• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Endamên MEBYA-DERê: Saziya me bi keda cangoriyên me hate avakirin

Abdullah Esen / AW

18 SIBAT 2026 - 10:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sêrt – Malbatên cangoriyan li Sêrtê ku tev li vekirina MEBYA-DERê bûn diyar kirin ku cara yekemîn li bajarê wan saziyan malbatên cangtoriyan tê vekirin û gotin ew bi vekirina saziyeke wisa hem xemgînin û hem jî kêfxweş in û daxwaza aştiyek mayînde kirin.

Li Sêrtê yekem car Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) hat avakirin. Malbatên ku zarokên wan di têkoşîna azadiya Kurdistanê de canê xwe ji dest dane, tev li merasîmê vekirina MEBYA-DERê bûn û derbarê vekirina saziyê de ji ajansa me re axivîn.

Malbatan ev yek anîn ziman: “Ev der cihê şehîdên me ye, em ê her dem jî bi ser bikevin û em ê tu carî têk neçin. Îro ev der ji bo xatirê şehîdan hatiye vekirin.”

Dayîka bi navê Taybet Tekîn got ku ew bi zarokên xwe yên ku di têkoşînna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane serbilind in û got: “Ev der cihê şehîdên me ye û ev sazî ji bo xatirê şehîdan hatiye vekirin. Em bi şehîdên xwe serbilindin, me serê xwe netewandiye. Me wan bi zehmetî mezin kir. Îro ev sazî jî bi saya serê wan hatiye vekirin.”

‘Em dilşewitîne’

Dayîka bi navê Wetha Kaçar a ku tev li vekirina saziyê bû hestên xwe yên kêfxweş ji bo vekirina saziyê anî ziman û got: “Ev bi salan e saziyeke wisa li vir nehatiye vekirin. Em dayîk û bavên şehîd û gerîla ne, hemû jî dilşewitîne û zarokên xwe di vê rê ye de ne. Kesên ku vekirin û kesên ku lê bibin xwedî mala wan ava be.”

‘Divê em bibin layîqên şehîdên xwe’

Dayîka Hediye Ozer jî hestên xwe yên ji bo vekirina saziyê bi xemgînî anî ziman û got: “Ev cara yekemîne ku saziyeke wisa li vir tê vekirin û malbatên şehîdan hatine cem hev lê xwedî derketine. Em vê saziyê li hemû malbatan û li Serok Apo pîroz dikin. Her wiha li şehîdên Helebê di şexsê şehîd Zeyad û hevala Denîz de em li wan jî pîroz dikin û em diyariyê hemû şehîdan dikin. Hatine me ya li vir bi tenê têrê nake divê em li saziyê bibin xwedî, mezin bikin da ku em bibin layîqên van şehîdan.”

‘Em bi saya serê wan şehîdan hatine heta vê astê’

Nacî Ozer jî diyar kir ku ew ê li saziya xwe xwedî derbikevin û anî ziman ku ew ê heta dawiyê li pişta zarokên xwe bin û wiha got: “Me soz daye şehîdên xwe û em ê ji şopa wan dernekevin. Heta noqteyek xwîn di laşê me de hebe em ê li du şopa wan bin. Divê em xeyalên şehîdan bi cih bînin. Vî gelî hestiyên zarokên xwe gelek caran nedîtine û gelek caran jî cenazeyên zarokên xwe aniye li nava ziyaretan veşartiye. Dîsa jî dijminên me qebûl nekirin û hestiyên zarokên me derxistin û birin çûn. Em ê tu carî vê yekê qebûl nekin û em ê ji vê rêyê dernekevin. Bila tu kes nebêje şehîd mirine, şehîda namirin. Herkes winda bibe jî şehîd winda nabin. Em saya serê wan şehîdan hatine heta vê astê. Hatina me ya li vir jî bi saya serê şehîdan û keda wan e.”

‘Heta em sax bin em ê li du doza zarokên xwe bin’

Cevahîr Kiliç jî diyar kir ku ew bixwe dayika du cangoriyan e û hevjînê wê bixwe jî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye û got: “Îro fedekarî û xwîna cangoriyan min aniye vir. Heta niha cara yekemîn e li vir saziya malbata şehîdan tê vekirin. Me xwîna xwe rijandiye û me zarokên xwe li ser vê rêyê daye. Divê ji vir şûn ve em hê bêtir saziyê mezintir bikin. Divê weke cihekî gerim wisa bi wê bêhnê em biçin ber bi saziyê. Kêmasiyên rêveberan jî hene, gelek caran xwe didin paş. Ev sazî hema wisa di cih de venebûye, bi saya xwîna keç û xortan hatiye vekirin. Divê em her tim li cem hev cih bigirin. Yên ku me ji hev dûr dixin gelek in, lê yên ku me bînin cem hev kêm in. Çawa ku neynuk ji goşt nabe, divê em jî wisa hev bigirin. Yên ku destên xwe biavêje keç û xortên me û keziyên keçên me em ê wan destan bişkînin. Heta em sax bin em ê li du doza zarokên xwe bin.”

Etîket: MEBYA-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

1 COTMEH 2026
MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

30 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

10 ÎLON 2026
Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

10 ÎLON 2026

Li 5 navçeyên Stenbolê dê bernameyên bîranînê bên lidarxistin

10 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne