• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bêrêziya li dijî miriyan li Wanê hate şermezarkirin

Navenda Nûçeyan / AW

12 ADAR 2026 - 14:35
Kategorî: CIVAK, ROJANE
A A
Wan-Şaxa MEBYA-DERê ya Wanê û Înîsiyatîfa Rêzgirtina ji Miriyan re, îfadeyên dij exlaqî û mirovî yên ji bo cenazeyê endama PKKê Dîlan Oklu hatine bikaranîn bi tundî şermezar kirin û daxuyandin ku dê her tim li miriyên xwe xwedî derkevin û rûmeta wan biparêzin.

Şaxa MEBYA-DERê ya Wanê û Însiyatîfa Rêzgirtina ji Miriyan re têkildarî heqareta li dijî cenazeyê endama PKKê Gulistan Ûnver, li Qada Bajêr a Wanê daxuyaniyek da. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratik a Wanê Gonul Ûzûnay, Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar, Dayikên Aştiyê, endamên saziyên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxûyaniyê de pankarta, “Rêya aştiyê rêzgirtina ji miriyan re derbas dibe” hate vekirin û dirûşmeya, “Şehid namirin” hate berz kirin. Li ser navê Înîsiyatîfê Gulîstan Ûnver daxuyanî xwend.

‘Avakirina aştiyê bi hurmeta ji bo mirî û zindiayan pêkan e’

Gulistan Unver diyar kir ku li dijî miriyan bi kar anîna zimanê heqaretê li dijî nirxên mirovahiyê ye û wiha got: “Bikaranîna vê îfadeyê, her wekî ku li dijî nirxên exlaqî yên herî kêm ên mirovahiyê ye, ji aliyê qanûnî ve jî li dijî qaîdeyên nivîsên fermî ye. Her wiha li dijî hiqûqa navxweyî û peyman û belgeyên navneteweyî yên ku dewleta Tirkiyeyê aliyekî wan e, ye. Lê belê, ev mijar nikare tenê wekî mijareke hiqûqî bê nirxandin. Di demeke ku li Tirkiyeyê pêvajoya çareserkirina pevçûnan di rojevê de ye de, zimanê ku li hemberî miriyên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane tê bikaranîn, ji aliyê siyasî ve jî nayê qebûlkirin. Avakirina aştiyê tenê wê demê pêkan e ku em karibin bi rengekî adil ji bo zindî û miriyan, ji bo êşên hatine kişandin û canên windabûyî xemgîn bibin û her kes karibe şîna xwe bi rûmet bigire.”

‘Em ê rûmeta miriyên xwe biparêzin’

Li ser mijarê Gulistan Ûnver da zanîn ku dê her tim li miriyên xwe xwedî derkevin û rûmeta wan biparêzin. Ûnver axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em careke din diyar dikin ku em vê îfadeya şermezariyê qebûl nakin. Em dê xwedî li miriyên xwe derkevin, rûmeta wan biparêzin û ji bo miriyan daxwaza rêz û edaletê bidomînin. Em dê daxwaza rêzgirtin û edaletê ya ji bo miriyên xwe, wekî daxwaza herî bingehîn a çareseriya pevçûnan, ya her cure baweriyên olî û ya perspektîfeke sekuler biparêzin.”

Çi bibû?

Endama PKKê Dîlan Oklu di 16ê Hezîrana 2024an de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata wê di Tîrmeha 2024an de agahiya mirina wê girtibû û li bajarê lê ji dayîk bûyî Wanê şîn danîbû. Derbarê siyasetmedarên ku beşdarî şînê bibûn de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di encama lêpirsînê de, li Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Wanê doz hatibû vekirin. Di çarçoveya darizandinê de, wêneyê CDyeke şikestî li rapora pispor hatiye zêdekirin û li ser CDyê peyva “leş” hatiye nivîsandin. Li ser vê rewşê malbat, parêzer û siyasetmedarên dihatin darizandin nerazîbûn nişan dabûn.

Etîket: Dîlan OkluGulistan ÛnverÎnîsiyatîfa Rêzgirtina ji Miriyan reMEBYA-DERpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Tevî pêvajoyê 16 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan’

‘Tevî pêvajoyê 16 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan’

15 MIJDAR 2026

Li Geverê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

28 COTMEH 2026
Li Cizîrê cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

Li Cizîrê cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

26 COTMEH 2026
Bakirhan: Em ê xeyalên şehîdan pêk bînin

Bakirhan: Em ê xeyalên şehîdan pêk bînin

25 COTMEH 2026
Suheyla Kaya (Zîlan) li Esenyûrtê bi girseyî hat bîranîn

Suheyla Kaya (Zîlan) li Esenyûrtê bi girseyî hat bîranîn

24 COTMEH 2026
Li Dîlokê ji bo cangoriyan mewlûd hate dayîn

Li Dîlokê ji bo cangoriyan mewlûd hate dayîn

21 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne