• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em ê li her kuçeyên Sûrê li dijî bikaranîna hişbirê têbikoşin’

Esra Polat / AW

28 TÎRMEH 2026 - 10:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Li dijî hişbirê gelek bajarên bakurê Kurdîstanê xebat tên kirin. Yek ji van cihan jî navçeya Sûrê ya Amedê ye. Hevserokê DEM Partiyê ya Sûrê Mûrat Acet li ser vê yêkê axivî û wiha got: “Meseleya bikaranîna hişbirê tenê ne meseleya partiyekê ye. Berpirsiyariya her kesî ye. Em ê li her taxekê xebatên çalak bikin. Xetereya madeyên hişbir û fihûşê, siberoja civaka me dixe nav xetereyê.”

Kolanên tarî yên bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî yên Amedê, di van 10 salên dawî de bûne cihên polîtîkayên şerê taybet. Tê dîtin ku belavkirina madeyên hişbir û fihûşê ne tenê sûcên ji rêzê ne; berovajiyê wê, polîtîkayeke zanebûnî ye ku ji aliyê hişmendiya mêtinger ve tê kirin. Armanca vê pergalê ew e ku di serî de ciwan û jin civak ji kok, çand, exlaq û hişmendiya xwe ya siyasî û civakî qut bibe.

Bi vî awayî, dixwazin rê li ber bişaftin û qirkirina çandî zêdetir vebikin. Lê belê li dijî van êrişên ku armanc dikin ku çand û edetên civakê xira bikin, berxwedan û rêxistinbûyîn her ku diçe mezin dibe. Rêxistinên siyasî û saziyên civakî yên demokratîk, li dijî vê xetereyê qadên têkoşînê berfirehtir dikin.

Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be bi dirûşmeya “Li dijî hişbirê ji bo jiyaneke azad û aram rabin!” di 6ê Tîrmehê de li Amedê bi daxuyaniyekê pêngava “Rabin” ragihand û bang li hemû pêkhateyên civakê kir ku li dijî hişbirê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Di çarçoveya vê pêngavê de Rêxistina DEM Partiyê ya Sûrê di 24ê Tîrmehê de li pêşiya Mizgefta Mezin a Sûrê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Sûrê Mûrat Acet derbarê bikaranîna madeyên hişbir ên li navçeya Sûrê ku bi destê çeteyan kirin, ji ajansa me re axivî.

‘Çete sûdê ji kuçeyên tarî werdigirin’

Mûrat Acet anî ziman ku daxwaz, pêşniyar û gazinên gel ji xwe re esas digirin û bi bîr xist ku li ser pirsgirêkên navçeya Sûrê di 24ê Tîrmehê de daxuyanî dan. Mûrat Acet diyar kir ku li kuçe û cadeyan nebûna lambeyan jî rê li ber zêdebûna tirs û xofa xelkê navçeyê vedike û jiyana xelkê asteng dike û got: “Kî ji tarîtiyê hez dike? Çete ji tarîtiyê hez dikin. Çete sûdê ji kuçeyên tarî werdigirin. Me daxwaz kir ku kuçe û cadeyên me werin ronîkirin. Divê her der ronî bibe ku rê nede çeteyan.”

‘Em ê rê nedin çeteyan’

Mûrat Acet destnîşan kir ku belavkirina madeyên hişbir yek ji polîtîkayên şerê taybet ê dewletê ye ku li dijî gelê Kurd tê birêvebirin û wiha got: “Gava ku bi rêyên din nikarin îradeya gelê me bişkînin, xwestin bi van metodan civakê bifetisînin û nifşekî ji çand û exlaqa xwe qût bibe ava bikin. Lê belê me ev xetere baş fêm kir û rêya tedawîkirina wê jî dizanin; ew jî ew e ku gelê me bi tevahî rabe ser pêyan û xwedî li kolan, zarok û ciwanên xwe derkeve. Em bang li dayik û bavan dikin ku bi zarokên xwe re dakevin kolan û parkan, em wan bi tenê nehêlin. Em ê rê nedin wan kesên ku dixwazin ciwanên me bikişînin rêyên xirab. Em ê qadan li wan teng bikin.”

‘Em ê li her taxê xebatan bikin’

Mûrat Acet da zanîn ku ew ê rê û rêbazên nû yên têkoşînê bixin dewrê û gav bi gav xebatên xwe berfirehtir bikin û ev yek anî ziman: “Ji bo em civakê bi hişmend bikin, projeya me ya ‘Kolana Binevşî’ heye û em ê li her taxê bi awayekî çalak xebatan bikin. Ev rewş ne meseleya partiyeke diyarde ye, zêdebûna xetereya madeyên hişbir û fihûşê rasterast siberoja civaka me dixe nav xetereyê.”

Etîket: fihûşhişbirPlatforma Şiyar Be
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

22 TEBAX 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne