Bîranîna ji bo endamên Tevgera Azadiya Kurd ên ku di dîrok û li cihên cuda şehîd ketine di roja dawî de bi dayîna mewlûdê berdewam dike. Bîranîn wê bi sînevîzyonê bi dawî bibe.
Endamên Tevgera Azadiyê yên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de di dîrok û li cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, di roja sêyemîn de li Eywana Dawetê ya Ûgûrê ya Sêrtê bi awayekî girseyî tên bibîranîn. Malbatên şehîdan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên bajêr û gelek welatî tev li bernameya bîranînê dibin. Bîranîn bi xwendina mewlîdê berdewam dike. Li eywana ku bîranîn lê heye, posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin daliqandin. Her wiha wêneyên şehîdan bi rengên kesk û sor û zer hatin xemilandin. Pankartên bi nivîsên “Em şehîdan naspêrin axê, dispêrin dilê xwe”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike”, “Em deyndarê şehîdên xwe ne, şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîdên me pêşeroja me ne”, “Xelayên cangoriya bi rêxistinbûyîn û xwedî derketinê pêkan e” û “Şehîd ronahiya rêya me ne” hatin daliqandin. Serdana bîranînê bi awayekî girseyî didome.
Bîranîna ku bi xwendina mewlîdê berdewam dike, dê saet di 17:00an de bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bibe.





















