Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre şeş çavkaniyan, nûnerên hikûmeta Sûriyeyê û endamên Hîzbûllahê bi mebesta kêmkirina rageşiya ku her diçe zêde dibe, di meha îlonê de li Tirkiyeyê civîneke veşartî pêk anîne.
Hat ragihandin ku ji bo kêmkirina rageşiya di navbera her du aliyan de, di navbera nûnerên hikûmeta Sûriyeyê û Hîzbûllah a li Libnanê de li Tirkiyeyê civînên veşartî pêk hatine.
Li gorî şeş çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîne û navê wan nehatin eşkerekirin; berpirsên îstixbarata Sûriyeyê û Wezareta Karûbarên Derve bi nûnerên Hîzbûllahê re di meha Îlonê de li Tirkiyeyê herî kêm carekê rû bi rû civiyane. Hat ragihandin ku di nav çavkaniyên ku axivîne de berpirsên Sûriyeyî, berpirsekî DYAyî û çavkaniyeke ewlehiyê ya bilind a Libnanî ku nêzî Hîzbûllahê ye hene.
Li gorî Reutersê, civîn bi vexwendina saziyên ewlehî û îstixbaratê yên Tirk hat lidarxistin. Hat diyar kirin ku Enqere ji bo kêmkirina rageşiya di navbera Sûriye û Hîzbûllahê de û peydakirina aramiya herêmî ji bo van hevdîtinan pêşengî kiriye.
Ji Şamê ji bo Hizbûllahê daxwaza sînor û şaneyan
Hat gotin ku di civînan de aliyan pirsgirêkên ewlehiyê yên dualî girtine dest.
Li gorî berpirsekî Sûriyeyî, Şamê ji Hizbûllahê xwestiye ku ji bo rawestandina qaçaxçtiya çekan a derveyî sînor û bi taybetî belavkirina şaneyên Hizbûllahê ku tê îdîakirin li başûrê Sûriyeyê mane, bibe alîkar.
Li hemberî vê yekê, hat gotin ku rêveberiya Sûriyeyê misogertî daye ku ew ji bo bêçekkirina Hizbûllahê li Libnanê destwerdana leşkerî nake.
Çavkaniyan, ragihand ku nûnerên Hizbûllahê bersiveke eşkere nedane daxwazên derbarê qaçaxçtiya çekan û şaneyan de, lê belê soza neketina karên navxweyî yên Sûriyeyê dane.
Çavkaniya ewlehiyê ya Lubnanî jî diyar kir ku di civînan de di mijarên ewlehiyê de “pêşketineke mezin” hatine bidestxistin. Lê dîsa jî li gorî çavkaniyên Reutersê, lihevkirineke dawî nehatiye kirin û tu plan tune ye ku ev civîn ji raya giştî re bê parvekirin.
Îranê di hevdîtinan de cih negirt
Li gorî Reutersê, haya Îrana piştevanê sereke yê Hizbûllahê yê li herêmê ji hevdîtinê hebû lê belê bi awayekî rasterast beşdarî civînê nebûye.
Çavkaniya ewlehiyê ya Lubnanî, îdîa kir ku Hizbûllah li gel agahdariya Îranê beşdarî hevdîtinê bûye lê belê aciz bûye ku Tehran bi awayekî rasterast beşdarî civînê nebûye. Li gorî çavkaniyê ev rewş yek ji sedema pêk nehatina lihevkirineke dawîn e.
Reutersê, diyar kir ku bi awayekî serbixwe nehatiye piştrastkirin ku hevdîtin li kîjan bajarê Tirkiyeyê hatiye lidarxistin, çiqasî berdewam kiriye û ji bilî civîna meha Îlonê civîneke din hatiye kirin an na.
Hê piştrastkirina fermî tune ye
Wezareta Karûbarên Derve ya Sûriyeyê, Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê, Wezaretên Parastinê Û Wezareta Karên Derve ya DYAyê hê jî pirsên Reutersê nebersivandine. Ofîsa çapemeniyê ya Hizbûllahê jî hê şîroveyek nekiriye.
Têkiliyên di navbera rêveberiya Sûriyeyê û Hizbûllahê de, piştî hilweşîna rêveberiya Beşar Esad a di dawiya sala 2024an de gelekî lawaz bibûn. Hizbûllahê di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de piştevaniya rêveberiya Esad kiribû. Rêveberiya nû ya Sûriyeyê jî rêxistin bi şandina çekan a li ser Sûriyeyê û hebûna şaneyên wê yên li welêt sûcdar dikir.
Li gorî agahiyên Reutersê, tê îdîakirin ku hevdîtinên di navbera aliyan de nêzîkî beriya du mehan li Tirkiyeyê dest pê kirine. Wezîrê Karûbarên Derve yê Sûriyeyê Esad el-Şeybanî di meha Tîrmehê de dabû zanîn ku ew amade ne bi Hizbûllahê re hevdîtinan bikin, Sekreterê Giştî yê Hizbûllahê Naim Kasim jî di meha Tebaxê de anîbû ziman ku ew li dijî hevdîtina li gel rêveberiya Sûriyeyê ne.













