• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê yekitî û rihê neteweyî mayînde bibe’

Besna Edîş / Onder Akbûlût / AW

5 SIBAT 2026 - 09:50
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Nivîskar Kahir Bateyî diyar kir ku bi êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê şerekî mezin li ser gelê Kurd sepandine lê gelê Kurd bi helwesteke neteweyî rabûye ser piyan û di encama berxwedanek dîrokî de pêşiya şer girtiye û destkeftiyên xwe parastine. Nivîskar Faysal Yacan jî diyar kir ku Amerîka û hevkarên wê nexwestine hişmendiyeke demokratîk li Rojhilata Navîn pêk bê û xwest ku hişmendiya neteweyî ya ku di encama berxwedana Rojavayê de derketiye holê bê mayîndekirin.

 

Piştî êrişên hêzên Hikumeta Demkî ya Şamê yên li ser rojavayê Kurdistanê, li her çar aliyê Kurdistanê û cihanê bi milyonan Kurd û dostên Kurdan bi rojan e bênavber çalakiyan li dardixin û piştgirî didin gelê Rojava. Di van çalakiyan de gelê Kurd yekitiya Kurdan û hişmendiya neteweyî bi awayekî zelal raber kir. Piştî vê helwesta gelê Kurd Hikumeta Demkî ya Şamê mecbûr ma ku bi Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re di 30ê Çileyê de peymenekî îmze bike. Li ser peymana ku hatî îmzekirin û yekitiya gelê Kurd, Nivîskar Kahir Bateyî û  Faysal Yacan di derheqê peymenê û yekitiya gelê Kurd de ji ajansa me re axivîn.

‘Peymanê pêşiya şerekî mezin girt’

Nivîskar Kahir Bateyî destnîşan kir ku alîyê vê peymanê yê herî baş ew e ku pêşîya şerekî mezin girt û wiha got: “Ji ber ku em hemû dizanin şerekî mezin li pêşîya gelê rojavayê Kurdistanê bû. Heke ew şer pêk bihata wê Kurdan xusareteke gelek mezin bidîta. Dibe ku ev tenê bi Rojavayê Kurdistanê re jî sînordar nebûya. Zirara vî şerî dê bigihija parçeyên din yên Kurdistanê. Herî zêde jî başurê Kurdistanê. Ji ber vê dema mirov di vê çarçoveyê de lê dinêre pêkanîna vê peymanê gaveke erênî ye. Ev cara yekemîn e ku di dîroka Sûriyeyê de Kurd bi nasnameya xwe têne qebûlkirin. Bajaran Kurdan bi navê Kurdan tê qebûlkirin. Ev gavên erênî ne. Di peymanê de jî dîyar e ku bajaran Kurdan radestî Hikûmeta Sûriyeyê nekirin. Di peymanê de aliyên erênî hene ji bo Kurdan lê her tişt hêj neqediyaye. Bi vê peymanê ve giredayî têkoşîn û niqaşên li ser maf û destketiyên Kurdan berdewam in. Kurdan serkeftineke mezin bi dest xistiye. Lê ez di wê baweriyê de me ku danûstandinên ji niha pê ve berdewam bikin, dê maf û hebûna Kurdan di destura bingehîn a nû ya Sûriyê de ku dê Kurd jî di nivîsandina wê de cih bigirin, werin pejirandin.”

‘Destketiya herî girîng pêkhatina hişmendiya neteweyî ye’

Nivîskar Kahir Bateyî bal kişand ser yekitî û rihê neteweyî yê gelê Kurd ku di ve pêvajoyê de bi awayekî şênber derket holê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoyê de tiştê herî baş yê herî serkeftî ew bû ku hişmendiya neteweyî ya Kurdan pêk hat. Dema ev êriş li ser Rojavayê Kurdistanê pêk hatin û Rojavayê Kurdistanê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ma, hemû Kurdan helwesteke xurt û bi rûmet nîşan da. Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kir. Bi taybetî jî gelê Başurê Kurdistanê, di serî de jî rêzdar Mesûd Barzanî û hemû sîyasetmedarên başûrê Kurdistanê di aliyê dîplomasî û civakî de seferber bûn. Her wiha dezgehên xêrxwaziya Barzanî alikariyeke bêhempa ji bo Rojavayê Kurdistanê kir. Her wiha çapemeniya Rojava jî xebateke bêhempa kir.”

‘Barê herî mezin dikeve ser siyasetmedaran’

Di berdewama axaftina xwe de Bateyî li ser girîngiya fikir û rihê neteweyî sekinî û ev tişt gotin: “Pêwist e ku ev hişmendî û ruhiyeta neteweyî ya Kurdan mayînde bibe. Barê herî mezin dikeve ser milên siyasetmedar û pêşengên Kurd. Pêwist e ku ji niha pê ve pirsa neteweyî ya Kurd û yekitiya gelê Kurd tiştê esas be ji bo hemû partî, rêxistin û dezgehên Kurdan. Bê ku îdeolojî û nasmayên xwe yên sîyasî bidine pêş, divê ev rûhîyeta neteweyî ya ku çêbûye biparêzin û bigihinîn encamê. Birêz Karayilan jî di axaftineke xwe ya dawî de gotibû ku ‘ew ruhiyeta ku çêbûye, silogana; yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e ku gel ji bo yêkitiya Kurdan diavêje ji bo me talîmateke.’ Ev talîmata ji bo hemû partî û rêxistinên Kurdan e ku vê daxwaza gelê Kurd pêk bînin ku carekê din ew ruhiyet bêlav nebe. Ew ruhiyeta serkeftinê ye ku her Kurdek dibêje serkeftin di yêkitiyê de ye. Kurd pêwist e ku bibim yek. Kurd nebine yek bi ser nakevin. Serkeftina Kurdan bi yekitiya Kurdan de ye. Heke ku Kurd hemû bibine yek, yekitiya Kurdan ya mezin çêbibe tu kes nikare pêşiya Kurdan bigire. Pêwist e ev bi encam bibe, bi vê ve girêdayî kongreya neteweyî ya Kurdan çêbibe. Sazî, partî, dezgeh û sîyasetmedarên Kurdan vê yekê di pratîkê de jî bi cih bînin û vê bi encam bikin.”

‘Bila civaka me baweriya xwe bi van kes û derdoran neyne’

Kahir Bateyî herî dawî êrişên li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û destketiyên Kurdan jî bibîrxistin û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek derdor li ser vê pêvajoyê pir reşbînî difikirin. Pir êriş dikin û gotinên pir beradayî dikin. Divê ku civaka me baş bizanibe, ev kesên ku li ser medyaya dîjîtal tenê êrişa dikin, îdeolojî û baweriya wan çi dibe bila bibe karê wan kesan tenê êrişkirin e, reşkirin e. Kurd çi bikin, çi serketinan bidest bixin jî ewên dîsa êriş bikin. Hinek bi nezanî dikin, hinek jî bi zanebûn dikin, giredayî hin derdoran in. Karê wan tenê êrişkirina Kurdan, rêxistin û destketiyên Kurdan e. Bila civak vê yekê baş bizanibe ku faydeya van kesan ji bo Kurdan nîn e û nabe jî. Bila civaka me bawerî ya xwe bi van kes û derdoran neyne.”

‘Civaka polîtîk û exlaqî li dijî bîrdoziya Amerîkayê ye’

Nivîskar Faysal Yacan jî bal kişand ser polîtîkayên Amerîkayê, diyar kir ku hêzên hegemon naxwazin li Rojhilata Navîn yekitiya gelan pêşbikeve û got: “Polîtîkayên Amerîkayê yên moderniteya kapîtalîst û netew dewletan tu carî naxwazin hişmendiyeke demokratîk, demokrasî û yekitiya gelan pêş bikeve. Ji ber ku demokrasi û yekitiya gelan, an jî neteweke demokratîk derbeyê li pergala wan dixe. Ji ber wê yekê rayedarên Amerîkayê digotin em naxwazin li Rojavayê Kurdistanê modeleke demokratîk serwer bibe. Yanî dixwazin bêjin bila Ereb serwer bin. Ji ber ku netewperestiya dewletên serdest ew e ku derbeyê li demokrasîyê bixin. Cihê ku hêza demokrasî pêş dikeve li wê derê hêz û pergala dewletê kêm dibe. Îro sedemên van êrişên ku li Rojavayê Kurdistanê pêk tên jî ev e. Ji ber ku civakeke demokratîk, politik û exlaqî li dijî felsefe û birdozîya Amerîkayê û hemû dewletên yek perestin.”

‘Kurdan êdî sînor hilweşandin’

Nivîskar Faysal Yacan da zanîn ku yekitiya îro di encama berxwedan li Rojava de derket holê sînor di nav Kurdan de rakirin û wiha pê de çû: “Kurdan êdî ev sînor hilweşandin, êdî Kurdistan yek e. Kurdan rih û hişê yekitiyê pêşxist. Vê berxwedan û yekitiyê hişt ku hêzên navneteweyî gav bavêjin. Di encama vê berxwedan û rihê yekitiyê de Sûriye mecbûr ma li gel Kurdan, li ser masê rûnê. Ev peymana ku di encama vê berxwedanê de derket holê girîng e. Di aliyê nasnameyî, çandî, zimanê Kurdî qebûl dike lê ya girîng ew ê ev xalên di peymanê de dê di demên pêş de bikevin destûra bingehîn yan na. Divê hebûn û nasnameya Kurdî, çand û zimanê Kurdî di qanûnan de were misogerkirin.”

‘Divê ev yekitî mayînde bibe’

Yacan di derheqê yekitiya gelê Kurd a ku di encama berxwedana Rojava de derkitiye holê de jî nêrînên xwe anîn ziman û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Ez bawer im ev yekitiya ku di şexsê Rojava de pêk hat dê derbasî hemû parçeyên Kurdistanê bibe. Divê gelê Kurd vê yekitiyê berdewam bike. Divê hemû sazî û dezgeyên Kurdan, partî û rêxistinên Kurdan pêşengtiya vê yekitiyê bikin, vê yekitiyê mayînde bikin. Ez bawer im ev hişmendiya neteweyî û yekitiyê kûrtir jî bibe.”

Etîket: KurdistanNeteweyîRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne