• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çapemeniya Ereb: Ji nûve vejîna DAIŞê encama berjewendiyên herêmî û kûrevî ye

Navenda Nûçeyan / AW

1 SIBAT 2026 - 10:19
Kategorî: CÎHAN
A A
Çapemeniya Ereb vê hefteyên rewşa li Sûriye û gengaşiya di navbera Îran û DYAyê de girte rojeva xwe. Di çapemeniyê de hate daxuyandin ku DAIŞ bi şêwazeke nû li Sûriyê bi bandor dibe û ev yek jî encama berjewendiyên herêmî û kûrevî ne. Her wiha hate daxuyandin ku vejîna DAIŞê ne bi rêbazên qlasîk bi awayek pergalî vesaz dibe.

Çapemeniya Erebî vê hefteyê tevgera çeteyên DAIŞê li Sûriyeyê, rageşiya Amerîka û Îran û rewşa Ewropayê kir girte rojeva xwe. Rojnameya El Nehar der barê vegera çeteyên DAIŞê de nivîsî û cih da vê pênaseyê: “Tiştê ku diqewime ne vejîneke leşkerî ya kevneşopî ya DAIŞê ye lê belê ji nû ve bicihkirinek e ku ji parçebûna pergala ewlehiyê ya herêmî sûdê werdigire.” Rojnameyê destnîşan kir ku DAIŞ derbasî stratejiyeke windakirin û têkbirina baweriyê bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê bûye û ji qelsiya dosyaya zindanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nemaze piştî revîna girtiyan ji navendên ragirtinê yên li Heseke û Reqayê sûdê werdigire.

‘Vejîna DAIŞê encama berjewendiyên herêmî û kûrevî ye’

Li gorî rojnameyê vegera DAIŞê ne encama karekî yekalî yan biryareke rasterast ji aliyê yek kesî ve ye û wiha domand: “Lê di encama lihevhatina berjewendiyên tevlihev ên aliyên herêmî û navneteweyî de derketiye holê. Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji nû ve girîngiya gefa cîhadîst sûd wergirtiye da ku xwe wek hevkareke bingehîn ji bo civaka navneteweyî di ‘şerê li dijî terorê’ de destnîşan bike. Lewre kanalên ragihandinê yên siyasî û ewlehiyê ji nû ve ava bike, beşdarî Koalîsyona Navneteweyî bibe û zexta têkildarî têkiliyên xwe yên berê û yên bi komên ku wekî tundrew hatine destnîşankirin, sivik bike.”

‘Armanca Tirkiyê ne DAIŞ lê Kurd in’

Rojnameyê diyar kir ku Washington vegera DAIŞê wekî ‘gefek dikare were birêvebirin’ dibîne û ev tişt gotin: “Armanca pêşîn a Tirkiyeyê jî lawazkirina Rêveberiya Xweser e. Di encamê de şaneyên DAIŞê bi awayekî demkî çalak bûn. Her wiha xetereya Kurdan ji xeteriya cîhadîstan mezintir dibîne. Berjewendiyan DAIŞ di pevçûnek berfireh de aniye asta amûrek fonksiyonel. Naxwazin DAIŞ bi ser bikeve an bi temamî têk biçe, lê dixwazin wekî amûreke zextê di hevsengiyên ji nû ve xêzkirina bandorê de li Sûriye û herêmê de bimîne.”

‘Li Libnanê şêr li Golanê kîvroşk’

Rojnameya El Quds El Erebî ya li Londonê weşanê dike jî diyar kir ku bûyerên dawîn ên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bandorên cidî li ser rewşa Kurdan û Sûriyeyê dikin. Rojnameyê destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li bakur li dijî Kurdan helwesteke tund nîşan dide, di heman demê de li başûr li hember Îsraîlê aram û bêdeng e. Gotina, ‘Li Libnanê şêr e û li Golanê kîvroşk e’ tîne bîra mirov. Sûdmenda herî mezin a vê rastiyê Îsraîl e.”

Stratejiya DYAyê ya Îranê ne zelal e

Rojnameya Libnanê El Exbar li ser rageşiya DYAyê ya li dijî Îranê nivîsî û diyar kir ku Washington tevî temamkirina amadekariya xwe ya leşkerî jî li Rojhilata Navîn, bi polîtîkayeke ‘nezelaliya stratejîk’ tev digere.
Rojnameyê destnîşan kir ku daxuyaniyên Trump ku ji aliyekî ve gefên leşkerî dixwe û ji aliyê din ve banga dan û standinan dike, nîşan didin ku bêyî şer dixwaze zextê li Tehranê bike. Rojnameyê cih da van nirxandinan: “Îran her êrişekê, heta êrişeke sînordar jî be, wek ‘ragihandina şerekî giştî’ dibîne û dê bi hemû hêza xwe bersiv bide. Ev yek jî derî li ber aloziyeke ku dikare ji kontrolê derkeve, vedike.”

Girêdana bi DYAyê re nahêla Ewropa bibe hêz

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê bal kişand ser siberoja têkiliyên Ewropa û DYAyê û pirsa, “Gelo Ewropa dikare serbixwe be?” kir. Rojnameyê nivîsî ku şerê li Ukraynayê lawaziya hêza parastinê ya serbixwe ya Ewropayê aşkera kir. Rojnameyê diyar kir ku bangên ji bo ‘serxwebûna stratejîk’ a Ewropayê zêde dibin, lê ji ber nakokiyên navxweyî û girêdayîbûna kûr a bi sîwana ewlehiyê ya DYAyê ve, ev hewldan qels dimînin.

Etîket: DAIŞDYAKurdistanSûriyeTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne