• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Banga Abdullah Ocalan deng veda: Dê bandor li ser hemû mirovahiyeyê bike

Mahmût Altintaş / AW

28 SIBAT 2026 - 09:54
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Rojnameger Jasper Mortîmer ê bernameya salvegera yekêmîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk şopand, tekildarî peyama nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku dê bandor li ser hemû mirovahiyeyê bike. Parêzer Devrat ê jî li Hîndîstanê tev li bernameyê bûbû jî bi lêv kir ku ew ji ber meraqa peyama Abdullah Ocalan hatiyê Enqereyê.

Banga Aştî û Civak Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27ê Sibata 2025an salekê li pey xwe hişt. Di salvegera bangê de DEM Partiyê li Dika Yilmaz Guney a li navçeya Çankaya ya Enqereyê bernameyek li darxist. Di bernameyê de wêneyek û peyama nû yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji raya giştî re hat parvekirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku ew mafê hebûn û xweîfadekirina azad a hemû kesên rastî neheqiyan hatine diparêze û anî ziman ku ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên azadî û aştiyê hene.

Bernameya duh hat lidarxistin ji aliyê çapemeniya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê ve bi eleqeyeke mezin hat şopandin. Bi giştî 150 saziyên çapemeniyê û rojnameger bername şopandin. Herwiha bername ji aliyê gelek sazî, rêxistin, partiyên siyasî, rewşenbîr, siyasetmedar û gel ve jî rastî eleqeyeke mezin hat. Ji France 24ê rojnameger Jasper Mortîmer û parêzerê Hîndîstanî Davret ên tev li bernameyê bûne ji ajansa me re axivîn.

‘Peyama hatiye dayîn pir girîng bû’

Rojnameger Jasper Mortîmer bi da zanîn ku ew ji ber meraqa xwe ya pêvajoya li Kurdistan û Tirkiyeyê didome tevlî bernameyê bûye. Jasper Mortîmer anî ziman ku germahiya xwendina peyamê bandor li ser wî jî kiriyê û wiha axivî: “Bi sedan rojnamegeran li vir ew bernamê şopand. Peyama li wir hatiye dayîn pir girîng bû. Lê xwezî pirs jî bihatana pirsin. Ji ber ku hê ne şenberê ku Kurd dê çi bi dest bixîn. Helbet peyamê li ser beşdaran bandoreke mezin kir lê me jî dixwast çend pirsan bipirsin. Li ser bangê salek derbas bû. Li Meclisa Tirkiyeyê komîsyonek jî hat avakirin. Lê hê jî ji aliyê dewletê ve tu gav nehatiye avetin ku bê zanîn bê ka Kurd dê di vê pêvajoyê de çi bi destbixin. Gelo Kurd dê karibin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin? Endamên PKKê dê karibin piştî berdana çeken xwe tevlî civakê bibin? Abdullah Ocalan dê azad bibe? Em jî weke rojnameger dixwazin bersiva van pirsan hîn bibin.”

‘Peyama Abdullah Ocalan dê bandor li ser hemû mirovahiyeyê bike’

di berdewama axaftina xwe de rojnameger Jasper Mortîmer tekildarî peyama nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir ku peyam ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, dê li hemû cîhanê deng vede û ev tişt gotin: “Tevî dilgirtinê, giredayiya Ocalan ya aştî û demokrasiyê û gava wî ya dest ji çekan berdanê dê bandoreke erênî li ser hemû mirovan bike. Hemû cîhanê û welatî dixwazin li Tirkiyeyê demokrasî pêk were û aştî çêbe.”

‘Min peyama birêz Ocalan meraq dikir’

Parêzer Devrat ê ji Hîndîstanê hatibû û bernameyê şopandibû destnîşan kir ku ew ji bo karekî hatiyê Stenbolê û piştî bihîstiyê ku li Enqereyê dê peyama nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were xwendin berê xwe daye Enqereyê. Devrat bi lêv kir ku ji ber ew tevlîbû bernameyê xwe bi şans hîs dike û wiha got: “Ez li Stenbolê bûm. Çend hevalan ji min re pêşniyara tevlîbûna vê konferansê kirin. Konferanseke pir girîng e. Ji bo wê ez jî tevlî bûm. Min jî peyama birêz Ocalan pir meraq dikir. Ji bo wê jî hatim tevlî bernameyê bûm. Ji bo ku tevlî bernameya li Enqereyê bûm ez xwe pir bi şanş hîs dikim. Ji ber wê jî ez jî bi hevalên xwe re hatim û me peyama Abdullah Ocalan guhdar kir. Divê hemû pêkhate tev li pêvajoya li Tirkiyeyê tê meşandin bibin. Ev pêvajo ji bo Tirkiye û herême pir girîng e. Em li her derê aştiyê dixwazin. Ji bo wê jî pêvajoya li vir hatiyê destpêkirin pir girîng e.”

Etîket: EnqereParêzer DevratRojnameger Jasper Mortîmersalvegera banga 27ê Sibatê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026
Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

11 TEBAX 2026
Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

11 TEBAX 2026
Li Enqereyê civînên ‘pêvajoyê’

Li Enqereyê civînên ‘pêvajoyê’

6 TEBAX 2026
Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne