• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi cil û berg û bilûra xwe bala pêşengehê dikişîne

Amed / AW

22 COTMEH 2025 - 08:50
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Nivîskar Şevger Çolo di Pêşengeha Pirtûkan a Amedê de bi cil û bergên xwe û bilûra xwe bala pêşengehê dikişîne ser xwe. Şevger Çolo anî ziman ku ji bo wî çand, xwendin û nivîsandina Kurdî pirr girîng e.

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 9emîn li Navenda Kongre û Pêşengehî ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî 18ê Cotmehê hatibû destpêkirin. Li pêşengeha pirtûkan de gelek weşangeh û nivîskar cîh girtin. Nivîskar Şevger Çolo jî di pêşengehê de bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bilûra xwe bala weşanger, nivîskar û xwîneran dikişîne ser xwe. Şevger Çolo bi denge bilûra xwe xwîner û nivîskarên Kurd kêfxweş kir. Şevger Çolo derheqê cil û bergên xwe pêşengehê de axivî.

‘Em dikarin bi xwendinê pêş bikevin’

Nivîskar Şevger Çolo diyar kir ku ew ê dest ji çanda xwe û nivîsandina Kurdî bernede û her dem dê şopînerê ziman û çanda Kurdî be. Şevger Çolo bal kişand ser atmosfera pêşengehê û eleqeya ji pirtûkên Kurdî û got: “Ez hinekî zimanê Almanî, Îngîlîzî û Tirkî baş dizanim lê dirûşmeyeke min heye ez li gel Kurdan nizanim Tirkî biaxivim tenê gel Tirkan dizanim Tirkî biaxivim. Derfetê min çêbû ez hatim Pêşengeha Pirtûkan a Amedê lê li gorî çavdêriya min di bajarekî wisa mezin de li ser dezgehan bi hezaran pirtûkên Kurdî hene û bêxwedî dimînin. Mixabin çanda me ya civaka Kurd a xwendina pirtûkan hinek kêm e. Divê em vê rastiyê ji bîr nekin, em dikarin bi xwendinê pêş bikevin. Erê dîsa jî xwîner ji bajarên dûr tên lê belê ev têr nake.”

‘Divê em xwendinê bikin mijareke civakî’

Şevger Çolo her wiha bal kişand ser giringiya xwendina bi Kurdî û kêmasiya eleqeya li hemberî pirtûk û weşangerên Kurdî û wiha got: “Divê em xwendinê bikin mijareke civakî. Gelek weşanxane, gelek pirtûkên hêja yên ji aliyê dîrokê û ji aliyê ziman ve pirtûkên pêşketî hene, lê belê bêxwedî mane, wekî gazinca me ye ji bo hemû civakê. Tenê ne li vê pêşengehê mixabin li hem û pêşengehan vê rewşê dibînim. Xwezî gelê me bêtir hez ji xwendina bi zimanê xwe bikira. Pirtûkên Kurdî bîr, bawerî û şiyar bûn e. Ji bo wê hinekî xemginiya min heye lê dîsa jî kedekî heye. Weşanger û nivîskar kedek mezin didin û kêm be jî eleqeyek heye. Ez bawerim di rojên din ên pêşengehê de dê eleqeya ji bo pirtûkên Kurdî zêde bibe.”

‘Divê civak çanda xwe biparêze’

Şevger Çolo diyar kir ku di pêşengehê de hem xwîner hem jî nivîskarên Kurd bi eleqeyek mezin nêzî cil û bergên wî yên bi Kurdî dibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev yek jî min pirr kêfxweş dike. 20 sal in ez her tim cil û bergên Kurdî li xwe dikim. Ev çoxê ku min vergirtiye ne yê herema me ye yê herema Rojhilatê Kurdistanê ye, çanda Kurdî pirr xweşik e. Min cil û berg ji Rojhilat anî. Şal û iepikên min jî yê Cizîrê ne, Botanî ne. Ez cil û bergên xwe sînordar nakim, hemû cil û bergên Kurdî çanda min in. Divê em li her derê çanda xwe zindî bikin, nehêlin ku bê jibîrkirin û biparêzin. Em çanda xwe di hest û laşê xwe de bicih nekin, ev çand nayê parastin û emrê wê kurt dibe. Divê civak jî çanda xwe biparêze.”

 

Etîket: 9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedêçanda KurdîCil û bergên KurdîPirtûkên KurdîZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê didome

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê didome

2 COTMEH 2026
Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne