• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îlham Ehmed: Pêwîstî bi guhertina zîhniyeta desthilatdariyê heye

Navenda Nûçeyan / AW

19 MIJDAR 2025 - 12:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di foruma Dihohê de axivî û got: “Xala herî giring ya ji bo avakirina aştiya civakî û jiyana hevbeş li Sûriyeyê, guhertina zîhniyeta desthilatdariyê, qebûlkirina mafên gelan û avakirina rêveberiyek nenavendî ye.”

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed di Forûma 6emîn a Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn ku li Dihokê tê lidarxistin de axivî.

Îlham Ehmed got: “Mijara aştiyê li Rojhilata Navîn mijarek bingehîne ku li ser çend prensîban hatiye avakirin. Yek ji wan jî zihniyete ku divê li ser bingeha xurtkirina aştiyê ji nû ve were şekildan û çareser jî rêveberiya ne navendî ye. Xalek din ku di avakirina aştiyê de rolek giring dileyîze, mijara naskirina mafên gelan û pêkhateyane. Di nav wan de mafên gelê Kurd jî hene ku di dema rejîma berê ya Beasê de hatine binpêkirin. Niha em tekezî dikin ku divê ev pirsgirêk di Sûriyeya nû de were çareserkirin.”

‘Pirsgirêka jinan bandorê li ser aştiya civakî dike’

Îlham Ehmed qala mijara jinan kir û wiha axivî: “Pirsgirêka jinan yek ji xalên bingehîne ku ger neyê çareserkirin, pirsgirêka aştiyê jî çareser nabe. Ji ber ku pirsgirêka jinan bandorek raste rast li ser pirsgirêka aştiya civakî dike ku dê bibe bingeha aştiya siyasî û jiyana hevbeş. Divê ev pirsgirêk bi destûr û yasayê were çareserkirin ku ev jî bi şêwazê ne navendîbûnê dibe.”

‘Şam nikare biryarê bide’

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Şam weke navendek biryardanê nikare desthilatdariyê li ser her herêma Sûriyeyê bike û wiha domand: “Pêkhate, baweriyên cuda û mijara jinê li welat bi dîktatorî û yekzimanê çareser nabe. Ger neyê çareserkirin jî dibe sedema derketina şer û pevçûnan. Li Sûriyeyê gelek xwîn hatiye rijandin û şer civaka gelên Sûriyeyê lewaz kiriye. Ji ber vê yekê dem dema aştiya di navbera gelan de û têgihiştina di navbera pêkhateyên cuda deye.”

‘Dema dema diyalog û aştiyê ye’

Îlham Ehmed diyar kir ku dewleta Sûriyeyê berhema peymana Sykes-Picote û pirsgirêkên ku wan behskirîn hemû bê çareserî mane. Îlham Ehmed bi vê girêdayî got: “Em di wê baweriyê dene ku ev pirsgirêkên mayî bûne sedema pevçûnên li Sûriyeyê û herêmên din ên Rojhilata Navîn. Ev desthilata nû ya li Şamê îdia dike ku van pirsgirêkên giring çareser dike. Lê em bawer dikin ku ewê nekarin bi vî rengê dîktatorî pirsgirêkan çareser bikin. Hem rexne hem jî şîroveyên me li ser tedbîrên wan hene ku wan heta niha anîne ziman. Di heman demê de em bi wan re di nava diyalogê dene. Ji ber ku em bawer dikin ku dem dema diyalog û aştiyê ye.”

Di dawiyê de Îlham Ehmed diyar kir ku aştiyek ku jin tê de nebin nikare bibe aştiyek mayînde.

Etîket: Forûma 6emîn a Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata NavînÎlham Ehmed
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

14 ÎLON 2026
Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

27 TEBAX 2026
Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana Mihemed Mûsa kir

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana Mihemed Mûsa kir

27 TEBAX 2026
‘Li Sûriyeyê ji bo Kurdan merhaleyeke nû dest pê kir’

‘Li Sûriyeyê ji bo Kurdan merhaleyeke nû dest pê kir’

27 TEBAX 2026
Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî dê îro biçin Şamê

Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî dê îro biçin Şamê

24 TEBAX 2026
Xelata Soran Mame Heme dan Îlham Ehmed

Xelata Soran Mame Heme dan Îlham Ehmed

22 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne