• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê: Ev şerê hebûn û nebûnê ye

Omer Demîr / AW

24 ÇILE 2026 - 09:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li dijî êrişên HTŞê yên li ser Rojava diyar kirin ku xwişk û birayên wan li Rojava bên kuştin ew li vir qebûl nakin û gotin: “Em bang li gelê Kurd dikin ku ev şer şerê hebûn û nebûnê ye. Em dibêjin Rojava ne bi tenê ye.”

Li Rojava ji 6ê Çileyê vir ve çeteyên HTŞê û SMOyê bi hevkariya Tirkiyeyê êrişên qirkirinê pêk tînin. Piştî çeteyên DAIŞê hatin berdan ew jî piştgiriya didin van êrişan. Di êrişan de îşkence li jinan tê kirin. Herî dawî çeteyekê HTŞê keziyê şervanek Kurd-YPJê jê kiribû û ev li tevahiya Kurdistanê û cîhanê bû cihê nerazîbûnê. Ev êrişên çeteyan ên li ser Rojava li tevahiya cîhanê tê şermezarkirin. Dayikên Aştiyê yên Stenbolê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Rojava dan.

‘Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat yek e’

Rewşan Doner destnîşan kir ku ew wekî Dayikên Aştiyê dibêjin bila li tevahiya Rojhileta Navîn aştî hebe û got: “Ez hemû kesên ku niha li kolanan parastina mirovahiyê dikin, silav dikim. Em ê heta dawiyê piştgiriya gelê Rojava bikin. Bi Peymana Lozanê Kurdistan kirin 4 parçe. Lê bele Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat yek e. Tom Barrack çû Parîsê û li wir axa Kurdistanê firot. Tom Barrack dualî tevdigere.”

‘Divê em yekîtiya xwe ava bikin’

Rewşan Doner bi bîr xist ku gelê Kurd tevahiya gelên cîhanê parast û ev yek anî ziman: “Rojava li dijî DAIŞê şer kir. Bi hezeran DAIŞî li girtîgehan tên rawestandin. Lê îro HTŞê êrişî wan girtîgehan dike û dixwaze wan DAIŞiyan berde. Piştî ew DAIŞî hatin berdan êdî tu ewlehiya cîhanê tune ye. Em durûtiya cîhanê şermezar dikin. Ez bang li tevahiya rayedarên dewleta Tirk dikim. Hakan Fîdan li ser xwîna gelê Kurd bazarê dike. Em dayik tenê jî bimînin van tiştan qebûl nakin. Em her kesî dawetî aştiyê dikin. Xwişk û birayên me li Rojava bên kuştin em gelê Bakur qebûl nakin. Ez bang li gelê Kurd dikim ku ev şerê hebûn û nebûnê ye. Divê em yekîtiya xwe ava bikin.”

‘Xelkê Kurd wê bi ser bikeve’

Dayika Aştiyê Sebîha Bozan jî diyar kir ku gelê Rojava li ser axa xwe dijî lê çete êrişî wan dikin û wiha axivî: “Alikarî didin çeteyên DAIŞê û dibêjin herin Kurdan bikujin. Lê Kurd êdî ne bêxwedî ne. Dema Kobaniyê gotibûn; ‘Kobanî wê bikeve’. Lê Kobanî neket ew ketin. Îro jî Kobanî nakeve. Xelkê Kurd wê bi ser bikeve. Em jî wekî Dayikên Aştiyê her dem li gel Rojava ne. Li Rojava zarok û jin tên kuştin. Li dijî vê em nikarin di mala xwe de rûnin. Em dibêjin Kurdên Rojava ne bi tenê ye. Em zilma li ser Rojava qebûl nakin. Mirin jî be, jiyan jî be wê bi hev re bibe. Zilm li ku be, Dayikên Aştiyê li wir in û qebûl nakin.”

‘Li aliyekî aştî li aliyekî Kurdên Rojava dikujin’

Sebîha Bozan anî ziman ku dewleta Tirk ku behsa aştiyê kir lê îro êrişan pêk tîne û got: “Devlet Bahçelî got; ‘bila birêz Abdullah Ocalan bê li Meclisê û biaxive’. Kesek tiştek bibêjê lê paşê jî li ser gotina xwe nesekine ev şerm e. Dibêjin em ê bi Kurdan re aştî pêk bînin lê li aliyekî jî Kurdên Rojava dikujin. Tiştekî wisa em qebûl nakin. Heta DAIŞ û dewletên din hêzên xwe paş ve venekişînin û dewlet alikariyên xwe ji HTŞê re qut nekin em ê li ser pêyan bin. Her kes jî dizane Colanî çeteyê DAIŞê ye. Çûn krawetekî bi stûyê wî ve daliqandin gotin; tu serokê Sûriyeyê yî. Ev tu carî nayê qebûlkirin.”

‘Em ê heta dawiyê li gel Rojava bin’

Dayika Aştiyê Makbule Yilmaz jî diyar kir ku ew ji ji bo gelê Kobaniyê û Rojava li qadan e û got: “Kesên ku destê xwe dirêjî porê keça Kurd kirine, em ê wan destan bişkînin. Em îro li gel Rojava ne. Jin her dem serketin e. Em ê jî heta dawiyê li gel Rojava bin.”

Etîket: Berxwedana Rojavaçeteyên HTŞê û SMOyêDAIŞDayikên Aştiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Li ser sendelyeyê bi teker hate serdana şîna cangoriyan

Li ser sendelyeyê bi teker hate serdana şîna cangoriyan

23 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne