Amed – Siyasetmedar Faysal Sariyildiz diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê di encama 10 salan de neçar ma ku pêvajoyê ji nû ve bide destpêkirin û wiha got: “Tirkiye di encama 10 salên derbasbûyî de kete rewşeke desttengiyê. Ji ber desttengiyê êdî nikarîbû faîza deynên xwe yên li derve jî razine.”
Lêgerîna çareseriya ya sala 2012-2013an ku di raya giştî de weke “Pêvajoya Çareseriyê” hat pênasekirin, di Tîrmeha 2015an de bi temamî hilweşiya. Dîroka 24ê Tîrmeha 2015an, bi destpêkirina operasyonên esmanî yên berfireh û hemwext ên Artêşa Tirkiyeyê dawibûna pêvajoyê û li dijî çareseriyê dest bi pêvajoyeke dijwar a şer kir. Pêvajoya Çareseriyê ne tenê bi rûdanekê, di encama kombûna geşedanên konjonktûrel, leşkerî, herêmî û siyasî de têk çû.
Piştî 10 salan bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kir û nêzî sal û nîv e didome. Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz derbarê têkçûna pêvajoya 2013-2015an, nêzikatî û sekna dewletê axivî.
‘Kurd bi fikir û ramanên Rêber Apo polîtîze bûn’
Faysal Sariyildiz diyar kir ku pêvajoya di navbera salên 2013 û 2015an de pêvajoyeke hêja bûye û wiha got: “23 sal berê Rêber Apo digot ‘Netewe-dewlet bi vê şêwazê di Rojhilata Navîn de nikarin desthilatdariya xwe bidomînin.’ Piştî sala 2011an pêvajoyek hat destpêkirin. Gelek dewletên despotîk hatin ruxandin. Desthiladarî çûn. Ji Yemen, ji derê din, ji Tûnûsê dest pê kir. Derbasî Lîbya, Misrê û Suriyeyê bû. Gelek deveran gelan li ber xwe da, desthilatdarî diçûn. Textê gelek kesên despotîk jî hatin xwarê. Wexta ku di sala 2012an de derbasî Rojava bû, gelê Kurd û Rojava jî bi fikir u ramanên Rêber Apo polîtîze bibû. Di Hikumeta Tirkiyeyê de wê wextê jî fikrek çêbû. Got ‘Wisa dewam bike wê ji bo min jî tiştên ne baş bin.’ Desthilatdariya Tirkiyeyê wê demê pêvajoya 2013an erê kir. Ji ber çi? Digot ‘Ji aliyekî ve ez ê pêşiya destkeftinên mezin yên Kurdan jî bigrim, heke şer raweste, ev rêxistin di nav xwe de rizandinekê bijî, di nav demê de êdî ew ê hêza xwe winda bike. Ez ê ji vê pêvajoyê jî bi serkeftî derkevim.’ Xwest li ser vê jî ji xwe re hinekî prîm bike. Bes li gorî wan çênebû. Di vê navberê de di nava du salan de gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bi hezaran sazî û dezgeh vekirin.”
‘Heviya desthilatê bêbandorbûna tevgera Kurd bû’
Di berdewama axaftina xwe de Faysal Sariyildiz anî ziman ku Şoreşa Rojava ji bo hemû mirovahiyê destkeftiyeke mezin bû û gelê Kurd xwe ji mirovahiyê re kir mertal û wiha domand: “Gelê Kurd cîhanê ji tarîtiyekê û ji qetliyameke mezin parast. Piştî demekî şoreşgerên cîhanê yên enternasyonalîst berê xwe dan Rojava. Ji rêxistina çep ya Tirkiyeyê, sosyalîst, demokratîk bi hezaran çepgir berê xwe dan Rojava, milê xwe dan milê zarokên Kurdan. Ew şoreş pêk hat. Şoreş bi sînor nema. Sîtava wê, bandora wê me li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê jî dît. 7ê Hezîrana 2015an de hilbijartinek pêk hat. Êdî di qada siyaseta legal û demokratîk de Kurdan rastî jî destkeftiyên mezin bidest xistin. Di 7ê Hezîranê de ji sedî 13 zêdetir deng hatin standin, 6 milyonan zêdetir deng hatin standin. Ev tiştekî nû bû di Tirkiyeyê de. Desthilatdarî hêvî ji wê pêvajoyê dikir ku bi ser bikeve, tevgera Kurd bê bandor bibe, pêşiya destkeftiyan were girtin, hema dît ku berovajiyê wê pêk hat. Ne tenê Devleta Tirk, gelek klîkên ku xwediyê dewletê, netewe-dewlet konsensusek kirin, lihevhatinek kirin. Ew pêvajo bi navê ‘Plana Çokdanînê’ bi nav dikirin, ew konsepta hovitiyê xistin meriyetê. Ew pêvajo wisa xirab bû.”
‘Tirkiye di dawiya 10 salan ket desttengiyê’
Faysal Sariyildiz dest nîşan kir ku di nava 10 salan de Dewleta Tirkiyeyê çi di destê wê de hebe ji bo fetisandina tevgera Kurd bi kar anî û wiha pê de çû: “Tê bîra min wexta ku ew şerê rêveberiya xweser di sala 2015an de dest pê kir, di dawiya 2015an de, gelek bajarên Kurdistanê hatin ruxandin. Dewleta Tirk di vê pêvajoyê de gelek sûcên mirovahiyê kir, gelek sûcê şer kir. Li Cizîrê me bi çavê xwe dît. Di jêrzemînan de 143 sivîl, ku tekoşîneke polîtîk dimeşandin, zindî zindî li ser bedenên wan neft hat vala kirin û hatin şewitandin. Ev sûcekî mezin ê mirovahiyê bû. Tirkiye ev anî ber çavê xwe. Ji ber ku hem desthiladariya Erdogan 7ê Hezîranê têk çû. Di wê demê de desthilatdariya Erdogan hemû derfet anîn holê, dewletê dema ku dît di siyaseta xwe de têk çûye, xwest konsensuseke nû û pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Yanî ji serî heta binî, di van 10 salên dawî de ti sûcê li dijî mirovahiyê nema ku Dewleta Tirk bi ferman û talîmatan nekiribe. Tirkiye di qada navneteweyî de şermezar û rezîl bû. Bûdceyeke gelekî mezin ji bo vî şerî hat veqetandin. Bi sed hezaran leşker, polîs, hêzên paramîlîter ên biheqdest û cerdevan anîn Kurdistanê. Bi hezaran saziyên nû yên leşkerî û baregehên leşkerî yên nû hatin vekirin. Hemû rê û rêbazên tundîtitiyê hatin bi kar anîn. Armanca wan ew bû ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd bifetisînin. Di heman demê de bê rawestan êrîşî Rojava kirin. Li Rojava sûcên giran ên li dijî mirovahiyê hatin kirin; nexweşxane û tesîsên avê hatin bombebarankirin. Rojekê zêdetirî 100 balafirên şer êrîşî Efrînê kirin û li wê derê sivîl hatin bombebarankirin. Tirkiye di encama van 10 salan de kete rewşeke desttengiyê ku êdî nikarîbû faîza deynên xwe yên derve jî bide. Di encamê de neçar man ku pêvajoyeke nû bidin destpêkirin.”
‘Birêz Ocalan jî bi şêwazekî erênî bersiv da’
Faysal Sariyildiz bi lêv kir ku pirsgirêka herî mezin a pêvajoya niha ew e ku Dewlet hîn jî dev ji xwe kuretî û serhişkiya xwe ya serdestiyê neberdaye û ev tişt gotin: “Hîn jî helwesta wê mirov tehrîk dike û xwedî heman nêzîkatiyê ye, bo mirovan jî, bo civakê jî ev derbasdar e. Ku tenê bi hêza xwe ya tundiyê hêvî bike ku encamê bigire, ê rêbaza danûstandinê jî hinekî li gorî wê şekil dide. Ev pêvajo bêguman ji bêçaretiya dewletê, berî niha bi 2 salan bi wê tevgera Devlet Bahçelî ku serokê partiya herî nijadperest a Tirk e di Meclisê de bi wê tevgera wî ya sembolîk hat destpêkirin. Ev 23 sal in Rêber Apo gelek caran di analîza xwe de jî dibêje, ‘Têkoşîna çekdarî ya Kurd rola xwe lîst.’ Heta salên 1993-94’an. Jixwe hûn dizanin agirbesta me ya yekemîn hingê hat îlankirin. Rêber Apo ji hingê ve dibêje em li muxatabekê digerin da ku em pêvajoyeke din bidin destpêkirin. An ku dibêje şerê çekdarî tenê gelan li pêşberî hevdû hişktir dike, çiqas di navbera wan de mesafeyê veke, texrîbatê li ser civakê dike. Hem li ser civaka Tirk hem ya Kurd hem jî li ser hemû gelên li Tirkiyeyê fatûreyeke mezin a şer heye. Em dixwazin rê û rêbazeke din a diyalogê vebe. Ev 23 sal in Birêz Ocalan vê dibêje. Piştî ku ev gava sembolîk hat avêtin ji hêla dewletê ve, ev gotin hatin kirin. Birêz Ocalan jî bi şêwazeke erênî bersiv da.”
‘Rêberê Gelê Kurd, tevger azadiyê û gelê Kurd heman tiştî dibêjin’
Di berfirehiya axaftina xwe de Faysal Sariyildiz li ser gotinên ku bi destpêkirina pêvajoyê hatine gotin rawestiya û wiha axivî: “Bahçelî got ‘Bila çekan deynin, werin di meclisê de siyasetê bikin.’ Ev tişt tê çi wateyê? Ev bangawazî ji tevgera azadiyê re bû, ji gerîla re bû, ji mîlîtanan re bû, ji serokatiya wê re bû. Piştre jî ji yên din re. An ku bi hezaran kes di nav vê tevgerê de di asta cuda û qadên cuda de têkoşînê didin, ji wan re bû. Gelek Kurdan di cih de bersiv da. Hûn dizanin 27ê Sibatê Rêber Apo piştî wê tevgera Bahçelî ji PKKê re bangawaziyek kir. PKKê di cih de, hê çend roj bi ser re derbas nebûyî civiya, kongreyeke awarte kir û xwe fesix kir. Gotin ‘Êdî em bi bangawaziya Rêber Apo ve girêdayî şerê çekdarî jî diqedînin.’ Lê heta niha nêzîkî 2 sal wext derbas bû, dewleta Tirk hê ti gav neavêtine. Yanî hinek bi vê quretiyê ve girêdayî ye. Hîn jî dibêje ‘Çi bibe ez ê bêjim wê ev be, ez ê li ser wan ferz bikim ew ê bipejirînin, ev pêvajo wê wisa bidome.’ Halbukî Rêber Apo jî, tevgera wî jî û gelek Kurd jî, dînamîkên din ên tevgera azadiyê jî heman tiştî dibêjin.”
‘Rûmeta mirovahiyê li ser hemû nirxan e’
Faysal Sariyildiz bi lêv kir ku meseleya entegrasyon û xwişk û biratiya gelan di nav civakê de xelet tê fêm kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha peyva xwişk û biratiya gelan. Ne mesela em bêjin lîteratûreke akademîk e, yanî di vir de ev tê gotin, gerek hiqûqeke wisa ava bibe, her kes xwe weke hevdu bibîne. Biratî ev e. Li Almanyayê di qanûna wan a bingehîn de maddeya yekemîn çi ye? Dibêje ‘Rûmeta mirovahiyê li ser hemû nirxan e.’ Binêrin yanî behsa gelek Almanan nayê kirin, behsa neteweya Alman nayê kirin, behsa berjewendiya din, beşeke civakê nayê kirin. Yanî berî her tiştî tiştekî gerdûnî ye. Ji ber ku Almanya jî di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de gelek ders girtin, ji ber ku ew feraseta wan a ku dimeşandin bû felaketa wan, dawiya wan anî. Êdî bi şiklekî din xwe organîze kirin, qanûna xwe ya bingehîn li gorî wê serast kirin. Ya Tirkiyeyê jî gerek wisa be. Birêz Ocalan ji ber wê yekê dibêje ‘Em bi hezaran salan e bi hev re dijîn, gerek em vê bi hiqûqeke rast tacîser bikin û her kes samîmî nêzî vê pêvajoyê bibe û hiş û hestiyariya hev hebe.’ Yanî ev tişt çi maneyê dide? Zimandirêjî pêşberî rûmeta me, nirxê me nekin. Yanî ev nêzîkatî divê ji bo gelê Kurd jî, ji bo civaka civaka Tirkiyeyê jî hebe.”













