• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ozgur Ozel derbarê partiya nû de agahî da

    Ozgur Ozel derbarê partiya nû de agahî da

    Hevjîna Kadrî Bagdû: Piştî anîna yek ji kujeran em dixwazin doz bi pêş ve biçe

    Hevjîna Kadrî Bagdû: Piştî anîna yek ji kujeran em dixwazin doz bi pêş ve biçe

    Dengê Hawarê û Kela Zimanê Kurdî: Mîr Celadet

    Dengê Hawarê û Kela Zimanê Kurdî: Mîr Celadet

    Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ li Şengalê dest pê kir

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ li Şengalê dest pê kir

    AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

    AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ozgur Ozel derbarê partiya nû de agahî da

    Ozgur Ozel derbarê partiya nû de agahî da

    Hevjîna Kadrî Bagdû: Piştî anîna yek ji kujeran em dixwazin doz bi pêş ve biçe

    Hevjîna Kadrî Bagdû: Piştî anîna yek ji kujeran em dixwazin doz bi pêş ve biçe

    Dengê Hawarê û Kela Zimanê Kurdî: Mîr Celadet

    Dengê Hawarê û Kela Zimanê Kurdî: Mîr Celadet

    Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ li Şengalê dest pê kir

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ li Şengalê dest pê kir

    AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

    AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

Omer Demîr / AW

15 TÎRMEH 2026 - 09:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016an, Tirkiye ket qonaxeke nû ya siyasî û bi ragihandina OHAL û KHKyan, AKP êrişî Kurdan û hêzên muxalîf kir. AKPê bi darbeyê hem desthilatdariya xwe domdar kir û zextên li ser civakê jî berfireh kir. Hemû hêz û beşên civakê yên demokrasiyê diparêzin kir hedefa xwe û bi sed hezaran kes binçav kir û girt.

Di 15ê Tîrmeha sala 2016an de Cemaeta Fethullah Gulen li Tirkiyeyê hewldana darbeyek kir û 10 sal bi ser wê hewldanê re derbas bûn. Di navbera AKPê û Cemaeta Gulen de bi salan têkiliyek xurt hebû, herdu hêz di nava dewletê de xwe cih kiribûn. Herî dawiyê AKP û Cemaeta Gulen ji bo di nava dewletê de bibin hêza herî mezin, ketin nava şer. Sedema vî şerî bû hewldana darbeyê. AKP ji darbeyê haydar bûye, ma li bendê ku helwdan pêk were. Bi hewldana darbeya jî AKPê di wê demê de li desthilatê bû ji bo berjewemendiya xwe vê darbeyê bi kar anî, êriş û zextên li ser Kurdan û hêzên muxalîf zêde kir, hemû hêz û aliyên demokrasîxwaz kirin hedef û hewl da ku berbelav bike.

AKP di sala 2002yan de desthilatdariyê bi dest xist û di navbera AKPê û cemaeta Fethûllah Gulen de têkiliyek baş hebû. Cemaeta Gulen beriya AKPê jî di nava desthilatdaran de cih girtibû. Têkiliya AKPê û Cemaeta Gulen heta hilbijartina Serokkomariyê di astekê de berdewam dikir. Di hilbijartina Serokkomariyê de AKPê Abdullah Gul namzet nîşan da. Artêşa Tirkiyeyê li dijî hilbijartina Abdullah Gul bû û 27ê Nîsana 2007an de nivîsek parve kir û hişyarî da AKPê. Di wê demê de AKPê û Cemaeta Gulen bi hev re tevdigeriyan û çapemeniya Gulen li dijî arteşê nivîs weşand. Di heman demê de çapemeniya Gulen polîtîkayên AKPê yên ketina nav Yekîtiya Ewropayê û polîtîkayên desthilatê diparast û di weşanên xwe de AKPê derdixist pêş.

Dozên Ergenekon û Balyozê

Di sala 2007an de Doza Ergenekon û di sala 2010an de Doza Balyozê di rojeva Tirkiyeyê de bûn. Desthilata AKPê û Cemaeta Gulen wê demê di ser xetekî de dimeşiyan. Ev her du doz bi têkiliya AKPê û Cemaeta Gulenê ve pêk hatin. AKPê û Cemaeta Gulenê bi dozên Ergenekon û Balyozê xwestin “dewleta kûr” ji holê rakin. Ji ber ku dixwestin di nava dewletê de tu hêz li pêşiya wan nebe. Bi sedan leşker, akademîsyen û siyasetmedar hatin binçavkirin û darizandin.

Operasyonên li dijî Kurdan

Bi hevkariya AKPê û Cemaeta Gulenê li dijî Kurdan di sala 2009an de operesyonek berfireh hatin lidarxistin û di bin navê “KCKê” de operasyon hatin birêvebirin. Di Doza KCKê de bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen, parêzer û rojnameger hatin binçavkirin û girtin.

Operasyon û doz ji aliyê polîs, dozger û dadgerên endamên Cemaeta Gulen ve hatin lidarxistin. Têkiliya AKPê û Cemaeta Gulenê wê demê derketibû asta herî bilind. Cemaet bi vê têkiliyê ketibû nav dewletê.

Referandûma 2010an

AKPê û Cemaeta Gulen xwestin bi referanduma 2010an di Qanûna Bingehîn de guhertinê çêbikin. Cemaeta Gulen bi tevahî hêza xwe li pişt AKPê sekinî. Fettûllah Gulen ji bo referandûmê axivîbû û gotibû “derfet hebin divê kesên di bin erdê de jî bên derxistin û di referandûmê de dengê erê bidin.” Referandûm bi rêjeya ji sedî 58 hate qebûlkirin. Bi referandûmê re di nava darazê de hêza Cemaeta Gulen zêde bû.

Pesnê Fethullah Gulen didan

Di navbera salên 2003 û 2013an de bi hevkariya AKPê û Cemaeta Gulen, Olimpiyatên Tirkî hatin lidarxistin. Rayêdarên AKPê di bernameyan de bang li Fettûllah Gulen dikirin û hezkirina xwe ji bo wî dianîn ziman. Erdogan jî di sala 2012an de di Olimpiyatên Tirkî de bang li Fettûllah Gulen kiribû û gotibû “Xurbet hesret e. Berdelê hesretê jî giran e. Em dixwazin kesên ku ji welatê xwe dûr in di nava xwe de bibînin. Bila ev hesre xilas bibe.”

Têkiliya AKPê û Cemaeta Gulen ber bi xirabûnê ve çû

Êdî pevçûna di nava dewletê de zêde bûbû. Du hêz di nava dewletê hatibûn hemberî hev. Ev şerê rêveberina dewletê bû. Dozgeriyê di sala 2012an de bi hincete hevdîtinên di navbera PKKê û dewletê ji bo îfadeyê bang li Mişteşare MÎTê Hakan Fîdan kiribû. Hakan Fîdan neçûbû îfadeyê û ev bûyer bûbû sedema krîzê. Di sala 2013an desthilatdara AKPê xwest dersxaneyên cemaetê bigire. Piştî van bûyeran parlamenterê AKPê Hakan Şukur ji AKPê îstîfa kir û operasyonên 17-25ê Kanûnê dest pê kirin. Serokwezîr Erdogan van operasyonan weke “operasyonên qirêj” pênase kir û desthilatê dozgeran ji peywirên wan dûr xist û hate eşkerekirin ku li pişt operasyonan cemaeta Gulen heye. Fettûllah Gulen di 3yê Çileya 2014an de ji Erdogan re name şand û xwest aştî di navbera wan de pêk were.

AKP û Cemaeta Gulen di nava xwe de dest bi şerê desthilatdariyê kirin. Lê her du hêz jî xwedî yek armancê bûn; tunekirina hêza Kurdan. Di sala 2013, 2014 û 2015an de di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, desthilat-dewlet û PKKê de hevdîtinên muzakereyê û pêvajoya aştiyê hebû. Di bihara 2015an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartina giştî hate destpêkirin. Di 7ê Hezîrana 2015an de hilbijartin pêk hat û bi têkoşîn û hewla HDPê, cara yekem AKP ji desthilatê ket û nikaribû bi serê xwe hikûmetê ava bike.

Pêvajo hate xirakirin

Di demek ku hevdîtinên koalîsyonek nû dihatin kirin de, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê DAIŞê li dijî komek ciwanên sosyalîst teqîn pêk anî û 33 ciwanên sosyalîst hatin qetilkirin. Bi pişt vê bûyerê re bi du rojan li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê du polîsên ku wek endamên cemaeta Gulen dihatin zanîn, hatin kuştin. AKP û dewletê vê bûyerê xist stûyê PKKê. Di 24ê Tîrmeha 2015an de li dijî PKKê û gelê Kurd şerekî dijwar û giran hate destpêkirin. AKPê bi destpêkirina şer re maseya muzakereya pêvajoya çareseriyê qeliband û di şûna aştî û çareseriyê de vebijêrka şer hilbijart.

AKP û Cemaeta Gulen di vî şerî de bi hev re li dijî gelê Kurd şer meşandin û ji bo berjewendiyên xwe li dijî gelê Kurd bûn yek. Gelê Kurd li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê li ber êriş û operasyonên AKP û dewletê berxwedana Rêveberiya Xweser da destpêkirin. Cemaet û AKP ku ketibin qirika hev ji bo berjewendiyên xwe êrişî gelê Kurd kirin û serî li komkujiyên mezin dan û hewl dan berxwedana Rêvberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin.

AKP û cemaetê bi hevkarî êrişî Kurdan kir

Di 16ê Tebaxa 2015an de li Navçeya Gimgimê ya Mûşe qedexeya derketina derve hate ragihandin. Li navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê, li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê, li navenda Şirnexê, li navçeya Geverê ya Colemêrgê, li navçeyên Nisêbîn û Kerboranê yên Mêrdînê bi hinceta Rêveberiya Xweser qedexeyên derketina derve hatin ragihandin. Di navbera 16ê Tebaxa 2015an û 1ê Çileya 2020an de li 11 bajar û li 51 navçeyan herî kêm 381 caran qedexeya derkertina derve hatin ragihandin. Herî kêm 2 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û dîsa hêrî kêm 500 hezar kes koçber bûn. Ev şer bi hevkariya AKPê û Cemaeta Gulenê hate meşandin.

Hewldana darbeyê

Hê bajar dihatin xerakirin û hilweşandin, roja 15ê Tîrmeha 2015an Cemaeta Gulen li dijî AKPê plana dewreyê xist dewrê. Têkiliya di navbera AKPê û Cemaeta Gulen de yekser qût bû. Cemaetê ji wan operasyonên li dijî gelê Kurd hêz girt û di şeva 15ê Tîrmeha 2016an de leşkerên endamên cemaetê hewldan darbeyek pêk bînin. Plana darbeya ji bo şeva 16ê Tîrmehê di saet 03:00an de hatibû kirin. Lê ji ber ku tevgera leşkeran hatibû dîtin darbe şeva 15ê Tîrmehê di saet 20:30an da dest pê kiribû. Li gorî agahiyan; 8 hezar leşker, 35 balafir, 3 keştî, 37 helikopter, 246 wesayîtên leşkerî û 4 hezar çek di darbeyê de hatin bikaranîn. Erdogan bang gel kir û xwest gel dakeve kolanan. Hewldana darbeyê hate sekinandin û di 20ê Tîrmehê de Rewşa Awarte (OHAL) hate ragihandin. OHAL nêzî du sal berdewam kir.

Opersyonên li dijî siyaseta gelê Kurd

Piştî ragihandina OHALê êrişên li ser siyaset, sazî û dezgehên gelê Kurd jî derket asta herî jor. Bi deh hezaran kes hatin binçavkirin û bi hezaran kes hatin girtin. Di 4ê Mijdara 2016an de Hevserokên Giştî yên HDPê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş û parlamenterên HDPê hatin binçavkirin û girtin. Paşê ew dozgerên ku operasyonan li dijî HDPê pêk anîn jî ji kar hatin dûrxistin. AKPê vê carê bi hinceta jiholêrakirina endamên cemaetê, berê xwe da têkoşîna mafdar a gelê Kurd û hewl da vê têkoşîna bi salan têk bibe. Lê gelê Kurd kêliyek jî xwe ji ber van êrişan neda alî û her kêlî li ber xwe da û xwedî li hebûna xwe derket.

Bi OHALê re êrişî Kurd û muxalîfan hate kirin

Piştî darbeyê AKPê gelek operasyon li dar xist. Bi sed hezaran kes hatin binçavkirin û 113 hezar 837 kes hatin girtin, 31 hezar 847 kes heta îro jî firar in. AKPê bi van operasyonan ne tenê xwest endamên Cemaeta Gulen bigire. Di operasyonan de Kurd, muxalîf û bi hezaran bêsûc û bêguneh jî hatin girtin û ji karê xwe hatin dûr xistin. AKPê piştî darbeyê jî bi çenda salan OHALê berdewam kir û bi rêya Biryarên Di Hukmê Qanûnê De (KHK) dewletê bi rê ve bir. Hezaran Kurd û muxalîf bi hincetên derew ji kar hatin derxistin.

Piştî darbeyê gelek televîzyon, 37 radyo, 53 rojname, 20 kovar, 29 weşanxane û 6 ajansên nûçeyan hatin girtin. Di nava qanalên televîzyonê ku hatin girtin de; İMC TV, Hayatın Sesi TV, Zarok TV, Jiyan TV, Azadi TV, Denge TV, Mezopotamya TV, Van TV, Van Genç TV, Birlik Medya TV, On4 TV, Kanal 12 û qanalên muxalîf hatin girtin. Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), JINHA (Ajansa Nûçeyan a Jin), Rojnameyên Ozgur Gundem, Azadiya Welat, gelek radyo, ajans, malper û rojnameyên din hatin girtin. Her wiha hemû rojname, ajans, televîzyon û malperên ku xizmeta cemaeta Gulen dikirin jî hatin girtin.

AKPê ji darbeyê hêz girt

Piştî darbeyê bi hezaran kes hem hatin girtin û hem jî sazî hatin girtin. Bi rêya KHKyan 125 hezar û 612 kedkar ji kar hatin derxistin. Darbe wekî ku li dijî AKPê pêk hat her çiqas dan xuyakirin jî lê AKPê vê hewldanê ji bo veguherîne xurtkirina hêza xwe kir hincet û ji xwe re kir berjewendî. Mekanîzmaya konrtolê ji holê hate rakirin, bi rêbaza OHAL û KHKyan, AKPê xwest kontrolê di destê xwe de bigire û her tişt bi destê wê bê kirin. AKP tevahî hêzên dewletê di destê xwe de kom kir û bi vê hêzê di nava civakê de împaratortiya tirs û xofê çêkir. Îro jî OHALek bênav heye û fiîlen tê birêvebirin. Her tişt qedexe ye, tu tişt bêyî destûra desthilatê nayê lidarxistin. Tevahiya sînoran, cade û kolan û meydan bi mobesse û kamerayan tê temaşekirin.

Siyaseta qeyiman

AKPê piştî ragihandina OHALê jî qeyim tayînî ser şaredariyên wê demê yên DBPê hatin kirin û şaredarî bi destê siyaseta qeyiman hatin birêvebirin. Bi qeyûman re gelek saziyên civakî û çalakiyên ku ji aliyê şaredariyan ve dihatin kirin jî hatin rawestandin. Navendên jinan, projeyên li ser ziman û çanda Kurdî, navendên ciwanan û xebatên civakî ku dihatin birêvebirin jî hatin bidawîkirin. AKPê bi polîtîkayên qeyim xwest têkiliya civakê û siyaseta Kurd qût bike.

Etîket: 15ê TîrmehêAKPcemaeta Fethullah GulenHDPhewldana darbeya 15ê TîrmehêKHKOHALOmer Demîrsiyaseta Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sererastkirina nû ya ji bo zarokên berledayî li Meclisê ye

Sererastkirina nû ya ji bo zarokên berledayî li Meclisê ye

14 TÎRMEH 2026
Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

29 HEZÎRAN 2026
Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

24 HEZÎRAN 2026
Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

18 HEZÎRAN 2026
Nexweş û bêhal e lê nayê berdan

Nexweş û bêhal e lê nayê berdan

17 HEZÎRAN 2026
Heyeta Îmraliyê ji bo çêkirina qanûnan bi AKPê re hevdîtin pêk anî

Heyeta Îmraliyê ji bo çêkirina qanûnan bi AKPê re hevdîtin pêk anî

5 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

    Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hekîm Sefkan bi helbesta ‘Ev Birîn Kevne’ balê kişand ser Rojava

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskarê ji Geliyê Zîlan: Êş hê jî zindî ye, xelkê me edaletê dixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo NATOyê sedan kesî bi îşkenceyê binçav kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saîde Ulugana: Ew teslîm nebûn, çekên xwe bi destên xwe şewitandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ziyareta ‘Bavê Hazir’ jî di bin metirsiya madenê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê dê bi Numan Kurtulmuş û Efkan Ala re bicive

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 21 sal in ‘Rêwîtiya Rojê’ ya Amarayê didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dengbêj û Nivîskaran nehêla Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (385)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne