Amed – Şaredariya navçeya Gêl a Amedê ku di bin rêveberiya AKPyê de ye, tesîsa bêhnvedanê ya bi milyonan lîre ye, bi isûla 21/b (bazar) ku ji prensîba ‘şefafî û pêşbaziyê’ dûr e, wek radestkirina navnîşan ji îhaleyê re vekir. Şaredariya ku madenê ji bo rewşên karesat û lezgîn hatibû kirîn, bi îhaleya 11,8 milyon TLyê da fîrmaya alîgirê xwe.
Li gorî îdiayên welatiyan û çavkaniyên giştî, li Şaredariya navçeya Gêl a Amedê ya ku di bin rêveberiya AKPê de ye, bêrêbazî hatine tespîtkirin. Îhaleya ‘Xebata Avakirina Tesîsa Bêhnvedanê ya Gêlê’ ku şaredariyê kir, usûlên bingehîn ên qanûnî ku şefafî û pêşbaziyê pêşkêş dikin, binpê kirin û usûla bazarê bi kar anî.
Li gorî îlana dawî ya ku li ser Platforma Kirîna Giştî ya Elektronîkî (EKAP) hat weşandin; îhaleya ‘Xebata Avakirina Tesîsa Bêhnvedanê ya Gêlê’ ku Hejmara Qeyda Îhaleya Giştî (KÎK) ya wê 2026/384574 e, di 11ê adarê 2026an de hat çêkirin. Isûla îhaleyê ku mesrefa wê ya texmînî wek 13 milyon û 712 hezar û 997 TL hatibû diyarkirin, bala kesan kişand ser xwe. Rêveberiya AKPyê xebata avakirinê ku tu lezgîniya wê yan jî rewşa wê ya karesatê tune ye, bi madeya 21/b ya Qanûna Îhaleya Giştî ya hejmar 4734 li gorî ‘Usûla Bazarê’ kir.
Madeya 21/b ya Qanûna Îhaleya Giştî; ji bo karesatên wek lehî, erdhej, agir, nexweşiyên şewbê yan jî ji bo rewşên lezgîn ên can û malî wek îstîsna hatiye amadekirin, lê Şaredarîya AKPyê ku avakirina asayî ya tesîsa bêhnvedanê li ser vê madeyê kir û bi vî awayî bêrêbazî kir.
Isûla radestkirina navnîşan li dijî berjewendiyên gel e
Çavkaniyên herêmî û derdorê ku vê bûyerê dişopînin, diyar kirin ku tu têkiliya tesîsa bêhnvedanê ne bi karesatê re ne jî bi rewşeke lezgîn a wek can û malî re nîn e û armanca sereke ew e ku pêşiya berjewendiya giştî ku dê bi ‘îhaleyeke vekirî’ bê berhevkirin, bê girtin. Li şûna ku bi usûla îhaleya vekirî zelal be û bi tevlibûna gel bê avakirin, hat zanîn ku li pişt deriyan fîrmayên nediyar hatine vexwendin.
Hat gotin ku ev isûla vexwendinê ya ku hatiye kirin, zemîn ji teklîfên berê re vedike ku zirarê dide berjewendiya civakê.
Kontrata 11,8 milyonî hat îmzekirin
Li gorî bîlançoya ku derket holê, di dawiya pêvajoyê de ku tê de hejmara şîrketên ku dikaribûn teklîf bidin, di 1ê nîsana 2026an de bi bihayê 11 milyon û 850 hezar TLyê bi şîrketa FET-NAS’ê (FET-NAS Muhendislik Înşaat Tekstil Taşimacilik Temizlik Taahhut Sanayi Ticaret Limited Şirketi) re peyman hatiye îmzekirin.













