• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wanê Komxebata ‘Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî’ tê lidarxistin

Wan / AW

13 COTMEH 2025 - 14:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk, dê di 15 û 16ê Cotmehê de “Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” li dar bixe. Endamê Komîteya Amadekar a Komxebatê Heval Dilbihar diyar kir ku zimanê Kurdî hê jî tê astengkirin û qedexekirin û got: “Divê baş bê zanîn ku bêyî azadiya zimanê Kurdî, perwerdehiya Kurdî û statuya Kurdî aştiyeke rast û civakeke demokratîk nikare bê sazkirin.”

Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk, têkildarî “Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” ku dê di 15 û 16ê Cotmehê de li Eywana Dawetê ya Çiragan a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li dar bixe, li baxçeyê DEM Partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hat daliqandin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, nûnerên saziyên demokratîk, rêveberên DEM Partî û DBPê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk di rojeva gel de ye’

Li ser navê Komîteya Amadekar a Komxebatê Heval Dilbihar daxuyanî da û diyar kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di rojeva gelê Kurd de ye. Heval Dilbihar da zanîn ku bingeha aştiyê bi naskirina hemû mafên hemû neteweyan, kom û gelan e û got: “Li ser vê bingehê ji bo ku aştiyeke baş û civakeke demokratîk pêk bê, berî her tiştî divê hemû nirxên neteweya Kurd bên nasîn. Yek ji van nirxê herî bingehîn zimanê Kurdî ye. Zimanê Kurdî hêj jî, ji gelek aliyan ve di nava dorpêçekê de ye û rastî qedexe û êrîşan tê. Zimanê Kurdî hê jî di zagonan de serberst û azad nîn e, bêstatû ye û perwerdehiya bi Kurdî nîne. Divê baş bê zanîn ku bêyî azadiya zimanê Kurdî, perwerdehiya Kurdî û statûya Kurdî aştiyeke rast û civakeke demokratîk nikare bê sazkirin.”

‘Bingeha komxebatê diyarkirina stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo Kurdî ye’

Heval Dilbihar gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya “Zimanê dayikê ji bo neteweyekê ji nan û avê girîngtir e” bi bîr xist û ev yek anîn ziman: “Ji ber vê yekê divê hemû astengiyên li ser zimanê Kurdî bên rakirin û Kurdî di makezagonê de serbest be. Divê statûya zimanê Kurdî û perwerdehiya zimanê Kurdî bê qebûlkirin. Divê zimanê Kurdî hertim di rojeva gelê Kurd de be û divê gelê Kurd li gel hemû pêkhateyên xwe zimanê Kurdî weke mijareke stratejîk di rojeva xwe de bigire. Lewma divê stratejî, polîtîka û karnameyên ji bo zimanê Kurdî were amadekirin û têkoşîna ziman li her derî were bilindkirin. Li ser vê bingehê em weke saziyên zimanê kurdî û hemû sazî û dezgehên demokratîk 15 û 16ê mehê komxebatekê li dar dixin. Bingeha vê komxebatê diyarkirina stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo Kurdî ye û hemû sazî û komeleyên welatparêz ên Kurdan dê stratejî û polîtîkayên xwe yên ji bo zimanê Kurdî diyar bikin. Ev komxebat dê bi beşdarbûna gelek derdoran pêk bê û ev çend meh in amadehiya vê komxebatê tê kirin. Her wiha gel jî bi awayekî çalak dê tev li komxebatê bibe. Em bang li hemû gelê xwe, sazî û dezgehên demokratîk ên welatparêz dikin ku vê çarşem û pênçşemê li Eywana Dawetê ya Çiraganê em bên cem hev.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê Kurdî jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” bi dawî bû.

Etîket: Heval DilbiharKomxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê KurdîKurdîSaziyên Zimanê KurdîZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne