• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun: Banga birêz Abdullah Ocalan li benda muxatabên bi wêrek e

Mêrdîn / AW

8 ADAR 2025 - 13:55
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga 8ê Adarê ya Nisêbînê de axivî û anî ziman ku banga Abdullah Ocalan ji bo hemû jin û gelan azadiyeyê û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan ceserata herî mezin nişan da. Niha ew bang li benda muxatabên xwedî ceseret in.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), mitînga 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşmeya, “Em li dijî qîrkirinê radibin û ber bi azadiyê ve dimeşin” li Qada Newrozê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê mitîng li dar xist. Jin, bi cil û bergên Kurdî û xemla xwe tev li mitîngê bûn. Jin berzkirina dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” hatin qada mitîngê. Qada mitîngê bi flamayên TJA hat xemilandin. Her wiha jinan, bi pankarta ku li ser, “Em 8ê Adarê bi silavên Rêbertî pîroz dikin” jî li qada mitîngê hilgirtin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Aktivîsta TJA Çîmen Fîdan, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Mêrdînê jî tevlî mîtîngê bûn. Jinên bi cil û bergên Kurdî di qada mitîngê de cih girtin li qadê li ber stranan govend gerandin. Mitîng ji bo kesên ji bo demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest danê bi deqîqeke rêzgirtinê destpêkir. Di mitîngê de ewilî hevşeredara Mêrdînê Devrîm Demîr axivî. Devrîm Demîr anî ziman ku 8ê Adarê li jinên ku li her derê ji bo azadiya jinan ditêkoşin pîroz be û got:”Em li dijî pergala ku jinan tunedihesibîne li vir dengê xwe û bertekên xwe bilind dikin. Raberîna me li dijî qîrkirina jinê û qeyûman e. Divê herî zede em jin xwedî li banga birêz Abdullah Ocalan derbikevin.”

‘Em ê pêşengiya banga birêz Abdullah Ocalan bikin’

Paşê jî aktvîsta TJAyê Çîmen Fîdan axivî. Çîmen Fîdan jî diyar kir ku 8ê Adarê ji dayikên ji bo aştiyê ditêkoşin pîroz be û wiha axivî: “8ê Adarê ji jinên têkoşêr pîroz be. 8ê Adarê jinên di zindanan de li ber xwe didin pîroz be. Desthilatdar, bi heman hişmendiyê kuştin û qîrkirinê li ser jinan ferz dike. Ji ber wê jî dirûşmeya me ya 8ê Adarê raperîna li dijî qîrkirina jinan bû. Dixwazin bi şerê taybet jinan bigrin hedef lê em ê li dijî polîtikayên şerê taybet jî bitêkoşin û van polîtikayan vala derxînin. Li ser ziman û çanda me polîtikayên pişaftinê tê meşandin. Em ê li dijî polîtikayên pişaftinê jî têkoşîna xwe mezin bikin.Di vê 8ê Adarê de mizginiya herî mezin li Girava Îmraliyê ji aliyê birêz Abdullah Ocalan vê hat. Em weke jin dibêjin em ê pêşengiya vê pêyamê bikin. Ji ber ku ew peyam ji bo azadiya jinan û civakê ye.”

‘Jinan sînorên serdestan derbas kirin’

Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar bi lêv kir ku desthilata mêr bi politikaya şerê taybet dixwaze li ser pêya bimîne û wiha axivî: “Mêrdîn wê li dijî van polîtikayan bersiv bide. Li dijî vê yekê jinên Kurd azadiyê bi rêxistin dikin. Li Rojavayê bi berxwedanê jinên ku şoreş pêk anîn re em silav dişinin. Azadiya jinan ji bilî rêxistin bûyînê nabe. Ya ku me bi rêxistin dike baweriya me ya azadiyeyê. Li her derê Kurdistanê û Tirkiyeyê jin qala azadiya jinê û banga birêz Abdullah Ocalan dikin. Meşa me ya azadî tu car neqediya wê tu car neqedê. Birêz Abdullah Ocalan dibêje dengê jinan netewa demokratik ber bi demokrasiyê ve dibe û desthilat ditirsîne. Birêz Abdullah Ocalan bang li siyaseta demokratik kir. Ya ku siyaseta demokratik li ser pêyan dihelê vîna jinan e. Jinan sînorên serdestan derbaskirin. Me felsefeya jin jiyan azadî bir hemû cîhanê. Ew bi têkoşîna wê pêkhat. Divê ew qonaxa nû ya em di nav re derbas dibin jin pêşengiyê bikin.

Îro sekna me ya li vir kameraya Cîhan Bîlgîn e

Li Suriyeyê demekê dirêje Elewî û baweriyên cûda rastî qîrkirinê tên. Em vê qîrkirinê qebûl nakin. Divê hemû netew û bawerî berê xwe bidin Rojava. Tu desthilat nikarê bi qîrkirinê li ser pêyan bimîne. Divê statuya Rojava hekimî hemû Suriyeyê bibe. Em hemû gelan vêdixwînin pêşî girtina komkujiya Elewiyan. Helbet jinên li dijî DAIŞê sekinin wê van komkujiyan jî bidin sekinandin. Divê hemû kes xwedî li banga birêz Abdullah Ocalan derbikeve. Ji ber ku xilasiya jinan û gelan di banga birêz Abdullah Ocalan de ye. Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li pêvajoyê derbikevin û aştiyê li benda zilaman nehelin. Aştî wê bi kêda jinan pêk were. Birêz Abdullah Ocalan ceserata herî mezin nişan da. Niha ew bang li benda muxatabên xwedî cesaret in. Berpirsyariya partiyên siyasî, saziyên sivîl û hemû kes di vê pêvajoyê de muxatabin. Divê vê pêvajoyê em hemû xwedî derbikevin. Îro sekna me ya li vir kameraya Cîhan Bîlgîn e, porê Jîna Emînî ye, pênûsa Nagîhan e û têkoşîna Sakîne Cansiz a ku qet neqediya ye.”

Di mitîngê de pêyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo jinan şandibû ji aliyê aktîvîsta TJAyê Gulseren Yildirim ve hat xwendin. Jinên li qadan jî di dema xwendina pêyamê de bê navber dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Piştî axaftinan hunermend Ruken Yilmaz derket ser dikê û stran gotin. Mitîng bi stran û gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

 

 

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a CîhanêÇigdem kiliçgun UçarNisêbînTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

13 ÎLON 2026
Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

31 TEBAX 2026
Li Nisêbînê bîranîna şehîdan di roja 3yemîn de didome

Li Nisêbînê bîranîna şehîdan di roja 3yemîn de didome

29 TEBAX 2026
Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

28 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne