rêxistinkirina civakê ye. Gel bê fikar tev li civînan û rêxistinê dibe. Lê divê mirov bêtir gel tev li rêxistinkirinê bike. Ji ber vê yekê em ê demên pêş de xebatên komunan bimeşînin. Xebatên komunan perspektifa vê demê ye. Civîn û serdanên gel di heman demê de perspektifa rêxistinkirinê ye.”

Etîket: Banga Abdullah OcalanCivînên gelDBPDEM PartîElîf Tîrenç Îpek ÛlaşTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne