• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Emîne Ocak li kêleka kurê xwe hat definkirin

Navenda Nûçeyan / AW

24 TÎRMEH 2025 - 22:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sembola Dayikên Şemiyê Emîne Ocak a ku di 23’yê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Gaziyê li kêlek kurê xwe Hasan Ocak hat definkirin.

Dayika Şemiyê Emîne Ocak di 20ê Hezîranê de ji ber krîza dil a ji ber têkçûna nefesê li beşa lênêrîna giran dihat dermankirin, di 23yê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Emîne Ocak piştî merasîma li Qada Galatasarayê, birin Cemxaneya Gaziyê. Darbesta Emîne Ocak bi qumaşê reş ê bi wateya “Her dem şîn” hate nixumandin û bi kulîlkan hate xemilandin. Bi sedan kesên ku beşdarî merasîmê bûn, dirûşmên “Emîne Ocak nemir e”, “Yên winda dikin wê winda bibin”, “Kujer wê hesab bidin gel”, “Hêrsa dayikan wê kujeran bifetisîne” hatin berzkirin.

Li ser navê malbatê Dursun Guzel axivî û ji bo xwişka xwe Emîn got, “Beden dimire, lê can namir e. Xwişka min wê her tim di dilê me de bijî. Hemû canên ku li Qada Galatasarayê têdikoşin wê bi wê re têbikoşin.”

Dayika Emîne çinara Galatasarayê bû

Xizmê windayan Îrfan Bilgî diyar kir ku Emîne Ocak “çinara Galatasarayê” bû û wiha axivî: “Em ê wê oxir bikin, lê tiştên ku wê nîşanî me daye wê bidomin. Laşê wê ji nav me diçe, lê bawerî, berxwedan û hewldana wê ya domdar wê bi me re be. Em soz didin. Tu namirî, oxir be dayê.”

Ew sembola têkoşîna li dijî windakirinan bû

Parêzera malbata Ocak û parêzvana mafên mirovan Gulseren Yolerî jî anî ziman ku wê di 21ê Adara 1995an de, piştî windakirina Hasan Ocak, Emîne Ocak nas kiriye û wiha got, “Heke dayika Emîne îro li virbûya me yê hemûyan bi evînî hev hembêz kiriba. Dayika Emîne sembola têkoşîna li dijî windakirinan bû. Hîn jî kujer tên parastin, çarenûsa windayan di tariyê de ye.”

Heta dawiya jiyana xwe dev jimtêkoşînê berneda

Serokê Giştî yê ESP’ê Murat Çepnî diyar kir Dayika Emîne beriya her tiştî mamosteyek bûû wiha got: “Mamosteya têkoşînê bû, çalakvanek yekgirtî bû. Ew xaka têkoşîna azadî û edaletê ye. Lê Dayikên Şemiyê û malbatên windayan li vê xakê têkoşînek meşandin ku polîtîkaya windakirinê ya faşîzmê rawestand. Ev têkoşîn ji me re dibêje: Gava em bi hev re bin, armancê bigrin û li rex hev bin, em dikarin bi ser bikevin. Çawa ku me polîtîkaya windakirinê rawestand, em dikarin hesabê windayan jî bipirsin, hêza me ji bo vê heye. Dayika Emîne heta kêliya dawî qet dev ji têkoşînê berneda. Em li kolanên serhildana Gaziyê ne. Em li kolanên Hasan Ocak in. Wekî hevalên Hasan Ocak, ji bo têkoşîna Emîne, heval û hemû malbatên windayan bi serkeftin bi dawî bikin, ji bo hesabê windayan bipirsin, em li vir in.”

Sezgîn Tanrikulu jî wiha axivî: “Ji Dayika Emîne û yên çûyî re deynê me yê edalet û aştiyê heye. Sembola windakirinên bi zorê, torosên spî dîsa di nav me de ne. Mesele têkoşîna li dijî vê zîhniyetê ye.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî got: “Li ber Dayika Emîne em tenê dikarin soz bidin ku em ê têkoşînê bidomînin, bi ser bixin, dev jê bernedin û bi ser bikevin. Wan rêyeke nû ji me re vekir. Em îro li vir ji bo Dayika Berfo, Dayika Elmas, ji bo dayikên ku li qadê dilê wan diçirîne û ji bo zarokên wan soz didin.”

Ji Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Dîlek Şeker jî wiha axivî: “Dema min bavê xwe veşart, Dayika Emîne ji min re got, ‘Netirse keça min, tu bûyî ez, tu bûyî çalakvanek edaletê, tu bûyî Dayika Şemiyê, di baxçeya me ya kulîlkan de tu jî heyî.”

Gulsum Elvan jî got: “Dayika Emîne ji roja destpêkê hat ba me û me hembêz kir” û diyar kir ku wê têkoşînê bidomîne.

Piştî axaftinan, cenazeyê Emîne Ocak bi dirûşman birin Goristana Gaziyê û li kêleka kurê wê hat definkirin.

Etîket: cenazeEmîneHasanOcak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

26 ÎLON 2026
Ramazan Dengîz: Divê teqez tespîta gor û cenazeyan bê kirin

Ramazan Dengîz: Divê teqez tespîta gor û cenazeyan bê kirin

25 TEBAX 2026
Cenazeyê Hasan Basrî Firat ber bi bajarê wî ve hate şandin

Cenazeyê Hasan Basrî Firat ber bi bajarê wî ve hate şandin

30 TÎRMEH 2026
Cenazeyê 9 pêşmergeyan hatin veşartin

Cenazeyê 9 pêşmergeyan hatin veşartin

19 TÎRMEH 2026
Cenazeyê Erkan Sak ê ku ketibû avê hat dîtin

Cenazeyê Erkan Sak ê ku ketibû avê hat dîtin

17 TÎRMEH 2026
Cenazaya Çîçekî yo ke Japonya de bi hawayêko guman cuya xo ra bibi, ard Tirkîya

Malbatê cenazeyê Murat Çîçek anî Stenbolê

17 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne