• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cîvaka Êzidî û Şengaliyan gotin: Em hene û em ê hebin!

Navenda Nûçeyan / AW

4 TEBAX 2025 - 14:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

 

Li gorî agahiyên nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Civaka Êzidî û gelê Şengalê ku bi rojane ji bo 11emîn salvegera fermanê li qadan în, duh êvarî bi beşdariya hezaran kesî meşeke heybet li dar xistin. Hesabpirsîna ji îxanetê, silavkirina gerîlayên azadiyê, banga yekîtîyê û baweriya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mohra xwe li meş û merasîma fermanê xist.

Civaka Êzidî û gelê Şengalê, 11. Salvegera fermana 03.08.2014an bi çalakiyeke heybet pêşwazî kirin. Ev 10 rojin ji Bakur heya başûrê Çiyayê Şengalê, heya herêma gelê Ereb, çalakiyên berfireh ên salvegera fermanê hatin lidarxistin.

Di van çalakiyan de jinên Êzidî, ciwanên Êzidî, hemû beşên civakê helwest, sekn, hêrsa û êşa xwe nîşan dan. Hem hesab ji sûcdar û berpirsên fermanê xwestin, hem jî berxwedana dîrokî û pîroz a Şengalê silav kirin. Hem nîşan dan ku ew fermanê ji bîr nakin, hem jî gotin ewê êdî rê nedin fermanên nû.

Navenda van çalakiyên berfireh, Sûka Kevn a Şengalê bû ku remza ferman û berxwedanê ye. Li vê derê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin.

Bi hezaran kes bi hêrs û bi bawerî meşiya

Weke lûtkeya van çalakiyan jî, duh êvarî li navenda Şengalê meşeke girseyî hate lidarxistin û piştî meşê merasîma salvegera fermanê pêk hat. Duh danê êvarê bi pêşengiya Rêvebriya Xweser a Şengalê, meş ji Sûka Kevn a Şengalê destpêkir. Weke tê zanîn di pêvajoya parastin û rizgarkirina Şengalê de şerên giran li wir qewimîbûn. Ev der bi şerekî mal bi mal hatibû rizgarkirin. Yanî Sûka Kevn remza şerê rizgarkirina navenda Şengalê ye, ji ber vê meşa mezin a fermanê jî li vê derê destpêkir.

Meşa herî bi heybet a salên dawî

Meşa ku pêkhat, meşa herî girseyî ya salên dawî ya Şengalê bû. Bi hezaran jin, ciwan, zarok, dayik û kalemêr bi hêrs û kîna fermanê lê di heman demê de bi daxwaza jiyaneke azad ji Sûka Kevn dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Yekitiya Êzîdiyan’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Pêşmerge Direve, Gerîlla Xilas Dike’ û ‘Bimre Îxanet’ hatin avêtin. Meş li qada Nexweşxaneya Şengalê bi dawî bû. Piştî meşê, bernameya bîranîna fermanê derstpêkir. Bi hezaran kes, heya dawiya bernameyê ji qada merasîmê neçû.

Nayîf Şemo: Em bi vê hêza xwe peyam didin dijminên xwe

Bernameya merasîmê ji bo cangoriyên fermanê bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayif Şemo axivî û got: “Herkesê ku tevlî meş û mitingê bûye peywira xwe ya exlaqî bi cîh aniye, ew hewara şehîdên fermanê de hatiye, em bi vê hêza xwe peyam didin dijminê xwe. Em heyf û tola şehîdên xwe li erdê nehelîn.”

Malbatên Şehîdan: Şehîdên me emanete me ne

Li ser navê malbatên şehîdan Dayê Pakize jî xêrhatina mêvan û beşdaran kir û got: “Kombûna me ya wiha girseyî, bersiv dayîna dijminê me ye. Dema em girseyî şehîdên fermanê bibirtinin, ev bersiv ji bo dijminê me. Ji ber şehîdên me emanetê me ne.”

Axîn Întîqam: Em ê fikrên Rêber Apo biparêzin

Di merasîmê de ji fermandariya YBŞ-YJŞê Axîn Întikam axîvî. Axîn Întîqam şehîdên 74 fermanan û gerîlayên ku bi hawara Şengalê ve hatine û di dema rizgarkirina Şengalê de ked dane, bi taybetî bibîranî û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Civaka Êzîdî îro bi hestên şehîdên xwe dimeşe û ewê wan hertim bibîrbîne. Em wekî YBŞ-YJŞ, ev 11 sal in di nav xwîna fermanê de hatin rêxistinkirin. Me ti carî serî netewand. Me her bûhistek axa Şengalê, bi xwîna van şehîdan parastiye. Xwediyê vê civakê ev gele, xwediyê vê civakê Rêber Apo ye. Di fermana dawî de civaka Êzîdî fikrê Rêber Apo nas kiriye. Ji îro pê ve emê bi fikrê Rêber Apo xwe biparêzin. Miletê Êzîdî ne miletê berê fermanê ye, emê rexistin kirina xwe bi fikrê Rêber Apo pêş bixînîn. Yên ku dest bavêjin vê civakê ewê li hemberî xwe me bîbîne bila ewa baş bizanin.’’

‘Me hişyariyên Rêber Apo nexist rojeva xwe’

Di bernameyê de lo ser navê malbata şehîdê pêşeng Seîd Hesen jî peyam hate dayîn. Kurê Ş. Seîd Hesen, Nûrî Seîd bang û hişyariyên Rêber Abdullah Ocalan a beriya fermanê bibîrxist û got: “Pêşbîniyên Rêber Apo ji bo civaka me di sala 2005an hebû lê civaka me nexiste rojeva xwe. Eger gerîlla dema fermanê nehatana, me xilas nekirana, meyê du qat zêdetir êş bikşanda.’’

Li ser navê TAJÊ jî Neam Bedel Axîvî û ev peyam da: “Kesên destê wan di xwîna Êzîdiyan da hebe em nahêlin werin Şengalê.” Her wiha li ser navê Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê û Jinên Ciwan ên Şengalê jî peyam hate dayîn.

Di dawiya mersîmê de ji aliyê xizmên cangoriyên fermanê ve, helbest hatin xwendin.

Etîket: daxuyanîÊzidîfermanmesSengal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

22 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne