• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dogan Hatun: Em ê reng û rûyê bajêr bikin bi Kurdî

Lezgîn Akdenîz / AW

17 HEZÎRAN 2025 - 08:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun bal kişand ser xebatên ziman, çand û hunerê û got ku wan piştî wêrankirina qeyûman ji nû ve bingeha van xebatan saz kiriye û dixwazin reng û rûyê bajêr bikin bi Kurdî.

Heşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun ji Ajansa Welat re axivî û bal kişand ser xebatên ziman, çand û hunerê ku piştî qeyûman dane destpêkirin. Dogan Hatun destnîşan kir ku ew dixwazin mêjiyê qeyûm saz kiriye paqij bikin û ji nû ve reng û rûyê bajêr veguherînin Kurdewariyê.

‘Em ê rengê bajêr biguherînin’

Dogan Hatun bi bîr xist ku rêveberiyên xwecihî ji sala 1999an heta sala 2016an di destê partiyên wan de bûn û wiha got: “Me li ser ziman, çand û hunera xwe û têkiliyên bi gel re xebatên hêja kirin. Lê mixabin dema qeyûm hat di nava 8 salan de hemû xebatên me sekinand û mîna ku Kurd li vir najîn, cihêkariyê kir. Li ser navê çand û zimanê Kurdî tu xebatek nehişt. Hemû asteng kir. Lê dema me xebata hilbijartinê didomand, me soz da gelê xwe û me got em ê reng û ruyê bajarê xwe dîsa ji nû ve biguherînin. Me got çi xebatên li ser ziman, çand û hunerê hebin em ê ji nû ve saz bikin. Tu emareyek li ser navê gel nemabû. Qeyûm û rêvebirên wî tiştek di şaredariyê de nehiştibûn. Me ji nû ve xebatan da destpêkirin. Bingeha me hebû, lê me ji nû ve sazkirinê pêk anî.”

‘Ev xebat tenê têr nake’

Dogan Hatun diyar kir ku wan hemû xebatên xwe di bin navê Daîreya Çandê de ji nû ve saz kirin û hê dikin û got: “Me xebatên ziman, wêje, sînem, muzîkê ji nû ve dan destpêkirin. Gelo ev têr dike? Helbet hê jî têr nake. Piştî em hatin ser rêveberiyê, me dît ku gelê me di warê çand û hunerê de gelek tiştan dixwaze û çavê wan li gelek tiştan e. Em jî dixwazin gelê xwe di vî warî de têr bikin.”

‘Dixwazin nasnameya bajêr biguherînin’

Dogan Hatun anî ziman ku wan di xebatên li qadê de dîtine ku hewcedarî bi xebatên civakî û çandî heye û axaftina xwe wiha domand: “Me xwest em bi van xebatan rê li ber ciwanên ku madeyên hişbirê bikar tînin bigirin. Em dixwazin bi pirtûkxaneyan, xebatên çand û hunerê berê ciwanên xwe bidin van xebatan. Çi kar û barên qirêj hebe, sîstema heyî ji navçeya Rezanê dest pê kiriye. Pergal dixwaze navçeya Rezanê wek civakek bênasname bihêle. Lê belê na navçeya me ya Rezanê bi çand e, bi ziman e û nasname ye. Lê hewce ye xwedîderketin hebe, heke ev nebe em nikarin pêşî lê bigirin.”

‘Dê xebatên me bidomin’

Dogan Hatun da zanîn ku tenê avahî vebibe û tiştek lê neyê kirin, xebat vî awayî nameşe û got: “Em dixwazin li saziyan bingehê bidin sazkirin. Ez nabêjim me ji sedî sed her tiştî pêk aniye. Lê bi qasî ji destê me tê em dikin. Me du zarokistanan saz kir. Em bi hêvî ne ku di salên pêşiya me de hin bêtir zarokistanan vebikin. Her çiqas astengî li pêşiya me hebin, em ê hewl bidin ji pêşiya xwe rakin.”

‘Hûn jî werin kevirekî deynin ser kevir’

Dogan Hatun destnîşan kir ku her ziman ji bo wan girîng in lê helbet ji bo wan di serî de zimanê Kurdî tê û di dawiyê de wiha got: “Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin van xebatên me yên ziman û çandê. Deriyê me ji hemû ciwan û xelkê me re vekirî ye. Hûn jî werin kevirekî bidin ser kevir. Werin em xebatên xwe bi hev re bimeşînin.”

 

 

Etîket: çandDogan HatûnhunerSaredariya Bajare Mezin a AmedezimanZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne