• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Amedspor bi bertek e: Cezayên hatine birîn li dijî nirxên civakî û hiqûqê ne

Gulîzar Turkoz - Ugur Dînler / AW

3 SIBAT 2026 - 10:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endamên Desteya Şêwreya Bilind a Amedsporê Abdulkadîr Guleç û Sorgul Aytek nerazîbûn nîşanî cezayên vê dawiyê li Amedsporê hatine birîn dan û gotin: “Amedspor ne tenê tîmeke sporê ye, nûnertiya nasnameyeke civakî dike û biryarên federasyonê bêhiqûqî ye.”

Amedsporê di 23yê Çileyê de, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî vîdeoyek e ku tê de keçikek ciwan li hundirê stadyumê porê xwe dihûnîne parve kir. Vîdeoya navborî bi boneya 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, hatibû amadekirin. Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), ji ber vê vîdyoya ku berê hatibû weşandin û tu pirsgirêkeke hiqûqî jî dernexist pêşiya Amedsporê. Ji be ku ev vîdeo carek din ji bo balê bikişîne ser kampaniya hûnandina keziyan carek din parve kir. Ji ber vê yekê di 27ê Çileyê de Amedspor sewqî Lijneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) kir. PFDKyê bi hinceta ‘daxuyaniyên ku rûmeta futbol û saziyên wê xira dikin û propagandaya îdeolojîk’ dike 802.500 TL cezaya pereyan li Amedsporê birî û her wiha 15 roj cezaya mahrûmiyeta mafan da Serokê Klûbê Nahît Eren.

Endamên tîma Amedsporê û gelek nûnerên saziyên sivîl ji bo vê cezakirinê protesto bikin duh li avahiya Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilatê (GGC) daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên Desteya Şêwreya Bilind a Amedsporê Abdulkadîr Guleç û Sorgul Aytek jî ku tev li daxuyaniyê bûn, ji ajansa me re axivîn û nerazîbûn nîşanî birîna ceza dan.

‘Werziş amûra aşitiyê ye, ne ya tundiyê’

Endamê Desteya Şêwreya Bilind a Amedsporê û Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç bal kişand ser nasnameya klûbê û helwesta Federasyona Futbolê û wiha got: “Amedspor ne tenê tîmeke werzişê ye, Amedspor xwedî nasnameyekê ye. Lê mixabin, di qada werzişê de em dibînin ku hem li hemberî tundiyê, hem jî li hemberî holîganîzma ku di statuyan de tê meşandin, helwesteke cuda tê nîşandan.”

Abdulkadîr Guleç diyar kir ku spor di esasê xwe de divê bibe pira biratî û aştiyê, lê li Tirkiyeyê statuyên werzişê veguherîne qadên holîganîzm û tundiyê û wiha berdewam kir:“Werziş divê bibe amûreke aştiyê, biratiyê û lihevhatinê. Lê belê tiştên ku li Tirkiyeyê diqewimin, bi taybetî li dijî mirovahiyê ne û bêsazûmanî ne. Ev cezayên ku di dema dawî de hatine birîn, mînakên vê yekê ne. Di vîdeoyê de tê dîtin ku alîgirekî Amedê tenê porê xwe dihûne; gelo hunandina por çawa wekî sûcekî tê qebûlkirin?”

‘Federasyon nasnameya Amedsporê dike hedef’

Abdulkadîr Guleç di berdewamiya axaftina xwe de derbarê cezayê ku ji ber hûnandina porê alîgirekê hate birîn, nerazîbûn nîşan da û wiha axivî: “Mirov nikare vê yekê bi aqil û mantiqê rave bike. Ev nîşandide ku armanca federasyonê ya sereke Amedspor bixwe ye û dixwazin nirx û nasnameya wê bikin hedef. Ez wiha şîrove dikim ku ev bangawaziyên hatine kirin, li ser kesên ev biryar dane, bandorek çêkiriye.”

Abdulkadir Guleç di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe ya ji bo tîma Amedsporê anî ziman û wiha got: “Em wekî hemû saziyên sivîl ên Amedê û Koordinasyona Îstîşareyê, em ê li pişt Amedsporê bin. Em ê vî cezayî bidin, lê em bang li kesên ku ev biryar dane dikin û dibêjin; Ev biryareke neheq û nehiqûqî ye. Divê ev ceza tavilê bê betalkirin.”

‘Amedspor refleksa gelê Kurd e’

Endama Desteya Şêwreya Bilind a Amedsporê û Endama Meclîsa Jinan a Amedsporê Sorgul Aytek jî bal kişand ser perspektîfa zayendî ya klûbê û got: “Amedspor bi xwe, bi nêrîna jinan, ji ber wê yekê her tim li dijî tundiya li ser jinan e. Ev dîmena ku tê hedefgirtin ji bo roja tundiya li ser jinan, ji bo têkoşîna roja jinan a cîhanê, di 23yê Mijdara 2025an de me parve kiribû. Rastî îro daxuyaniya me jî li ser wê mijarê bû. Em şermezar dikin ji bo vê biryarê, ji ber ku ev biryar ne cihê girtinê bû an tiştekî din bû. Ji ber ku tundiya li ser jinê şermezar kirîbûn û bertekek bû. Ji ber wê yekê Amedspor vê parve kir.”

Sorgul Aytek girîngiya Amedsporê ya di nav civakê de bi van gotinan pênase kir: “Çend sal e ji bo her mijara jinan derkeve, nêrîna Amedsporê naguhere. Amedspor ji bo mafên mirovan, ji bo mafên jinan, ji bo mafên zarokan, ji bo mafên ciwanan her tim bertek nîşan dide. Spor ne tenê di sehayê de gog lîstin e. Rastî bersivek e û Amedspor bersiva gelê Kurd e, refleksa gelê Kurd e.”

 

 

Etîket: Abdulkadîr GuleçAmedsporDesteya Şêwreya Bilind a AmedsporêiSorgul Aytek
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amedsporê bi du transferên ewil re peyman îmze kir

Amedsporê bi du transferên ewil re peyman îmze kir

27 HEZÎRAN 2026
Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

22 HEZÎRAN 2026
Antrenorê Amedsporê: Em dixwazin zarok di futbolê de pêş bikevin

Antrenorê Amedsporê: Em dixwazin zarok di futbolê de pêş bikevin

17 HEZÎRAN 2026
Besnîk Hasî bû rahênerê Amedsporê

Besnîk Hasî bû rahênerê Amedsporê

10 HEZÎRAN 2026
Nahît Eren: Amedspor nasname ye, em ê xwedî li vê nasnameyê derkevin

Nahît Eren: Amedspor nasname ye, em ê xwedî li vê nasnameyê derkevin

2 HEZÎRAN 2026
Nahît Eren cara duyemîn bû serokê Amedsporê

Nahît Eren cara duyemîn bû serokê Amedsporê

1 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne