• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mazlûm Ebdî: Emê ji bo Kurdî bi Şamê re civînên nû çêkin

Navenda Nûçeyan / AW

21 SIBAT 2026 - 13:54
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî diyar kir ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û anî ziman ku bi vê boneyê dê civînek berfireh bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re bê kirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyên girîng da Saziya Zimanê Kurdî (SZK).

Ebdî bal kişand ser girîngiya ziman û diyar kir ku dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Ebdî daxuyand ku dê ji bo zimanê Kurdî gavên xurttir biavêjin û roja zimanê zikmakî li hemû mamoste û gelan pîroz kir. Ebdî ev agahiyên girîng dan: “Perwerdehiya Kurdî ji bo me xalek pir girîng e. Divê hemû welatî zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî. Di dema rejîma Baasê de me li herêmên Kurd lê dijîn me gelek pirsgirêk jiyan. Kurdî her qedexe bû û piştgiriya dewletê nebû. Gelek astengî hebûn. Ji bo ev pirsgirêk derbas be têkoşînek mezin hate dayîn.”

‘Bi şoreşa Rojava re xebatên hêja hatin kirin’

Têkildarî xebatên li Rojavayê Kurdistanê Ebdî diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava xebatên berfireh hatine kirin û wiha axivî: “Ligel hemû zimanên din pêşiya Kurdî jî vebû. Pêşketinên mezin di vî warî de çêbûn. Ligel Kurdan pêkhateyên din jî derfeta pêşxistina zimanê xwe dîtin. Ez hemû kesên di salên borî de ji bo Kurdî xebitîn, ked dan silav dikim. Niha wekî encamek Şoreşa Rojava me dît ku Biryarnameya 13emîn ji hêla Hikûmeta Demkî ve hate ragihandin. Cara yekem li Sûriyeyê bi awayek fermî Kurdî wekî zimanek neteweyî hate naskirin. Em vê yekê erênî dibînin. Lê ev têrê nake. Taybetî asta xebatên ziman niha li Rojavayê Kurdistanê ziman gihiştiyê, ev Biryarname gelek kêm dimîne. Di salên borî de dibistan bi Kurdî bûn. Bi hezaran xwendekar heta asta zanîngehê bi perwerdehiya Kurdî hatin. Pêwist e di pratîkê de ev ast li ber çavan bê girtin.”

‘Dê bi Şamê hevdîtinên nû bên kirin’

Ebdî bi bîr xist ku di hevdîtinên dawî yên bi Hikûmeta Demkî re mijara ziman gelek hatiye nîqaşkirin û ev tişt gotin: “Di hevdîtinên bi dewletê re hatine kirin de em li ser vê mijarê pir rawestiyan. Dîsa biryarnameya 13emîn wekî bingehekê me digirin. Lê ji bo Kurdî perwerdehî bê kirin, biryarek hate girtin ku xebat bê meşandin. Di pêşrojê de em ligel Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Demkî hevdîtek berfireh çê bikin. Li ser Biryarnameya 13emîn em dê xebatê bikin.”

Divê xebatên ziman bên mezinkirin

Ebdî balkişand ser Biryarnameya 13emîn û daxuyand ku ev yek ji bo xebatên ziman bingehekê ava dike û ev bang li gel û xebatkarên ziman kir: “Em hêvî dikin pirsgirêkên li pêşiya vê rabin û xebatek xutir bê meşandin. Lê divê em xebatên xwe xurt bikin. Her wiha mijara çandê jî heman e ji bo me. Saziyên Kurdî divê em mezintir bikin. Divê gelê me zêdetir zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî. Kesên li ser ziman dixebitin jî divê zêdetir li ser ziman kûr bibin û sazî jî xebatên berfirehtir û mezin bikin. Ez bawerim em dê di vê mijarê de serkeftinên mezin bi dest bixin.”

Etîket: KurdistanPerwerdehiya KurdîRojavayê KurdistanêSerfermandarê HSDê Mazlûm Ebdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

31 TEBAX 2026
Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

31 TEBAX 2026
Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

31 TEBAX 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne