• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê: Li gor pêvajoyê tevbigerin û êrişan rawestînin

Mahmût Altintaş / AW

14 ÇILE 2026 - 10:58
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Dayikên Aştiyê ku li dijî êrişên çeteyên giredayî HTŞê û Tirkiyeyê berê xwe dan Enqereyê destnîşan kirin ku destê Tirkiyeyê jî di êrişan de heye û gotin ku ew ji bo ji rêyedaran re bêjin ‘Li gorî pêvajoyê tevbigerin’ û êrişan rawestînin.

Dayikên Aştiyê ji bajarên Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê li dijî êrişên komên çeteyên giredayî HTŞê û Tirkiyeyê berê xwe dan Enqereyê. Dayikên Aştiyê li pêşiya avahiyê Wezaretê Karên Dervê kom bûn û bertek nîşanî hevkariya Tirkiyeyê ya bi çeteyan re dan. Dayikên Aştiyê li ber Wezareta Wezîrê Karên Derve bang li Hakan Fîdan ê gefan li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, kirin û îstîfaya wî xwestin. Dayikên Aştiyê piştî çalakiya xwe li Enqereyê vegeriyan bajarên xwe. Dayik bi peyama li Enqereyê dane destnîşan kirin ku heta êriş bên rawestandin û aştiyeke mayinde pêk were ew ê çalakiyên xwe bidomin.

‘Em di daxwaza aştiyê de bi israr in’

Ji Dayikên Aştiyê Fatma Yilmaz ku ji Stenbolê bi daxwaza rawestandina êrişan hatibû Enqereyê bi lêv kir ku ew li dijî şer in û ev tişt gotin: “Em dibêjin êdî bes e bila şer nebe. Aştiyeke mayindê pêk were. Em ji bo aştiyê hatinê lê ew daxwaza aştiyê jî asteng dikin. Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gelê me qetil dikin. Em jî hatin Enqereyê ku peyama aştiyê bidin û bejin van êrişan rawestînin û bila ew şer bisekine. Ew çi bikin jî em ê di daxwaza xwe ya aştiyê de israr bikin.”

‘Tişta Silopiyayê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî pêk hat’

Ji Dayikên Aştiyê Zeynep Bernîz ji Silopiyayê li dijî êrişên hatibû Enqereyê bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û wiha got: “Çawa li Silpiyayê di şerê bajaran de taxên me hatinê bombebaran kirin niha jî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tax hatin bombebarankirin. Niha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî weke Silopiya û Cizîrê di bin êrişan de ne. Bi hezaran kes şandinê li 2 taxan. Em jî dixwazin li Enqereyê re peyamê bidin bêjin li gor pêvajoyê tevbigerin van êrişan rawestînin. Zarok, pîr û kalan qetil dikin. Em naxwazin bila kes bê kuştin. Bila aştiyeke mayinde pêk were.”

‘Li aliyekê muzekere dikin li aliyên din planan’

Dayika Aştiyê Melîha Gokgoz li Stenbolê ber bi Enqereyê ve hatiyê destnîşan kir ku li ser Kurdan bazariya şer dikin û wiha pê dê çû: “Ji aliyekî ve bi me re muzakere dikin û ji aliyê din ve li ser me planan dikin û zarokên me qetil dikin. Di dîroka dinayayê de yek ji qetlîma herî qirêj a li dijî mirovahiyê pêk hat. Hakan Fîdan hevkariyê bi DAIŞê dike. Colanî DAIŞî ye. Li dijî Elewî û Durziyan komkujî kirin. Niha jî wan komkujiyê li dijî Kurdan pêk tînin. Em van kirinan tundî şermezar dikin. Bila Hakan Fîdan jî îstîfa bike.”

‘Destê Tirkiyeyê tê de heye’

Dayika Aştiyê Emîne Erbay jî diyar kir ku ew ji bo pêşî li komkujiyan bigirin hatinê ku dengê xwe bigihînin rêyedarên Tirkiyeyê û wiha axivî: “Destê Tirkiyeyê jî di êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heye. Em dibêjin aştî lê li ku ye aştî? Em dibêjin aştî lê ew zilm û zorê dikin. Em dixwazin xwîn bisekine.”

Etîket: Dayikên AştiyêEnqereŞêxmeqsûd û Eşrefîye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Li Enqereyê bîranîna şehîdan di roja 2emîn de didome

9 ÎLON 2026
Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

25 TEBAX 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

24 TEBAX 2026
Li ser sendelyeyê bi teker hate serdana şîna cangoriyan

Li ser sendelyeyê bi teker hate serdana şîna cangoriyan

23 TEBAX 2026
ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne