• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

YYU-KURDÎ: Armanca me parastina Kurdî ye

Wan / AW

4 KANÛN 2025 - 08:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endamên YYU-KURDÎ bal kişandin ser armanc û xebatên xwe û gotin: “Armanca me parastina zimanê Kurdî ye û em dixwazin di zanîngehê de Kurdî belav bikin.”

Koma Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU-KURDÎ) di 15ê Gulana 2024an de hat avakirin. YYU-KURDÎ ji bo çand û zimanê Kurdî xebatan dike û dixwaze hişmendiyeke Kurdî di nava xwendekaran de bide avakirin. Di vê çarçoveyê de komê dest bi bernameyên xwe kir. Herî dawî li Eywana Konferansê ya Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî ya Zanîngehê, kurtefîlmên “Navnîşan” û “Pepûk” da nîşandan. Rêveberên YYU-KURDÎyê Berfîn Çîçeklîdal u Yûsûf Abeş derbarê armanc û xebatên koma xwe de axivîn.

Armanca wan parastina Kurdî ye

Berfîn Çîçeklîdal behsa pêvajoya vekirina komê kir û anî ziman ku YYU-KURDÎ bi armanca parastina Kurdî salek berê hat avakirin. Berfîn Çîçeklîdal destnîşan kir ku wan ji bo vekirina vê komê gelek caran serî li zanîngehê dane û serlêdanên wan hatine redkirin û got: “Lê belê hevalên me nesekînin û koma me dan qebûlkirin. Gelek zext li ser zimanê me hene û tê xwestin ku Kurdî bê jibîrkirin. Armanca me ew bû ku zimanê me neyê jibîrkirin. Kom, netenê li ser Kurdî, li ser çand û dîrokê jî disekine.”

Wê ji bo roja ziman şanoyekê amade bikin

Berfîn Çîçeklîdal destnîşan kir ku xebata YYU-KURDÎ ya ewilî li ber qeraxa Gola Wanê bernameya hevnasînê bû. Berfîn Çîçeklîdal da zanîn ku çalakiya wan ya duyemîn jî şeva sînemayê bû û 2 kurtefîlm hatin nîşandan û got: “Me dît ku gelek xwendekar li stranên Kurdî guhdarî dikin, li fîlmên Kurdî temaşe dikin, lê piranî nikarin bi Kurdî biaxivin, Armanca me hinekî jî şikandina vê yekê bû. Me got belkî çandekî wisa bikeve nav xwedekaran. Di dema pêşiya me de jî em ê li ser dîrok, çand û ziman xebatan bikin. Gelek rojên girîng li pêşiya me ne, em dixwazin di roja ziman de şanoyekê amade bikin.”

‘Temsîliyeta wekhev heye’

Berfîn Çîçeklîdal destnîşan kir ku di YYU KURDÎ de di nava jin û meran de cudahî nîn e û got ku ew temsîliyata jinan esas digirin. Berfîn Çîçeklîdal bi bîr xist ku di nava jiyanê de her tim jin hatine paşguhkirin û got: “Jin, xwe her tim paşdeemayî hîs dikin. Di nava komê de tu caran me ev yek hîs nekiriye. Di nav koma me de temsîliyeta wekhev heye.”

‘Em dixwazin tenê ji bo jinan bernameyan amade bikin’

Berfîn Çîçeklîdal bi lêv kir ku jin dixwazin hebûna xwe ava bikin û wiha got: “Her tim dengê jinan tê qutkirin. Zimanê Kurdî jî wisa ye, lewma hem jin hem jî zimanê Kurdî ji bo hebûna xwe têdikoşin. Jin jî ziman jî dixwaze azadiya xwe bi dest bixe. Têkiliya mirov û ziman hê di zikê dayikê de çêdibe û têkiliya jin ango dayik û ziman divê bê fêmkirin. Lê belê ev yek divê şaş neyê fêmkirin. Ev tenê rola jinan nîn e, ya mêran e jî. Gelek hevalên me yên jin ji bo xebatên komê bi dilxwazî tên alîkariya me dikin û ev yek gelekî balkêş e. Gelek xwendekarên jin bi saya komê hev nas dikin, bi hev re dixebitin û ev yek yekgirtina jinan xurt dike. Em dixwazin di pêşerojê de tenê ji bo jinan jî çend bernameyan amade bikin.”

‘Armanca me pêşvebirina Kurdî ye’

Yûsûf Abeş jî qala armanca komê kir û diyar kir ku armanca YYU-KURDÎyê belavkirina zimanê Kurdî ya di nava zanîngehê de ye. Yûsûf Abeş destnîşan kir ku armanceke wan jî perwerdehiya Kurdî ye û wiha axivî: “Em dikarin xwendekaran fêrî Kurdî bikin. Em dixwazin nasnameya Kurdî di nava zaningehê de belav bikin, dersên Kurdî bidin. Ya rastî armanca me ew e ku em dixwazin Kurdî bikin ziman rojane yê zanîngehê. Eleqeyeke pir zêde ji bo komê heye. Di nava zanîgehê de komên din jî hene, lê ya herî zêde eleqeyê dibîne koma me ye. Wan bajarek Kurdistanê ye û xwendekar jî ji sedî 90-95 Kurd in. Lewma, eleqeyeke baş heye û em armanc dikin ku tevlibûna xwendekaran a ji bo bernameyên xwe zêdetir bikin.”

‘Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê’

Yûsûf Abeş ji bo pêşxistina Kurdî bang li hemû xwendekaran kir û got: “Divê her kes bi Kurdî bijî, Kurdî hîn bibin, bi Kurdî rabin û bi Kurdî rûn in. Daxwaza me wa ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê perverdehiyê ku Kurd bikaribin bi zimanê xwe biaxivin, binivisînin û bixwînin.”

Etîket: parastina zimanê KurdîYYU-KURDÎZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne