• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Banga ji bo komxebata Kurdî: Em têkoşîna ziman pêş bixin

Bazîd Evren / AW

14 COTMEH 2025 - 08:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Endamê Komîteya Amdekar a Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” Dogan Şenses bal kişand ser armanca komxebatê û got: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li vê komxebatê bibin û fikrên xwe bibêjin da ku zimanê me şên bibe.”

Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk, dê di 15 û 16ê Cotmehê de li Eywana Dawetê ya Ciraganê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi sernavê “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” komxebatekê li dar bixin. Dê di komxebata ku 2 rojan bidome de 8 mijar bên nîqaşkirin û hemû sazî, dezgeh û rêxistinên welatparêz ên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tev li bibin. Wê her sazî û dezgeh, li ser pisporiya xwe mijarên xwe pêşkêş bikin û bi pirs û bersivên welatiyan jî dê ev mijar bên nîqaşkirin.

‘Aliyek vê pêvajoyê jî têkoşîna navxweyî ye’

Endamê Komîteya Amdekar a Komxebatê Dogan Şenses ku derbarê armanca komxebatê de agahî dan, bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û diyar kir ku ev saleke di vê pêvajoyê de zimanê Kurdî gelek tê nîqaşkirin. Dogan Şenses anî ziman ku aliyekê vê pêvajoyê jî têkoşîna navxweyî ye û got: “Me jî weke qada ziman xwest ku di mijarên navxweyî de xebateke wisa bikin û stratejî û polîtîkayên xwe yên li ser zimanê Kurdî zelal bikin û li gorî wê têkoşîna xwe ya ziman bidin meşandin.”

‘Dê 8 kom polîtîka û stratejiyên xwe bînin ziman’

Dogan Şenses anî ziman ku wan gazî hemû saziyên welatparêz kiriye û bi lêv kir ku ev sazî jî dê li gorî xebatên xwe polîtîkayên xwe yên derbarê zimanê Kurdî de diyar bikin û nîqaş bikin. Dogan Şenses destnîşan kir ku 8 kom dê di komxebatê de mijarên xwe pêşkêş bikin û wiha got: “Wê 15 û 16ê mehê komxebat bê lidarxistin û her roj dê 4 kom mijarên xwe pêşkêş bikin. Her wiha di nava her komê de jî pêkhateyên cuda hene û ew jî dê mijarên xwe di bin heman navî de pêşkêş bikin. Di dawiya komxebatê de dê mijara hiqûq û dîplomasî bê nîqaşkirin û li polîtîkayên wan bên guhdarîkirin.”

‘Divê her saziyeke Kurdan xwedî polîtîkaya ziman be’

Dogan Şenses bi bîr xist ku divê di vê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de her saziyeke Kurdan polîtîkaya xwe ya zimanê Kurdî hebe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sazî, divê li gorî van polîtîka û stratejiyan têkoşîna xwe ji bo Kurdî bimeşîne. Heke ne wisa be, em nikarin zimanê xwe bidin pejirandin û em nikarin vê pêvajoyê jî bibine serî. Hetanî 20 sal beriya niha di nava gel de zimanê Kurdî serwer bû. Her çiqas polîtîkayên bişaftinê hebûn jî zimanê Kurdî di her qada jiyanê de hebû. Lê mixabin niha bişaftina navxweyî (otoasîmîlasyon) pêş ketiye, lewma divê em polîtîkayên xwe yên ji bo zimanê Kurdî diyar bikin da ku bikaribin têkoşînê bimeşînin. Heke em wisa nekin dê zimanê me ji destê me here, heke zimanê me ji destê me çû em jî dê ji serkeftinê dûr bikevin. Lewma, em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li vê komxebatê bibin û fikrên xwe bibêjin. Ziman yê gel e, werin zimanê xwe şên bikin, têkoşîna ji bo ziman pêş bixin.”

Etîket: Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê KurdîKurdîtêkoşîna zimanZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne