• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn êrişeke li dijî vîna jinê ye’

Wan-Şirnex-Stenbol / AW

20 HEZÎRAN 2026 - 15:19
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
TJAyê li Şirnex, Stenbol û Wanê bertek nîşanî cezayê li berdevka berê ya TJAyê Ayşe Gokkan hatiye birîn da û da zanîn ku ew vê biryarê qebûl nakin.

Bertekên li hemberî 19 sal û 6 meh cezayê ku li Berdevka Berê ya TJAyê Ayşe Gokkan hatiye birî her ku diçe zêde dibin.

Şirnex

Li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo nerazîbûna cezakirina Berdevka TJAyê ya Berê Ayşe Gokhan daxuyanî hat xwendin. Li gel Parlementera DEM Partiyê ya Şirnex Newroz Ûysal Aslan, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJAyê Adalet Fîdan ve hat xwendin.

Piştre Parlementer Newroz Ûysal Aslan got ku Ayşe Gokhan heya îro li her qadê li ber xwe daye û wiha axivî: “Îro cezayê hatiye dayîn di kesayeta Ayşe Gokgan de li jinên tekoşer hatiye birîn. Em ji silavên xwe ji Ayşe Gokhan û hemû girtiyan re dişînin. Berxwedana wan berxwedana me ye. Bi sekna wan em serbilind in, jin jiyan azadî.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma, ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.

Stenbol

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Qada Şîşhaneya Stenbolê daxuyanî da. Aktivîstên TJAyê, parlamenterên DEM Partiyê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partî û HDKê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Jin li Qada Şîşhaneyê kom bûn û wêneyên Ayşe Gokkan û pankarta “TJA nayê darizandin” hate vekirin û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin.

‘Ayşe Gokkan li ku be jî wê têkoşînê bidomîne’

Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel diyar kir ku Ayşe Gokkan hevrêyên wê ya têkoşînê ye û got: “Partiyên me hatin girtin, hevalên me hatin girtin û kuştin. Lê me tu carî serî netewand, Ayşe Gokkan jî yek wan hevalên me ye. Ayşe Gokkan li ku bê jî têkoşîna xwe û gelê Kurd dê bidomîne. Bi cezayan nikarin Ayşe Gokkan bitirsînin. Aliyek din pêvajo heye lê aliyek din ceza tê birîn, em van cezayan qebûl nakin. Dev ji cezakirina jinan berdin, paşê baweriya gel ji pêvajoyê werê.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.

Wan

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê, li dijî cezayê girtîgehê yê 19 sal û 6 meh ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9an a Amedê ve li Berdevka Berê ya TJAyê Ayşe Gokkan hatiye birîn, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ayşe Gokkan vîna me ye, nayê darizandin” hat vekirin û dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, saziyên jinan û saziyên sivîl ên demokratîk tevlî daxuyaniyê bun.

Metna daxuyaniyê aktivîsta TJAyê Eylem Oklû xwend.

‘Em vê biryarê qebûl nakin’

Eylem Oklû diyar kir ku ev biryar ne tenê li dijî kesekê, lê belê êrîşeke li dijî vîna jinan û berxwedana wan a rêxistinî ye. Eylem Oklû da zanîn ku ew vê biryarê wekî destwerdaneke li dijî têkoşîna azadiya jinê dibînin û qebûl nakin û got: “Sûcên ku ji bo darizandina Gokkanê dikin hincet, li dijî parastina mafên jinan, pêşengtiya çalakiyên aştiyane û bilindkirina dengê li dijî pergala mêrperest e. Ayşe Gokkan zêdetirî 6 salan e girtî ye û destûr nedanê ku tev li cenazeyê dayika xwe bibe.”

‘Têkoşîna azadiyê ya jinê nayê mehkûmkirin’

Eylem Oklû destnîşan kir ku di şexsê Ayşe Gokkan de vîna jinê û felsefeya wê ya gerdûnî ya “Jin, Jiyan, Azadî” tê darizandin û wiha pê de çû: “Avakirina civakeke demokratîk tenê bi azadiya tam a jinê pêkan e. Loma îro eksena sereke ya hemû nîqaşên pêvajoyên demokratîk, têkoşîna jinê ye. Mekanîzmayên dadgeriyê yên ku jinê li malê digirin û pergala mêrperest diparêzin, li pêşberî têkoşîna me bêwate ne. Ne girtîgeh, ne biryarên dileyîstî yên dadgehan nikarin meşa azadiyê ya jinan rawestînin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Etîket: 19 sal û 6 mehAyşe GokkancezakirinTevgera Jinên AzadTJAVîna jinê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

13 ÎLON 2026
TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

26 TEBAX 2026
Li Amedê şîna cangoriyan di roja sêyemîn de didome

TJA: Di jiyana şehîdên me de vîna azadî û serkeftina gelê me şênber bûye

23 TEBAX 2026
‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

22 TEBAX 2026
TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne