• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ciwanên Qoserê di bin gefa hişbirê de ne

Mêrdîn / AW

14 COTMEH 2025 - 17:50
Kategorî: ROJANE
A A
Rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Qoserê bi daxuyaniyekî bal kişandin ser talûkeya madeyên hişbirê û gotin ciwanên Qoserê bi gefa pişaftinê re rû bi rû ne.

Rêxistinên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên navçeya Qoser a Mêrdînê li Qada Azadiyê ji bo balê bikişînin ser talûkeya bikaranîna madeyên weke tiryakê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Qoserê Berçem Ertaş ve hat xwendin. Hevserok Berçem Ertaş got ku di salên dawî de bikaranîna madeyên hişbirê li Qoserê zêde bûye.

Berçem Ertaş diyar kir ku ji ber vê yekê li Qoserê qeyranek civakî derketiye holê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ciwanên me di salên dawî de bi gefa hişberiya dijîtal û madeyên hişbirê re rû bi rû ne. Bi qasî tê çavdêrîkirin, ev gef her diçe bilindtir dibe. Bikaranîna madeyên hişbir, xûmara dîjîtal, bahîs û meyildariya piyaseyên pereyên dîjîtal bi hemû encamên xwe yên neyênî wekî pirsgirêkeke civakî li pêşberî me ye. Li gorî çavdêriyên me, ev rewş encamên xwe yên giran ên krîza civakî yên wekî xwekuştin, tundiya nav malê, hev berdan û bêhêvîtî hene.”

Divê em rê li pêşiya hişbirê bigirin

Berçem Ertaş bi lêv kir ku ew dixwazin li ser vê mijarê lêkolîn were kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin ⁠vekolin bê ka di navbera temenên cûda de rêjeya bikaranîna madeyên hişbir û hişberiya dîjîtal çi ye. Sedemên wan derxin holê û qadên bi rîsk diyar bikin û rê li ber bigrin, hişyar bikin û ji bo rehabîlîtasyonê stratejiyan bi pêş bixin.”

Hişbiriya dîjîtal mejiyê civaka me dîl digire

Berçem Ertaş herî dawî bang li gel kir ku li hember vê yekê tevbigerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Madeyên hişbir nifşên nû ji nav me dibe, hişberiya dijîtal jî mejiyê civaka me dîl digire. Banga me ji saziyên sivîl, derûnînas, xebatkarên tenduristiyê, medyayên herêmî û her kesên xwe berpirsiyar dibîbînin re ye. Werin em bi hev re li dijî van hişberiyên ku zerarê dide tevna civaka me, em bi hev re tev bigerin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Etîket: ciwanhişbirQosertalûke
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

23 ÎLON 2026
Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026
Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

16 ÎLON 2026
Nebî Yavûz ê ji girtîgehê bi nexweşî derketiye, jiyana xwe ji dest da

Nebî Yavûz ê ji girtîgehê bi nexweşî derketiye, jiyana xwe ji dest da

11 ÎLON 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne