• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dibin şahid ku polîtîkayên bêcezakirinê bûne sîstematîk

Êlih / AW

26 HEZÎRAN 2026 - 21:35
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Li Êlihê bi pêşengiya TJAyê têkildarî kuştin û kiryarên qirêj ên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê hem nobet hat girtin û piştî nobetê jî daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar got: “Em dibin şahid ku polîtîkayên bêcezakirinê û bêkontroliyê li vî welatî veguherîne pêkanîneke sîstematîk.”

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li parka pêşiya Edliyeya Êlihê têkildarî kuştin û kiryarên qirêj ên ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê çalakiya nobedê hat lidarxistin û piştî nobedê jî daxuyanî dan. Rêveber û endamên DEM Partî û DBPê yên Êlihê, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Rêveber û endamên DEM Partî yên Rihayê, Şaxên OHD, ÎHDê yên Êlihê, parêzerên Baroya Êlihê û gelek endamên saziyên sivîl ên bajêr û gelek kes tev li bûn. Di bernameyê de dowîz û pankarta ku li ser wan, “Ji bo wijdanê civakî edalet”, “Efûkirina îstîsmara zarokan nabe”, “Te ne parast, tu yê hesab bidî”, “Sûcên ku ser wan hatine girtin em ê derxin ronahiyê”, “Rastî di tariyê de namînin”, “Divê mala Lênihêrînê ya Şîfayê bê girtin”, “Bes e” û “Li dijî tacîz, tecawiz û her cûre tundiyê em di nobetê de ne” hatibûn nivîsandin hilgirtin. Girseyê bênavber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

‘Ewqas bêbextî û bêexlaqî bi destê kê tê nixumandin?’

​Çîgdem Kiliçgun Ûçar got ku şeş roj in li Êlihê gelek rêxistinên sivîl û demokratîk, li dijî îdiayên tundiyê destavêtina zayendî  û mirina bi guman a ku li wê navendê derketine holê, di nobeta edaletê de ne û wiha axivî: “Pergala ku em tê de dijîn pênase dikin, tişta yekem divê were gotin ev e; ka pergaleke rizîbûyî ji bo hilweşandina civakê çawa dixebite? Tiştên ku li wir qewimîne jî mînakeke li ber çavan e. ​Li holê pergaleke tundî ya organîzekirî heye. Em qala toreke wisa dikin ku ji dermanfiroşan bigire heta xebatkarên Midûriyeta Tenduristiyê, ji xebatkarên rehabîlîtasyonê heta xwediyên kargehan, ji wezîfedarên giştî heta mufetiş û kontrolkeran dirêj dibe. Rant û qezencek heye ku li ser tundî û jiyana xwe ji dest dana mirovan tê kirin. Li dijî vê avahiyê divê tu kes bêdeng nemîne. Ji bo aşkerekirina vê çeteyê, divê li pêşiya jinan, gel û raya giştî ya demokratîk ku li kolanan têdikoşin, astengî neyên derxistin. ​Ew qas bêbextî û bêexlaqî bi destê kê tê nixumandin? Di cotmeha 2025an de gilî tê kirin, lê tu muamele nayê kirin. Piştre careke din gilî tê kirin, dîsa tu gavek nayê avêtin. Lê di hevdîtin û kontrola meha Hezîrana 2026an de ku hatiye kirin, derdikeve holê ku îdiayên hatine ziman rast in.”

‘Divê meqamên dadwerî lêpirsînê kûr bikin’

Di berdewama axaftina xwe de Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser peyamên ku xebatkaran di navbera xwe de şandine di dosyayê de hene û wiha bi dawî kir: “Li ser laşê mirovekî cixare tê vemirandin, wêneya wê tê girtin û di navbera xebatkaran de tê parvekirin. Mirovên wisa hene ku dîmenên tundiyê li ser kal û pîran bi hev re parve dikin û bi vê yekê kêfxweş dibin. Tevî vê yeke jî mirovên xwedî wijdan jî hebûn. Bi saya giliyê yek ji xebatkarên berê, ev şebekeya tundiyê û mirinê, her çiqas hindik be jî hat eşkere kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 83 kes hatin binçavkirin û ji wan 16 kes hatin girtin. Lê ev dosya xwedî wê taybetmendiyê ye ku dikare têkiliyên hîn mezintir yên li pişt perdeyê derxe holê. Divê meqamên dadwerî lêpirsînê di vî aliyê de kûr bikin. Tu ravekirina wê nîne ku giliyên salek berê hatine kirin, hatine sekinandin. Em behsa saziyekê dikin ku li ber çavan mirov tê de hatine kuştin û rûbirûyî îşkenceyê hatine hiştin. ​Li vir em dibînin ku polîtîkayên taybetmendîkirinê çawa encamên giran didin jiyana gel. Em dibînin ku polîtîkayên tenduristiyê yên dewlet û desthilatdariyê çawa ji navendên rehabîlîtasyonan heta nexweşxaneyan, ji otêlan heta malan belav bûne. Em dibin şahid ku polîtîkayên bêcezakirinê û bêkontroliyê li vî welatî veguherîne pêkanîneke sîstematîk.”

Etîket: ÊlihHevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçarobeta edaletêTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

25 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

16 ÎLON 2026
Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

13 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Li Êlihê bîranîna şehîdan di roja duyemîn de didome

9 ÎLON 2026
‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

2 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne