• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ez nikarim bi Tirkî xwe bînim ziman’

Enqere / AW

20 TEBAX 2025 - 16:33
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Dayikên Aştiye xwestin di komisyona meclise de bi Kurdî biaxivin. Lê ji ber astengiyan bi Tirkî axivîn. Dayikan destnîşan kir ku ji bo aştî pêk were divê dewlet jî gavan baveje û gotin: “Ez nikarim bi Tirkî xwe bînim ziman. Ez dixwazim bi kurdî biaxivim.”  

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin li meclîsê civîna xwe ya 5emîn li darxist. Di civîna 5emîn de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Wakfa Tahîr Elçî, Komeleya Hevgirtina Mazlûman (Mazlûm-Der) guhdar kirin. Civîn bi axaftina Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş dest pê kir.

Piştrê jî Dayikên Şemiyê axivîn û daxwazên xwe anîn ziman. Piştî Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê axivîn. Dayikên Aştiyê xwestin xwe bi Kurdî bînin ziman. Lê bi hinceta “Tuzuka meclise de ji bilî Tirkî axaftin qedexeye” destûr nedan ku Kurdî biaxivin.

‘Madem pêvajo heye bila şer rawestê’

Di serî de dayika Aştiyê Nezahat Teke axivî. Nezahat Teke bi lêv kir ku ew dayikeke Kurd e û heke bi Kurdî biaxivê wê xwe baştir bîne ziman. Lê ji ber ku Kurdî qedexeyê nikariyê axaftina xwe bi Kurdî bike. Nezahat Teke bi van gotinan axaftina xwe domand: “Ez nikarim bi Tirkî xwe bînim ziman. Lê heta ku têr kir ez ê bêjim. Lê ez Kurd im û êşên ku min kişandin Kurdî bûn. Jiyana min jî Kurdî ye. Dema komîsyon ava bû em hevîdar bûn. Ji komisyonê bendewariya me ew ê ku dewlet gavên şenber baveje. Divê Birêz Abdullah Ocalan ji girtîgehe derkeve û rastê rast piştgiriya pêvajoyê bike. Dibêjin bila çekan berdin. Lê divê dewlet jî gavên şenber baveje. Em pir mirin. Yên ku pir mirin aştiyê dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Keça min li dijî tecride agir berda xwe. Dema qala tecride dibê pir ditirsim. Behna porê keça min ê şewitî tê bîra min. Dilê me şewitî bila yê tu dayikan neşewite. Min salekê cezayê girtîgeha malê girt. Madem şer tune ye çima mirov dimirin. Hê jî em bi dengê balafirên şer şiyar dibin. Madem Komîsyon heye, madem pêvajo heye wê demê bila ew şer raweste. Heke yên ku çek berdan werin vir û bi cezayê muebetê bên darizandin, dê çawa yên din îkna bibin. Em dayik dixwazin rûpeleke nû vêbikin. Bila tu dayik negrîn. Ez bi Tirkî nikarim biaxivim. Min li vir nekarî bi zimanê xwe yê dayikê biaxivim ji ber wê jî pir şikestim.”

‘Divê komîsyon bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’

Piştrê jî Dayika Aştiyê Turkiye Bozkurt axivî. Turkiye Bozkurt jî diyar kir ku wê dixwast Kurdî biaxive lê ji ber ku destûr nehatiyê dayin Tirkî wê biaxivê û ev tişt gotin: “Birêz Abdullah Ocalan qet şaşî nekiriyê û niha şûn ve jî nake. Gelê Kurd li wî bawer e. Em dixwazin komîsyon li Birêz Ocalan guhdar bike. Ji ber ku muxatabê rast ew e. Divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin. Keça min gelek care hat girtin û berdan. Niha careke din hat girtin. 27 sal in keça min di girtîgehe de ye. Divê girtî bên berdan. Ew gav bên avetin. Baweriya gel tune ye. Tu gav nehatinê avetin. Kurdan hemû gavên ku diketin ser milê wan avetin. Lê ji aliyê dewletê ve hîn tu gav nehatin avetin. Divê birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Lê divê ew jî bi qanûnan bibe. Îro berdin û sibe bigirin ew jî nabe. Ji bo ku me got bila tu kes nemirin. Li ser 20 doz ji me re hatiyê vekirin. Divê komîsyon bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike”

‘Em azadiya birêz Abdullah Ocalan dixwazin’

Herî dawî jî Dayika Aştiyê Rabia Kiran axivî. Rabîa Kiran bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir. Lê ji ber mudaxaleye Tirkî berdewam kir. Rabia Kiran anî ziman ku ew piştgiriya pêvajoya aştiyê dikin û ev tişt got: “Em di serî de azadiya birêz Abdullah Ocalan dixwazin. Bila bê meclise û gotinên xwe bike. Lê hê jî tecrit heye. Em dema di nava gel de digerin ji me re dibêjin ka aştî. Madem aştî heye çima tu gav neavetin. Heke maf, hiqûq û edalet hebûna kes nediçû serî çiyan. Em weke Dayikên Aştiyê li vir in. Heke ez bi Kurdî biaxiviyama min ê xwe baştir bianîna ziman. Gel li pişt banga birêz Abdullah Ocalan e. Banga me ji dayikên polis û lêşkeran e. Dibêjin bila welat sax bibe. Lê heke me destê hev bigirta hem welat û hem jî zarokên me wê sax bibûna. Dibêjin bila Gerîla çekên xwe dînin û werin Tirkiyeyê. Bi çi şertî wê werin. Ku bên Tirkiye dê cezayê muebetê bidin. Aştî wisa nabe. Bila ew jî werin siyasetê bikin. Bila çapemenî vî zimanê xwe berde wan bisekinînin. Madem aştî wê bibe vî zimanî berdin ku em bikarin li hev werin. Em dayikên gerîla û lêşkeran derde hev dizanin. Tu kes bi kuştin û girtinê nikarê bigeheje cihekî.”

Bi guhdarkirina dayikan rûniştina yekem a civînê bi dawî bû. Di rûniştina 2an de ÎHDê, Mazlûm -Der û Weqfa Tahîr Elçî wê bê guhdarkirin.

Etîket: Dayikên AştiyêDayikên ŞemiyeKomîsyona DemokrasîKurdîtirkîziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne