Bernameya bîranîna şehîdên tevgera azadiyê li Rihayê di roja duyemîn de bi serdanên girseyî berdewam dike. Welatî kom bi kom bi dirûşma ‘Şehîd namirin’, ‘Rêya şehîd rêya me ye, Apo ye Serokê me’ û ‘Bijî Serok Apo’ derbasî cihê bîranînê dibin.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li Mala Şînê ya Rezanê ya Navçeya Eyyûbi, li taxa Sarayaltî ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li Mala Taziye ya Mustafa Dag û Wêranşarê Mala Şînê ya Silêman Nebatî bernameya bîranînê hatibû lidarxistin roja duyemîn de bi serdanê girseyî berdewam dike.
Welatî kom bi kom hatin bîranînê û bênavber dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Rêya şehîd rêya me ye, Apo ye Serokê me’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.
Hevserokê Giştî DBPê Keskîn Bayindir jî li Rihayê tev li bernameya bîranînê bû. Keskîn Bayindir serdana malbatên di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane kir û sersaxî ji wan re xwest.
Merasîma bîranînê bi serdanên girseyî dewam dike.























