• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çi li benda Sûriyê ye?

Navenda Nûçeyan / AW

8 NÎSAN 2025 - 23:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo her diyalogê xetên sor ên Rêveberiya Xweser hene û bal kişand ser hûrgiliyên diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de. Îlham Ahmed çi li benda Sûriyeyiyan e, eşkera kir.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo her danûstandin û diyalogê xetên sor ên Rêveberiya Xweser hene û hûrgiliyên diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de vegot.

Di rûniştineke diyalogê ya bi navê “Lihevkirinên di navbera Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta Sûriyeyê de” ya li bajarê Hesekê hatiye lidarxistin de, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehemd hin xalên diyalogê şîrove kirin. Di rûniştinê de rewşenbîrên û kesên girîngiyê didin rewşa siyasî amade bûn.

Îlham Ehmed anî ziman ku peyman gelek aliyên ji bo civakê bi giştî çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî li erdnîgariya Sûriyeyê de vedihewîne û wiha axivî: “Ji lew re ev peyman xwedî gelek xalên şaxî ne û pêdiviya wê bi nîqaşên berfireh heye ku lihevkirinên berfireh di çarçoveya Sûriyeyê bi giştî de werin pêkanîn.”

Îlham Ehmed, destnîşan kir ku hin têbînî li ser performansa desthilata Şamê hene, bi taybet ji bo pêvajoya “Danezana destûrî”, avakirina hikumetê, divê ew werin çareserkirin. Îlham Ehmed wiha got: “Rêveberiya li Şamê berpirs e ku bersiva pirsên civaka Sûriyeyê û pêkhateyên Sûriyeyê li ser madeyên destûrî bide.”

 

Îlham Ehmed da zanîn ku piştî peymanê yekser, “Danezana destûrî” ya demkî hat derxistin û wiha pêde çû:  “Têbîniyên me ji bo danezanê hene û ji bo van xalan têkiliyên me didomin. Danezana destûrî beriya peymanê hatibû amadekirin, piştî peyman hat ragihandin danezana destûrî jî hat derxistin. Dikarî derxistina danezanê bihata paşxistin, ji bo ku komîte û madeyên wê bihatana nîqaşkirin. Ji ber ku komîteya destûrê nûnertiya piranî civaka Sûriyeyê nake.

 

Îlham Ehmed wiha li gotina xwe zêde kir: “Hemû dizanin ku komîteya destûrê û madeyên wê nûnertiya hêvî û xwestekên gelê Sûriyeyê nakin.”

 

Têkildarî rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Îlham wiha pê de çû: “Tiştê di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de hatiye ragihandin peymaneke giştî bû. Dema komîte bên avakirin wê nûnerên van pêkhateyan hebin. Ew ê komîteyên sivîl û siyasî bin.”

 

Der barê komîte û demên wan de jî Îlham wiha axivî: “Ji bo avakirina komîteyan hîna me ev pêvajo heta niha derbas nekiriye. Di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de tenê hevdîtinek çêbûye û li ser xalên giştî ên têkildarî dîroka destpêkirina dan û standinan hatin nîqaşkirin.”

 

Îlham wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi awayekî cidî girîngiyê didin ser xurtkirina bendên peymanê tevî girîngîdayîna şaxên van bendan, da ku şênî bi giştî ewle bin û bigihînin Sûriyeyeke nû.”

Etîket: AFC ChampionshipÎlham EhmedRêveberiya XweserŞamSûrî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

14 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026
Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

27 TEBAX 2026
Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana Mihemed Mûsa kir

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana Mihemed Mûsa kir

27 TEBAX 2026
‘Li Sûriyeyê ji bo Kurdan merhaleyeke nû dest pê kir’

‘Li Sûriyeyê ji bo Kurdan merhaleyeke nû dest pê kir’

27 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şeybanî re civiyan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şeybanî re civiyan

24 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne