• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê dê li dijî êrîşên ser Helebê biçin Enqereyê

Navenda Nûçeyan /AW

11 ÇILE 2026 - 13:06
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Meclisa Dayikên Aştiyê li dijî êrîşên ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê dê bimeşin Enqereyê. Dayikên Aştiyê derheqê çûna Enqerê de deklerasyon eşkere kirin û êrîşên Helebê şermezar kirin.

Meclisa Dayikên Aştiyê li dijî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê dê sibê ji Serhed, Botan, Amed, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bimeşin. Dayikên Aştiyê yên Amedê derbarê meşê de deklerasyonek eşkere kirin. Endamên Dayikên Aştiyê yên Amedê tevlî deklerasyonê bûn. Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişan dan û êriş şermezar kirin. Dayikên Aştiyê dê di 12ê Çileyê de li Parka Koşuyolu ya Navçeya Rezana Amedê dê wesayitan siwar bibin û ji bo çûna Enqereyê dê bikevin rê. Endama Dayikên Aştiyê Murvet Demîr bernama çûna Enqerê eşkere kir.

Tirkiye li şûna Kurdan piştgiriya dijminê xwe dike

Endamê Meclisa Dayikên Aştiyê Murvet Demîr diyar kir ku ji bo sekinandina şer çi destê wan bê dê bikin û wiha got: “Em ji bo êrîşên li ser Rojavayê em ê biçin li Enqereyê. Ji bo sekinandina şer çi destê me bê em Dayikê Aştiyê em ê xwe bidine ber şer. Yên ku şer diderxînin di malê xwe de rûniştine zarokên me, şervanên me têne qetil kirin. Tu mafê wan tuneye şer derxin. Xwîşk û biratî lû ku derê ma. Du leşkerên we li Iraqê şewitandin. Li hefteyekê berê li Yalovayê 8 polîsên we hatin kuştin. Herin heyfa wan bistînin. Hûn dîsa piştgiriyê didine DAÎŞê, hûn dibêjin şer berdewam bikin. Hakan Fîdan Kurd e qet ji Kurdayetiya xwe fêm nake. Ev xwîna Kurdayetiyê li ku çû. Canê te de qet demarek jî nema mîrato. Tu çima piştgiriya Kurda nakî, tu çima heyfa leşkerê xwe ranakî.”

‘Mijar Kurd bin desthilat sê meymûnan dilîze’

Murvet Demîr desthilatdar şermezar kir û anî ziman ku Dayîkên Aştiyê ne tenê li Amedê dê ji bajarên din jî bir ê bikevin û ev tişt gotin: “Em ê di saet 14.00an de li Amedê derkevin û em ê biçin Enqereyê. Em bang li dayikên polîsa dikin, em tu car şer naxwazin. Me wek zarokê xwe singê xwe daye ber şer û em li pêşiya ser sekinîne. Em dibêjin aşitî, aşitî, aşitî. Hûn kerr bûne. Dema mijar dibe gelê Kurd hûn sê meymûna dileyzin. Em naxwazin şer çê be Rojava, Rojhilat, Bakur, Başur, Tirkiye ferq nake em şer naxwazin. Em pêşiya neheqiyêne, em pêşiya faşîzmê ne; em rastiyê dixwazin, em mirovahiyê dixwazin, mafê xwe dixwazin. Mafê me bidin me.”

Etîket: Dayikên AştiyêMeclisa Dayikên AştiyêMeşa Enqereyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Li ser sendelyeyê bi teker hate serdana şîna cangoriyan

Li ser sendelyeyê bi teker hate serdana şîna cangoriyan

23 TEBAX 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

19 TEBAX 2026
Jiyana bi êş û têkoşînê hatiye honandin: Rewşan Doner

Jiyana bi êş û têkoşînê hatiye honandin: Rewşan Doner

13 TÎRMEH 2026
1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne