• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê jin di rêxistibûnê de rola pêşeng bilîzin’

Êlih / AW

19 NÎSAN 2025 - 16:19
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Êlih – Aktîvîsta TJAyê Rûken Zeryam Işik Yildiz ku beşdarî civîna jinan a li Êlihê bû destnîşan kir ku divê jin di rêxistinbûnê de rola pêşeng bilîzin û wiha got: “Jinên ku pêşengên pêvajoya 27ê Sibatê ne, divê vê pêvajoyê bi rê ve bibin.”

Li Êlihê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve civîna jinan hat lidarxistin. Civîn bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi avakirina civaka demokratîk ve” hat lidarxistin. Parlementerên DEM Partiyê Salîha Aydenîz û Zeynep Oduncu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku ji wezîfeyê hat girtin û gelek aktivîst beşdarî civînê bûn. Li salona ku civîn lê hat lidarxistin, alên “Jin, jiyan, azadî” û wêneyên jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin.

Piştî deqîqeyekê rêzgirtinê sînevîzyona ku wêneyên têkoşîna jinan a ji bo azadî û aştiyê digirt dest, hat nîşandan.

‘Jinên kurd pêşengiya cîhanê dikin’

Di civînê de ewilî aktîvîsta TJAyê Rûken Zeryam Işik Yildiz axivî û diyar kir ku jin li dijî dewleta mêr bi awayekî mezin li ber xwe didin. Rûken Zeryam Işik Yildizê anî ziman ku Êlih di nava berxwedana jinan de xwedî cihekî girîng e û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser hilweşandina Şerê 3yemîn ê Cîhanê û banga rêxistinbûnê kir. Divê her kurd bi vê zanibe û tevli têkoşînê bibe. Divê jin di rêxistinbûnê de rola pêşeng bilîzin. Jinên ku pêşengên pêvajoya 27ê Sibatê ne, divê vê pêvajoyê bi rê ve bibin. Jinên li hemû qadên jiyanê ne, destkeftiyan li destkeftiyan zêde dikin û têkoşînê mezin dikin. Jinên kurd ên pêşengiya cîhanê dikin, li ser banga 27ê Sibatê hûr bûne û ji bo serkeftina wê çi ji destê wan tê dikin.”

‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin’

Piştre Hevşaredar Gulistan Sonûk axivî û banga têkoşîna li gorî ruhê pêvajoyê kir û got: “Têkoşîna ku di 8ê Adarê, Newroz û 4ê Nîsanê de derket holê, pêvajo xurtir kir. Bi mîlyonan kesên ku daketin qadan daxwaza aştiyeke birûmet qîriyan. Heta ev pêvajo bi serketinê bi ser bikeve, em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”

‘Felsefeya Jin jiyan azadiyê dê serbikeve’

Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku pêvajoya ku di 27ê Sibatê de dest pê kir, ji aliyê civakê ve rastî destekeke mezin hatiye. Salîha Aydenîzê da zanîn ku her kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan seferber e û wiha dewam kir: “Pêvajoya ku di 27ê Sibatê de dest pê kir, bersivek e li dijî zîhniyeta qetlîamê ya ji aliyê DAIŞê û çeteyên wê ve li ser jinan tê ferzkirin. Bersiva sîstema kapîtalîst e ku dixwaze bi qirkirinê re armancên xwe li Rojhilata Navînê pêk bîne. Felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ wê li dijî pergala dewleta mêr bi ser bikeve. Avakirina civakeke azad, ekolojîk û demokratîk wê bi pêşengiya jinê pêş bikeve.”

Piştî axaftinan hevdîtin, bi awayekî ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

Etîket: Civîna JinanDEM PartîÊlihMeclisa Dayikên AştiyêTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

20 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne