• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çapemeniya cîhanê balê dikişîne ser metirsiya vegera DAIŞê

Navenda Nûçeyan / AW

25 SIBAT 2026 - 08:43
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Di nûçe û dahurandinên têkildarî Kurdan di çapemeniya cîhanê derketîn balê dikişînin ser vekişiyana DYAyê ya ji Sûriyê û destnîşan dikin ku ev yek dê bibe zemînê ji nûve rêxistinbûna DAIŞê. Di nûce û analîzan de rola Kurdan a ji bo ewlehiyê tê destnîşan kirin û tê gotin ku rewşa HSDê ya leşkerî dê statûya Kurdan jî diyar bike.

Di çapemeniyê cîhanê de nûçe û analîzên derbarê pirsgirêka Kurdan de giranî balê dikişînin ser rewşa Rojavayê Kurdistanê. Di nûçe û analîzan de li ser hevsengiya ewlehiyê ya li Rojava, pêvajoya derketina leşkerên DYAyê û pêşeroja Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) tê rawestîn. Her weha, saziyên lêkolînê yên Rojava jî di raporên xwe de li ser van rîskan hişyarî kirin.

‘Rewşa li Kampa Holê Ewropayê ditirsîne’

Ajansa Reûtersê îro cih da belge û nirxandinên hundirîn ên Yekîtiya Ewropayê (YE). Reûters diyar dike ku di belgeyên navxweyî yên YE nîşan dide ku pêşketinên li Kampa El-Hol a li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê fikarên ewlehiyê li Ewropayê zêde kiriye. Di belgeyan de hate gotin ku kamp berê di bin kontrola HSDê de bû, lê piştî guherîna hevsengiya hêzê pergala ewlehiyê qels bû. Rapor destnîşan dike ku kesên radîkal ên ku reviyan dikarin dîsa xwe rêxistin bikin û ev yek dikare bibe metirsiyeke ewlehiyê ji bo Ewropayê.

‘Vekişîn dê rîskên demdirêj biafirîne’

Di medyaya DYAyê de jî biryara vekişîne leşkerî ya ji Sûriyê hate nirxandin. Rojnameya Wall Street Journal nivîsand ku plana Washingtonê vekişîne ji Sûriyeyê dê şerê li dijî DAIŞê de rîskên ewlehiyê yên demdirêj biafirîne. Associated Press jî ragihand ku artêşa DYAyê dest bi veguhestina leşker û amûrên xwe ji hin baregehên bakurê rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Di nûçeyê de hat gotin ku hin hêz ber bi Herêma Kurdistanê ya Iraqê ve hatine veguhestin. Li gorî ajansê ev pêvajo dikare bandorê li ser girtîgeh û kampên DAIŞî lê tên girtin bike û bibe sedema ji nûve bihêzbûna DAIŞê.

‘Rola HSDê ji bo ewlehiya cîhanê girîng e’

Li aliyê din, saziya ramanê ya Parlamentoya Ewropayê di nota siyasî ya ku weşand de li ser îdiayên binpêkirina mafên mirovan li herêmên Kurdan disekine. Di belgeyê de hat gotin ku li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê li dijî Kurdan û kêmaran êriş pêk hatine û ev rewş hewceyê lêkolînê ye. Her weha hate diyarkirin ku rola HSD di şerê li dijî DAIŞê de ji bo ewlehiya cîhanî girîng e.

‘Rola HSDê dê statûya Kurdan diyar bike’

Lêkolîna Carnegie Endowment jî destnîşan kir ku dosyeya HSDê ne tenê mijarek Sûriyeyê ye, lê di heman demê de di têkiliyên DYA–Tirkiyeyê de jî rolek diyarker dilîze. Di raporê de hat gotin ku biryarên leşkerî yên Washingtonê rasterast bandorê li ser têkiliyên her du welatan dikin. Li gorî lêkolîna saziya ramanê SIPRI, pêvajoya entegrasyona HSDê di nav artêşa Sûriyeyê de dê statûya siyasî ya Kurdan di pêşerojê de diyar bike. Rapor diyar kir ku di navbera nêzîkbûna navendperest a Şamê û daxwazên rêveberiya herêmî yên Kurdan de cudahiyên girîng hene.

‘Hevgiriya Kurdan di asta herêmî de xurt bû’

Chatham House jî di şîroveya xwe de nivîsand ku berfirehbûna kontrola Şamê li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hêzên Kurd tê wateya paşvekişînê lê di heman demê de hevgirtina Kurdan di asta herêkmî xurtir bûye.

Etîket: HSDReutersRojavayêThe Wall Street JournalVekişîna DYAyêWashington PostYekîtiya Ewropayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hizbûllah û rêveberiya Sûriyeyê li Tirkiyeyê civînek veşartî pêk anîn!

Hizbûllah û rêveberiya Sûriyeyê li Tirkiyeyê civînek veşartî pêk anîn!

1 COTMEH 2026
Angaşta Pentagon ji bo pesnên Trump bidin leşkerên malnişîn peywirdar dike

Angaşta Pentagon ji bo pesnên Trump bidin leşkerên malnişîn peywirdar dike

31 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: HSDê erka parastinê pêk anî, derbasî erka avakirinê dibe

Mazlûm Ebdî: HSDê erka parastinê pêk anî, derbasî erka avakirinê dibe

25 TEBAX 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
PE: Divê Tirkiye demildest ji Kibrisê derbikeve   Tirkiye: Bêbextiyê li me dikin, hukmê biryarê nîn e

PE: Divê Tirkiye demildest ji Kibrisê derbikeve
Tirkiye: Bêbextiyê li me dikin, hukmê biryarê nîn e

10 TÎRMEH 2026
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan

24 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne