• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Cihê dayikan di berxwedana me de bênîqaş e

Amed / AW

18 COTMEH 2025 - 12:06
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji konferansa Dayikên Aştiyê re şand û got: “Helbet cihên dayikan di berxwedana me de bênîqaş e. Divê hûn li rex nasnameya dayikbûnê di heman demê de bi nasnameya jina azad têkoşîna xwe bidomînin.”

 

Meclisa Dayikên Aştiyê, piştî 12 salan bi dirûşmeya “Dayîk pêşengên civaka demokratîk û aşîtîyek mayînde ne” 3yemîn konferansa xwe li ÇandAmedê li dar dixe. Ligel Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajêr û navçeyan, hevşaredar, parlementerên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî konferansê bûn. Li hêwana konferansê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên dayikên aştiyê yên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Konferans dê du rojan bidome.

Di konferansê de ewilî sînevîzyona ku têkoşîna Dayikên Aştiyê vedigot hate pêşkeşkirin. Paşê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a hat şandin, hat xwendin. Peyam ji aliyê aktîvîsta TJAyê Fatma Ablay ve hate xwendin.

Peyam bi vî rengî ye:

“Ez herî zêde ji dayika xwe rastiya jiyanê, sebrê hîn bûm, lê herî zêde jî sekna rast ya serbilind.

Ez, dayikên aşitiyê ku xwediyê vê sekna serbilind û rûmet in silav dikim û ji bo konferansa we serkeftinê dixwazim. Jin çawa bixwaze divê wiha bijî, lê divê cesareta wan ya ji bo jiyaneke azad jî hebe. Min rêzgirtina xwe ya ji bo jinan li ser rêgeza ‘divê azadî bi ramanê dest pê bike’ ava kiriye.

Hûn wek dayikên aştiyê yên ku parastina jiyanê û berxwedana aştiyê di qadên herî pêş de dikin, her wext di tekoşîna azadî û aştiya me de di qadên herî pêş de cih girtiye. Helbet wek dayîk cihên we di berxwedana me de bênîqaş e. Lê belê, ez di vê baweriyê de me ku divê ew qalibên jinbûn û dayikbûnê ku civaka kevneşopî ferz dike bên bin şikandin. Hûn divê li rex nasnameya xwe ya dayîkbûnê di heman demê de bi nasnameya jina azad bi hişmendiya xwe re têbikoşin. Ev erdnîgariya ku yekem car civaka dayiksalar lê derketiye di heman demê de cihê nakokî û pirsgirêkên civakî yê yekem e. Kolekirina jinê û kolekirina civakê bi hev re dimeşe. Berevajiyê fikra ku tê zanîn kolebûn ne bi derketina dewletbûnê, lê bi kolekirina jinan dest pê kiriye.

Ev nakokî û pirsgirêkên civakî ku qewimîne çavkaniya pirsgirêkên ku îro em dijîn pêk tînin. Rêya derketina ji vê pirsgirêkê bi hev re avakirina jiyaneke komunal û demokratik e.

Banga me ya ji bo aştî û civakeke demokratik ku me di 27ê Sibatê de kir, erk û berpirsyariyekê li ser tevgera jinan û dayikên aştiyê bar dike. Serdemeke nû dest pê dike.

Rêxistinkirina jiyaneke sosyalîst li ser bingeha pergala komunal a demokratik dê bi aştiyê pêkan be. Li ser vî esasî ez hemû dayikên aştiyê silav dikim û di xebatên wan de serkeftinê dixwazim.

Abdullah Ocalan”

Konferans dê bi axaftinan bidome.

Etîket: Konferansa Dayikên AştiyêPeyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

13 ÎLON 2026
TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

26 TEBAX 2026
Li Amedê şîna cangoriyan di roja sêyemîn de didome

TJA: Di jiyana şehîdên me de vîna azadî û serkeftina gelê me şênber bûye

23 TEBAX 2026
‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

22 TEBAX 2026
TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne